Gallery

Sûrî: Piştî me li firokeyê xist me zanî ya Tirkiyê ye

Nûçexane – Doh firokeyeke Tirkiyê ji Meletiyê rabû û piştî demekê ti agehdarî jê nehat kirin. Wezareta parastinê ya Sûriyê jî diyar kir ku piştî me li firokeyê xist, me nû zanî firokeya Tirkiyê ye.

Doh firokeyeke Tirkiyê ji Meletiyê rabû û piştî demekê ti agehdarî jê nehat kirin. Piştre hat îdiakirin ku firoke ji aliyê Sûriyê ve hatiye xistin.

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî diyar kir ku firokeya Tirkiyê ya F-4 ji aliyê Sûriyê ve hatiye xistin.

Piştî van daxuyaniyan, wezareta parastinê ya Sûriyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û wiha dibêje: “Me dît ku firokeyekê kîlometreyek axa me derbas kir. Firokeya ku sînor binpêkirî, bi balefirşkênan li firokeyê hat reşandin û hat tespît kirin ku ket xwar.” Di daxuyaniyê de tê gotin ku firokeya şer a Tirkiyê li ser sînorên Sûriyê nizim firiyaye û wiha tê gotin: “Piştî me li firokeyê xist, me nû zanî ku ya Tirkiyê ye.”

Di dawiya daxuyaniya wezareta parastinê de wiha tê gotin: “Ji bo dîtina pîlotên winda emê herdu welat bi hev re dest xebatê bikin.”

Li gor çapemeniya Tirkiyê berî 23 salan (1989) jî Sûriyê firokeyeke Tirkiyê xistibû û wê demê 5 kesên di firokeyê de miribûn. Piştre jî Sûriyê tezmînat dabû Tirkiyê. Kurdî: Rûdaw

Advertisements