Gallery

Leyla Zana: Ji birînên vekirî xwîn diherike, daxwazên ne rastbîn bersivê nabînin

Nûçexane – Parlementera Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê ya Amedê Leyla Zana, derbarê hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re de civîneke rojnamevanî pêk anî.  Zana got, “Ji birînên me yên vekirî xwîn diherike. Ji ber vê jî daxwazên ne rastbîn bersivê nabînin. Yek ji van daxwazên ne rastbîn jî ‘Çekan deynin wê operasyon rawestin’ e.”


Parlenentera DEP’ê ya berê û parlementera Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê ya Amedê Leyla Zana, piştî 21 salan yekem car li meclîse civîna çapemenyê pêk anî. Zana, piştî duh li Mala Taybet a Serokwezîrtiyê bi Serokwezîr Erdogan re hevdîtin pêk anî, li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî.

Zana, da zanîn ku piştî 21 salan gavek yekem diavêje û wiha got: “Ez hêvî dikim ku ev gava pêşî bibe wesîleya aştiyê. Hevditina min a bi Serokwezîr re, soza min a 21 sal berê ku min li meclîsê ji bo aştiya biratiyê dabû ye. Min di hevdîtinê de got gelê kurd ji ber netew e xwedî mafên neteweyî ye. Min got ji bo aştiyek mayinde divê her kes gavên çaresriyê bavêje. ”

JI BO OCALAN HEPSA MALÊ

Zana ragihand ku êdî ji bo gelê kurd gotin û soz têr nakin û divê gavên aştiyê bên avêtin. Zana, anî ziman ku wê di hevdîtina bi Erdogan de diyar kiriye ku pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiya mayînde û demdirêj heye. Zana, da zanîn ku wê diyar kiriye ku pêdiviya Tirkiyeyê ne bi gavên biçûk û teng, dijberî vê yekê bi gavên mezin heye û divê hemû beşên civakê û nûnerên civakê beşdarî vê peajoyê bibe. Zana, destnîşan kir ku wê bal kişandiye ser komkujiya Roboskiyê û kuştinên bi destê polîsan pêk tên û ev yek xwîn ji birînên wan tînin û wiha got: “Min xwest ev bûyer tev bên ronîkirn. Min xwest êdî gavên berbiçav bên avêtin. Min got bi dehan caran rêya tundî û ewlehiyê hatiye ceribandin û tu encam negirtiye. Min xwest ji bo aştiyek mayînde û civakî muzakere û pêvajoya diyalogê li cihê maye berdewam bike. Hevdîtinên Oslo mîlad e û divê ev pêvajo ji nû ve dest pê bike. Divê dewlet lêborîna xwe ji welatê xwe bixwaze. Dewleta ku îdam rakir, divê Birêz Ocalan têxe girtîgeha malê. Dersên hilbijarî ya zimanê zikmakî gavek erênî ye. Lê li tu welatên cîhanê tu netew zimanê xwe bi pereyan fêr nabe û bi pereyan perwerde nabin.”

ÇEKDANÎN NABE ÇARESERÎ

Zana, diyar kir ku wê gotiye tenê çekdanîn ne çareserî ye û divê oporasyon jî bên rawestandin û du alî gav bên avêtin.

Zana, destnîşan kir ku di hevdîtinê de anîye ziman ku pêvajoya hevdîtinê, diyalog û muzakereyê demek dirêj hatiye qutkirin û wiha berdewam kir: “Em bawer dikin ku rê li pêş hevdîtinê û diyalogê bê vekirin dê pirsgirêk çareser bibe. Divê hemû beşên civakê tev li pêvajoya hevdîtinê bibin. Min bi aqil, wîcdan û ceribandinê xwe tev geriya. Ji bo ku ev pêvajoya nû dest pê bike, gelo em dê li benda çend mirin û kuştinên din rawestin. Gelê kurd di pêvajo HEP, DEP, HADEP, DTP; BDP’ê de her tim ket nava hewldanên aştiyê. Her tim ji bo aştiyek mayinde gav avêt. Pêdiviya Tirkiyeyê ji gavên aştiya mayinde heye. Divê Pêvajoya diyalog û muzakereyan ji nû ve bê destpêkirin.” ANF Kurdî

Advertisements