Gallery

Çekdaran li Sûrî êrîşî ser televizyona piştgira hikumetê kir

Nûçexane – Medyaya ser bi dewleta Sûrîyê ragihand ku çekdaran êrîşa ofîsa televizyonekê kir ku piştgîrîya hikûmetê dike û heft karmend kuştin.

Di êrîşa roja Çarşemê de bo ser ofîsa kenala Îxbarîye ya nêzîkî Şamê, sê rojnamevan û çar efserên parasitnê hatin kuştin.

Îxbarîye kenaleka taybet e, lê belê piştgîrîya hikûmeta serokê Sûrî Beşar El Esed dike.

Wezîrê ragihandinê Umran El Zuhbî “teroristên çekdar” bi encamdana wê êrîşê tawanbar kir. Lê belê hêzên serhildayan berpirsîyarîya xwe beramberî wê êrîşê red kir. VOA Kurdî

Advertisements