Gallery

Mistefa Cuma azad bû: PYD bi derewan me tometbar dike

Nûçexane – Serokê Partîya Azadî ya li Kurdistana Sûrî Mistefa Cuma pêr ji alîyê partîyeke din ya Kurdên Sûrî Partîya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hat revandin û piştî demekê ku raya giştî ya Kurdistanê li ser bûyerê kete nav hewldanan hate serbest berdan.

Mistefa Cuma piştî azadkirina xwe bi rojnamevan û berpirsê malpera Avestakurd Dilbixwîn Dara re bi rêya telefonê peyivî û rewşa xwe ya tenduristî û helwesta PYD’ê li ser revandina xwe anî ziman. Cuma, da zanîn ku ew bi helwdanên rêveberîya herêma Kurdistanê û raya giştî ya Kurdistanê hatiye serbest berdan û herku zerarek lê nekirine jî jê xwestina dijayetîya PYD’ê neke. Mistefa Cuma, got ku PYD’ê lêborîna xwe xwestîye lê bi derewan jî dixwaze me tometbar bike.

Hevpeyvîna Mistefa Cuma bi Dilbixwîn Dara re

Advertisements