Gallery

ENKS: PYD xelkê direvîne, ji xwepêşandanan re dibe asteng

Nûçexane – Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) xelkê direvîne û pêşî li xwepêşandanan digre. Nûnerê PYDê jî di daxuyanieyekê de ji Rûdawê re ew tometên derbarê partiya xwe de red kir û got: “Komîteyên Parastina Gel ên girêdayî PYDê, car caran li Cizîr, Kûbanî û Efrînê ji bo dirûstkirina tirs û dûdiliya li ser cadeya kurdî xelkê direvînin”

Di daxuyaniya ENKSê de wiha tê gotin: “Komîteyên Parastina Gel ên girêdayî PYDê, car caran li Cizîr, Kûbanî û Efrînê ji bo dirûstkirina tirs û dûdiliya li ser cadeya kurdî xelkê direvînin. Heta rewş giha wê yekê ku pêşî li xwepêşdanên roja înê yên li Efrîn û Kubanî bigrin. Ev jî bû sedemê pevçûna navbera welatî û çekdarên Komîteya Parastina Gel de.”

ENKS di berdewama daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Ev kiryarên bi vî awayî zêdetir li navçeyekê çêdibin, zererê digihînin navdariya kurdan û peywendiyên navbera ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê de. Ji bilî vê yekê zererê digihîne tevgera aştîxwaz a gel ku li navçeyên kurdî li dijî zordarî û stemkariyê tên.”

ENKS kiryarên bi vî awayî şermezar dike û wiha dibêje: “Em pêwîstiya bi girêdana peymana jihevtêgihiştinê ya di navbera herdu encûmenan de hatî îmzekirin dubare dikin. Bi cîbicîkirina vê peymanê, li navçeyên kurdî aştiya gel diparêze. Herwiha navçeyên kurdî ji her milmilanêyek kurdî-kurdî diparêze û serî hildana wî ne di berjewendiya ti kesî de ye.”

Di dawiya daxuyaniya ENKSê de wiha tê gotin: “Em bangewaziya xwe digihînin birayên xwe yên Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê ku ber bi vê helwestê ve neçin. Ev jî bi ti awayî ne di berjewendiyên gelê kurd de ye û bi taybet jî di vê qonaxa nazik a li ser welatê me Sûriyê re derbas dibe.” Herwiha ENKS daxwaza azadkirina, xwendekarê zanîngeha endazyarî, qonaxa 5. yê ji  gundê Îfraz (El-Partî) Azad Welî, Haşim Şêx Ne’san yê ji gundê Îfraz ê Efrînê (El-Partî) û Mistefa Şêxo (Ebu Ferîd) li Kubaniyê (Tevgera Çaksazî) dike.

Nûnerê PYDê yê Herêma Kurdistanê Hûseyîn Koçer di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re diyar kir ku niha bi wê yekê ve mijûlin bi hev re karên hevbeş bikin; “Lê em heta niha negihiştine rêkeftina dawî. Ji ber ku ENKS ne amadene û bersiva me nedane.”

Koçer di berdewama axaftinên xwe de got: “Roj li pey rojê li herêmên kurdî xwepêşander zêdetir dibin û ti pirsgirêkên me ligel sazkirina xwepêşandanan nîne. Lê em çi bikin, ENKS ku ji 15 partiyên kurdî pêkhatiye, tenê dikarin 100 kesan bênin ser cadeyan û xwepêşandanê bikin.”

Nûnerê PYDê yê Herêma Kurdistanê Hûseyîn Koçer hinek alî û kesên di nava ENKSê de bi wê yekê gunehbar dike ku girêdayî tirkiyê ne, tên navçeyên kurdî û banga wê yekê dikin ku Artêşa Azad a Sûriyê me diparêze û nûnertiya me dike. Koçer di vî warî de got: “Gelê kurd bi wê yekê razî nabe û Artêşa Azad a Sûriyê napejirîne.”

Herwiha nûnerê PYDê Hûseyîn Koçer bê agehdariya xwe derbarê girtina hersê kesên ku ENKSê behsa wan kirî nîşan da û ew yek jî ne veşart ku roja înê hinek nakokî dirûst biribûn. Rûdaw

Advertisements