Gallery

Li Amedê ‘Palehîya Esrarê’ dest pê kir!

Nûçexane – Li Amedê paletiya madeya xam a esrarê king (kenewir) ku bi salan e li derdorê tê çandin dest pê kir. Mirov dikare li ser rêyên bejahî jî li rastî paleyên van zeviyên esrarê bên. Mirov dikare bi çavan van zeviyên esrar lê hatine çandin bibînin. Lê belê leşkerên ku her roj herêmê ji hewayî û bejahiyê ve bombebaran dikin nabînin.

Li hezaran gundên Amed û bajarên derdora wê yên ji aliyê artêşa Tirk ve hatine şewitandin, wêrankirin û valakirin, bi salane bi hevkariya leşker û cerdevanan esrar tê çandin. Gava mirov biçe navçeyên Pasûr, Licê, Hênê û Pîranê mirov dê di rê de li rastî gelek zeviyên esrarê bê.

Hûn dikarin dê wêne de paletiya li zeviyên esrarê bi rehetî bibînin. Ev esrara tê dirûn, an hêj hişk nebûne, didirûn û dixin hindurê torbeyan û piştre jî dixin paketên 10 gramî, ji vê re jî dibêjin “giya”. An jî 4-5 caran li seradê dikin û ji vê madeya hişber re jî tê gotin “kubar” û dişînin bazarê.

Piştî ku li Amed û gelek bajarên dinên Bakûrê Kurdistanê gundên Kurdan bi darê zorê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin valakirin, zevî bê xwedî man. Ev gund jî bûn navenda ranta cerdevanan. Li şûna zeviyên ku gundiyan genim, nîsk, garis lê diçandin, êdî esrar tê çandin, piştî ku hate dîtin feydeya vê yekê ji 500 qat zêdetir e, li kolan û parkên bajaran, hejmara kesên ku esrarê difiroşin zêde bûn. Temenê wan di navbera 12-20 salan de ne.

BI AŞKEREYÎ ESRAR DIFIROŞIN

Li Amedê êdî firotina esrarê ne li cihên veşartî an jî bi dizîkî pêk nayê, bi aşkereyî li parkan, li kolanan, qehwexaneyan,tê firotin. Di nava kesên ku van madeyên hişber li kolan û parkan difiroşin de mirov gelek caran li rastî xwendekarên dibistana amadeyî û heta xwendekarên dibistana seretayî jî tên.

Li navçeya Yenîşehîrê li Gevranê, Ekinciler û gelek kolanên li ser şeqamê, Şehitlîk û taxa Ben û Sen, Parka Sumerê, li ber Mêvanxaneya Şaredariya Mezin a Amedê, li navçeya Sûrê Hasirli, Îskenderpaşa, Lalebey, Hançepek, Dabanoglu, Yenikapi, Deriyê Mêrdînê, Balikçilarbaşi, Melikahmet, Saraykapi, Li navçeya Rezan Muradiye, Kaynartepe, Koşuyolu, Şeqama Sento, Mevlana Halit, Ali Pinar, Rara Trenê, li Kayapinarê esrar têne firotin. Piraniya wan zarok û temenê wan biçûk in.

342 ZAROK JI BER MADEYÊN HIŞBER HATIN DARIZANDIN

Li gorî rapora Midûriyeta Çavdêriya Navenda Serbestî û Alîkariyê ya Amedê, di van sê salên dawiyê 342 zarokên temenê wan di navbera 11-17 salan de bi hinceta madeyên hişber bi kar anîne, derketine pêşberê dadgeriyê.

Her wiha, li gorî heman saziyê, 2 hezar û 170 kes pêgirên madeyên hişber in. Ev hejmara tenê kesên ku ji ber karanîna madeyê hatine girtin û binçavkirin in. Li Amedê di van du salên dawiyê de 3 hezar û 154 bi hinceta karanîna madeyan derketin pêbşerê darazê.

TENÊ PKK’Ê QEDEXE KIR

Gerîlayên HPG’ê ji ber ku di salên dawî li Licê-Pasûr û Dara Hênê hilberîna esrarê zêde bû mudaxale kirin. Gerîlayên ku çûn serdana gundan yek bi yek, aşkera kir ku kesên vî karî dikin wê bên girtin. Di dema çinîna esrarê de du wesayîtên ji rojava ji bo kirîna esrarê hatine herêmê ji aliyê gerîlayan ve hatin şewitandin. Dîsa 3 kes ji ber ku esrar çandinê ji aliyê gerîlayan ve hatin girtin. Lê li gel hemû hewldanan hilberîna esrarê li heremê her diçe zêde dibe.

Li her derê Amedê niha bûye cihê bikaranîna esrarê, dema hûn li hin kolanên diyar ên Amedê digerin di nava kolanên navber de bêhna esrarê li rûyê we dixe. Êdî wekî aşkera ev kar tê kirin. ANF Kurdî

Advertisements