Gallery

Leyla Zana: Wê aştî teqez were

Nûçexane – Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îro ligel parlamentera kurd Leyla Zana dicive. Zana berî hevdîtina ligel Erdogan, got: “Teqez wê aştî bê.”

Îro saet 15.00an li avahiya fermî ya serokwezîrtiyê, serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ligel parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana dicive.

Duh Leyla Zana li ser gora parlamenterê DEPê yê berê Orhan Dogan ku berî 5 salan di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dayî axivî û got: “Teqez wê aştî bê vî welatî. Divê em baweriya xwe ya ji bo aştiyê biparêzin.”

Zana diyar kir ku rêzgirtina jib o gelekê di berjewendiyên herdu aliyan de ye û wiha got: “Divê timî baweriya me ya bi aştiyê hebe û di vî warî de em xwedî zanyarî bin. Ti şerek heta dawiyê berdewam nake. Teqez wê aştî bê vî welatî. Rêzdayîna ji bo gelekê wê di berjewendiya herdu gelan de be.”

Parlamentera Amedê Leyla Zana got: “Çi dibêjin bila bêjin, çê çêbe bila çêbe, giyanê me ligel hevgirtin û wekheviyê ye. Bila dost û dijmin bizanin ku wê ev bihevrebûna li welêt teqez aştiyê bêne û sedî sed wê aştî bê ser vê xakê. Belkî temenê me têrê neke.”

Kurdî: Rûdaq Wêne: DÎHA

Advertisements