Gallery

Aydinlik: Ocalan li mêvanxaneya MÎT’ê dimîne

Nûçexane – Hat îdiakirin ku, Serokê PKK’ê Abdûllah Ocalan ku li girava Îmralî bi cezayê heta hetayê girtî dimîne piranîya wextê xwe li mêvanxaneya MÎT’ê ya li Bûrsayê derbas dike û li wir hevdîtinan bi MÎT’ê re dike.

Li gor îdiaya rojnameya Aydinlik ku berî niha anonsa nûçeya xwe kiribû û gotibû, ‘Ocalan li ku dimîne?’ di hejmara îro ya rojnameyê de nûçeyek balkêş hat weşandin. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku, Serokê PKK’ê Abdûllah Ocalan ji girava Îmralîyê bi hêlîkoptêra Mît’ê dibin mêvanxaneya MÎT’ê ya li Bûrsayê û her cara ku diçe jî bi deh rojan li wir dimîne û hevdîtinan bi MÎT’ê re dike.

Aydinlik her wiha îdia dike ku, helîkoptêra taybet û zirxkirî ya MÎT’ê dema Ocalan dibe li alîyê din jî ferîbotek ji bo ewlekarîyê li dora girava Îmralî digere.

Dîsa nûçeyê de tê gotin ku, Abdûllah Ocalan bi hinceta ‘tedawîya bi kontrol’ ji Îmralîyê tê hilgirtin û di van çend mehên dawî de piranîya wextê xwe li wê mêvanxaneya MÎT’ê derbas dike.

Advertisements