Gallery

Şênê Ezîz bû Miss Kurdistan

Nûçexane – Keça Kurd ya bi navê Şênê Ezîz Ako di hilbijartinên Şahciwana Kurdistan de ji nav 40 kesan bû bedewa yekemin û wek Miss Kurdistan hate hilbijartin.

Bernameya hilbijartina Şahciwanîyê li Hewlêrê di çarçoveya festîvala Hella Erbîl de ku mehekê dom dike de pêk hat û di encamê de wek Şahciwana Yekemîn ya Kurdistan keça kurd ya ji Ranyaya bi parêzgeha Silêmanîyê ve Şênê Ezîz Ako ya 19 salî bi dengên jurîyê hate hilbijartin.

Advertisements