Gallery

Şîrketên mezin çavên xwe berdane nefta Kurdistanê

Nûçexane – Heftiya borî Rêvebirê Giştî yê Şîrketa Golf Keston a Birîtanî û Serperiştê Zeviya Nefta Şêxan, Todd Kozel ragihandibû ku ev zevî yek ji mezintirîn zeviyên nefta Herêma Kurdistanê ye û tê texmîn kirin ku 10,5 milyar bermîlên neftê tê de hebin.

Kozel derbarê kêmiya xerciyên vedîtin û berhemanîna neftê li Kurdistanê got ku vedîtina her bermîleke neftê tenê 25 Cent lê diçe. Wî got, “Ev jî xerciyekî gellekî kêm e eger em ligel xerciya deranîn û berhemanîna neftê li bêtiriya welatên cîhanê hevber bikin.ˮ

Aramiya Kurdistanê balê dikişîne

Niha şîrketên mezin ên taybet bi warê neftê hizra vê yekê dikin ku berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û pisporekî Birîtanî jî di vê baweriyê de ye ku zêdeyiya nefta yedek a Kurdistanê û aramî û rûniştina rewşê li Kurdistanê sedemên girîng in ku şîrketên mezin ên cîhanê pişta xwe bidin nefta Îraqê û berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.

Li gor nûtirîn amar nefta yedek a Kurdistanê nêzîkî 45 milyar bermîl e û niha hejmara şîrketên taybet ên neft û gazê yên li Herêma Kurdistanê dixebitin 33 şîrketên ji 17 welatên cîhanê ne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî heta niha 47 girêbestên berhemanîna neft û gazê îmzekirine ku ji wan 42 li ser malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine belavkirin.

Exxon Mobil bi 7 Milyaran Dolar zevî dikire

Li gor raporan Exxon Mobil a Amerîkî çavê xwe berdaye kirîna zeviyeke li Kurdistanê bi buhayê 7 milyar Dolaran, herwiha çend şîrketên din jî dixwazin berê xwe bidin Kurdistanê ji van jî Şîrketa Sînopêc a Çînî û Çîvron a Amerîkî.

Mamosteyê Beşa Zevînasiya Zanîngeha Silêmaniyê, Dr. Yusif Osman derbarê hatina van şîrketên mezin bo Kurdistanê û bandora wan li ser dahatûyê vê pîşesaziyê li Herêma Kurdistanê di vê baweriyê de ye ku siyaseta nerm a Herêma Kurdistanê sedemeke sereke ye bo hatina van şîrketan û dûrketina ji nefta Başûrê Îraqê.

Wî di vê derbarê de bo Rûdawê got “bêguman ti şîrketek nayê Kurdistanê eger nezane ku nefta baş tê de heye. Hewiha şêwazê girêbestên Kurdistanê gellekî baştir in û balkêştir in û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hesankariyên bêtir dide van şîrketan.” Ev mamoste di vê baweriyê de ye ku hatina van şîrketên mezin, wê roleke bi bandor hebe ser rewşa siyasî jî. Ji ber ku desthilat û bandoreke mezin a van şîrketan ser siyaseta welatên Rojava heye.

Heta 2015ê berhemê rojane digîje 1 milyon bermilê

Berpirs û sermayedarên taybetên warê neft û gazê pêşbînî dikin ku heta sala 2015ê berhemê rojaneyê nefta Herêma Kurdistanê bighîje yek milyon bermîlê. Ev jî bi rêya 14 zeviyên Kurdistanê ku wê demê wê bikarin neftê bişînin derve. Ev ji bilî nefta Kerkûkê.

Van pisporên warê neftê herwiha eşkere jî kirin ku amanca Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku heta sala 2019ê berhemê rojane yên nefta Herêma Kurdistanê bighîne 2 milyon bermîlan.

Dr. Yusif Osman di vê bawerê de ye ku dahatûyekî baş ê pîşesaziya neft û gazê heye li Kurdistanê, lê rexneyên wî ji siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene ku heta niha nekariye karmendên xwemalî di vî warî de avabike “Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê karbike bo avakirina karmendên xwemalî bo vê pîşesaziyê bi rêya damezrandina peymangeh û zanîngehên taybet bo neftê.”

Girêbestên baştir sîrketan dikişîne Kurdistanê

Ji aliyekî din lêkolerekî Birîtanî eşkere dike ku nefta Kurdistanê şîrketên mezin neçar kirine ku destê xwe ji zeviyên nefta Başûrê Îraqê berdin û berê xwe bidin Kurdistanê.

Pispor û Lêkolerê Senterê Birîtanî (KBCat) Samuel Sizak ku bo lêkolînên warê enerjiyê re mijûl dibe, di vê derbarê de bo Rûdawê got “bêguman eşkerebûna meziniya yedekê nefta Kurdistanê sedemê sereke yên hatina van şîrketên mezin e bo Herêma Kurdistanê. Helbet gellek neft li Başûrê Îraqê jî heye, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kariye van şîrketan bikşîne cem xwe bi rêya girêbestên baştir û guncayîtir, herwiha bi misogerkirina rewşeke rûniştî.” Rûdaw / Hewlêr – Hawar Ebdilrezaq

Advertisements