Gallery

Di civîna Zana û Erdogan de 2 kesên din jî hebûn

Nûçexane –  Civîna Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ya bi Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana re piştî nîvro li demjimêr 15.00 li koçka Serokwezîrtîyê dest pê kir û civînê bi qasî 1 demjimêr û nîvê ajot.

Piştî dawîbûna civînê tu daxûyanî ji bo raya giştî ne hatin dayîn. Lê balkêş bû ku wezîrê karê hûndir Beşîr Atalay û parlementerê Amedê yê AK Partîyê Kudbedîn Kûzû jî wekî moderatorê civînê beşdarî kirin. Tê hêvîkirin ku di demên pêş de naveroka vê civîna girîng ji bo rêvekirina çareserîya pirsa kurd li Tirkiyê were eşkere kirin.

Advertisements