Gallery

CIA: ‘Çembera nêzîkî Esed hê jî saxlem e’

Nûçexane – Li gor nûçeyekê ku di ajansa Reutersê de hatiye belabvkirin ku berpirsên Ajansa Sîxuriya Amerîkayê CIA`yê dibêjin ku, çendîn efser û leşkerên artêşa rêjîma Sûriyê qutbûne jî lê hîna ew çembera nêzîkî Serokê sûriyê Beşar Esed hevgirtî ye û wê ev şer dem dirêj berdewam bike.

Berpirsekî CIA ku nexwestiye navê xwe aşkira bike got ku: Çembera ji Beşar ve nêzîk û çembera pê wêre jî hîna weke xwe ye û piştevaniya rêjîmê û Eesed bi awayekî mezin dike.

Her weha hin berpisên sîxuriya (istixbarat) Amerîkayê gotin ku, ew cudabûn û veqetiyana ji hêzên Esed çê dibe di nava astên jêr û navend de ye û hejmareke gelekî kêm ji efserên paye bilindin. Lê bê ku hejmareke belî bidin diyar kirin.

Ew berpirsên istixbaratê aşkira kirin ku Rûsya hin çekên berevaniya asmanî yên pêşkeftî dane hêzên Sûriyê ku di nav de helîkopterên êrişê jî hene, her weha Êran û Hizulah jî bi çekên bi çûk û cebxaneyê û amêrên li dijî xwenîşanadanan û peran alîkariya rêjîma Sûriyê dike.

Ji aliyêkî din ve CIA dibîne ku rêjîm nikara opozisyona Sûriyê tune bike û rêjîm êdî berve xwar ve diçe.

Jêder: Reuters Kurdî: Xendan

Advertisements