Gallery

Serokwezîr Erdogan bi Leyla Zana re dicive

Nûçexane – Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja şemiyê (30.06.2012) ligel parlamentera kurd Leyla Zana dicive.

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja şemiyê li navenda AKPê ya li Enqereyê ligel parlamentera serbixwe ya kurd a Amedê Leyla Zana dicive.

Tê gotin ku Zana berî demekê daxwaza hevdîtina ligel Erdogan kiribû, lê ji ber êrişa gêrîlayan a li Colemêrgê hevdîtin nehatibû encamdayîn û biryare roja şemiyê hevdîtin bê encamdayîn. Hat hînbûn ku wê civîna navbera Erdogan û Zana li navenda AKPê ya li Enqereyê pêk bê.

Parlamenter Leyla Zana di hevpeyvînekê ligel rojnameya Huriyetê de diyar kiribû Erdogan dikare pirsa kurd çareser bike û hêviya min a ji bo vê yekê heye.

Rûdawê xwest derbarê hevdîtina navbera Erdogan û Zana de dîtina BDPê werbigre, lê parlamenterekî BDPê ji Rûdawê re got: “Ez naxwazim derbarê vê hevdîtinê de ti tiştekî bêjim.” Kurdî: Rûdaw

Advertisements