Gallery

Îmad Ehmed: Divê Silêmanî di warê sporê de jî pêşengîyê bike

Nûçexane – Îmad Ehemed cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî (29.06.201) li bajarê Silêmaniyê aerdana ofîsa Komîteya Olompiya Kurdistanê kir û ji aliyê sero û rêvebirên wê komîteyê ve hat pêşwazî kirin.

Cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê digel serok û berprisên Komîteya Olompiya Kurdistanê civiya û rewşa sporê li Kurdistanê nirxand.

Çmad Ehmed di civînê de behsa siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê sporê de kir û got:

– Di bernameyê karknameya hikûmeta herêma Kurdistanê de heye ku giringiyeke timam bi warê werzişê û werzişvanan bide. Em dixwaz in wan kêmûkasî û astengiyên di rêya pêşkeftian warê sporê li herêma Kurdistanê de bûne kelem çareser bikin.

Cîgirê serokê hikûmetê got ku, giringîdan bi warê werzişê, giringîdane bi warekê gelek giringê civaka Kurdistanê û ji bon aku di nav civaka Kurdistanê de rola xwe bibîne hikûmeta herêma kurdistanê pêdawîstiyê sporê yên weke stdayûm, melevangeh, holên girtî û pêdawîstiyên din dabîn bike.

Cîgirê serokê hikûmet got ku bajarê Silêmaniyê di gelek waran de pêşeng e û ew dixwazin Silêmaniyê di warê sporê de jî pêşemgiyê bike û hikûmeta herêma Kurdistanê dê alêkariya bajarê Silêmaniyê bike daku di warê werzişê de bogehîje sewyeya pêwîst. KRG

Advertisements