Gallery

Heta niha Barzanî razî nebûye li gel Malikî rûne

Nûçexane – Heta vêga çend caran ji aliyê lîder û berpirsên Iraqê hewldana razîkirina serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatiye kirin da ku li gel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî rûne. Çend nameyên taybet jî jê re hatine, lê Barzanî heta vêga red kiriye li gel Malikî rûne.

Malikî di destpêkê de bi razîbûna Mesûd Barzanî û hevbendiya wî bû serokwezîrê Iraqê, lê bicih nekirina wan sozên ku dabû aliyên iraqî û kurdan jî, wisa li serokê Herêma Kurdistanê û lîsteya Iraqiye û Şepêla Sedr kir ku daxwaza rakirina wî bikin ji posta serokwezîriyê. Cîgirê serokê parlamentoya Iraqê û endamê polîtburoya PDKê Arif Teyfûr got: “Hewldaneke zêde tê kirin ji bo asayîkirina tengasiyên proseya siyasî li Iraqê, bi berdewamî jî hewldan tên kirin ku serok Barzanî û Malikî bi hev re rûnin, lê heta vêga hewldan bê encam bûn. Ti garantiyek tune Malikî sozan bi cih bike, çiku ev 6 sal in ti sozeke xwe bi cih ne aniye û bi berdewamî hewl daye kêşeyan zêdetir bike.”

Berpirsê desteya kargêriya polîtburoya YNKê Mele Bextiyar berî du heftiyan di nameyeke vekirî de ji bo Barzanî, jê daxwaz kir li gel Malikî rûne. Pêştir jî Komara Îslamî ya Îranê bi riya balyozê xwe li Iraqê ji Barzanî xwestibû kêşeyan bi gotûbêjan çareser bikin: “Bi riya rûniştina li gel Malikî.”

Arif Teyfûr dibêje: “Serokomarê Iraqê Celal Talebanî û çend aliyên din ji Barzanî xwestin li gel Malikî rûne, lê min bi awayekî fermî bihîstiye ku Barzanî ne amade ye li gel Malikî rûne. Barzanî bi tenê li gel Malikî rûnane, lê çend şirîkên wî hene, divê ji bo vê mebestê li gel wan şirîkan li hev bike.”

Barzanî piştî vegera wî ji serdana Emerîka û di dema rûniştina wî li gel rojnameyên Kurdistanê, di bersiva pirsyareke Rûdawê de got, li gel Malikî rûnane, ji ber rûniştina pê re bê sûd e, çiku destûr û sozên xwe nayîne cih.

Siyasetvan û endamê serbixwe li parlamentoya Iraqê Hesen Elewî, rûniştina Barzanî li gel Malikî dûr dibîne û bi baweriya wî: “Çi jî di vî warî de bê kirin serî nagire, çiku vêga hevbendiyeke exlaqê ya Barzanî li gel Elawî û Sedr heye û nabe bêyî wan li gel Malikî rûne.”

Malikî niha mijûlî encamdana lîstikeke siyasî ye û dixwaze hevpeymaniya Kurdistanî, Iraqiye û Sedr ji hev cuda bike, ku bereyeke hevbeş a hersê aliyan heye û dixwazin baweriyê ji Malikî bistînin.

Lîstika Malikî wê çaxê derket gava heftiya borî pêwendî li gel Muqteda Sedr kir da ku li Bexdayê serdana wî bike, lê Sedr daxwaza wî red kir û got: “Di ti civînekê de bêyî hevbendên xwe (yanî kurd û Iraqiye) amade nabim.” Hesen Elewî dibêje: “Vêga Malikî hewl dide li gel Barzanî rûne da ku wî ji Iraqiye dûr bike, lê dilniya me Barzanî li gel Malikî rûnane.”

Partiya Dewe û lîsteya Dewleta Yasa, ku Malikî serokê wê ye, daxwaza danûstandinê dikin ji bo çareserkirina kêşeyan. Endamê lîsteya Dewleta Yasa li parlamentoya Iraqê Xalid Esedî got: “Em hewl didin li gel şirîkên xwe di proseya siyasî de rûnin.” Xalid Esedî ku kesekî nêzîkî Malikî ye û di dema borî de daxuyaniyên pir tund li dijî Barzanî dan, dibêje: “Ji bo çareserkirina kêşeyan, divê riya diyalogê bê pêrewkirin, da ku bi destûr û tifaqê kêşeyan çareser bikin.”

Xwestina wergirtina baweriyê ji Malikî ji aliyê hevpeymaniya Kurdistanî û Yekgirtu û Komel û Iraqiye û Sedr bê veger e û berdewam in li ser hewldanên xwe ji bo gazîkirina Malikî ji bo parlamentoyê da ku baweriyê jê wergirin. Arif Teyfûr pêdagiriya helwesta kurdan li ser vê pirsê ragihand û got: “Em vêga hewl didin kampanyayek firetir ji bo vê qonaxê bikin, da ku hejmareke zêdetir a dengan kom bikin.”

Lîsteya Iraqiye ya Eyad Elawî, amade ye bi riya diyalogê kêşeyan çare bike, lê li gel Malikî diyalogê nakin û dixwazin wî rakin. Endamê frakisyona Iraqiye Hamid Mutleg dibêje: “Em siyasetê dikin û hemû eger jî hene, diyalog jî di nav de, lê pêwîstiya me bi demeke baş heye ji bo vê pêngavê. Pirsa wergirtina baweriyê ji Malikî beşek e ji proseya guherînê, her kesekî ku erkê xwe pêk neyîne jî, divê bê guhertin.”

Bi baweriya Mutleg heta ku guhertin neyê kirin, kêşeyên Iraqê çareser nabin: “Lewma bi ti awayî dev ji guhertina Malikî bernadin.” Rûdaw

Advertisements