Gallery

Barzanî: Em amade ne ji bo çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyê

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîneke çapemeniyê ya hevbeş a ligel wezîrên derve yê Swêd, Polonya û Bulgarîstanê de tekez li ser berdewambûna hewldanên ji bo bawerîstandina ji serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî kir. Barzanî derbarê şer û pevçûnên navbera gêrîlayên PKK û artêşa Tirkiyê de jî got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her hewldan û hevkariyek ku pirsa kurd li Tirkiyê bi rêyên aştiyane bê çareserkirin amade ye.”

Îro (24.06.2012) serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîneke çapemeniyê ya hevbeş a ligel wezîrê derve yê Swêd, Polonya û Bulgarîstanê got: “Niha lijneyeke yasayî di nava amadekariyan de ye ku ji bo bi armanca bawerîstandinê, serokwezîrê Iraqê bangî parlamentoyê bike.” Barzanî got: “Karên lijneya yasayî pêşkêşî serokatiya parlamentoyê kirine û li benda encamê ne.”

Mesûd Barzanî di berdewama axaftinên xwe de derbarê hewldanên hikûmeta Iraqê yên ji bo vekêşana kompaniyên petrolê yên Emerîka li Herêma Kurdistanê jî got “Mixabin li Bexdayê çend kes siyasetekê peywer dikin û heta pêşî li pêşketinên Herêma Kurdistanê bigrin.”

Şer û pevçûnên navbera gêrîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û artêşa Tirkiyê jî beşekî din a gotinên Mesûd Barzanî bû. Barzanî di vê derbarê de got: “Me pir hewldaye û emê di hewldanên xwe berdewam bin ku pirsgirêkên kurd û hikûmeta Tirkiyê bi rêyên aştiyane bên çareserkirin. Mixabin tevî ku hinek caran şer û rûbirûbûn çêdibe, ev jî tê wê wateyê ku ev pirs bi şer nayê çareserkirin û divê vegerin bo çareseriya aştiyane.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dilgiraniya xwe ji bo kiryarên çekdarî yên PKK û artêşa Tirkiyê anî ziman û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her hewldan û hevkariyek ku pirsa kurd li Tirkiyê bi rêyên aştiyane bê çareserkirin amade ye. Rûdaw

Advertisements