Gallery

TEV-DEM û PYD: Em ne alîgirê rejima Beesîyan e

Nûçexane – Tevgera Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê Artêşa Azad a Sûriyeyê ya ku gef li PYD û Yekîneyên Parastina Gel ên Rojavayê Kurdistanê xwaribû, hişyar kir û got; “Tu kesek nikare li ser xaka Kurdistanê Kurdan tehdît bike.” TEV-DEM’ê, bi Artêşa Azad re hevdîtin pêk anî û xwest vê rewşê zelal bike.


Hat ragihandin Artêşa Azad a Sûriyeyê ya girêdayî Emcumena Neteweyî ya Sûriyeyê (ENS) ya ku bi hevkariya Tirkiye, Qetar, S. Erebîstan û welatên Rojava hatiye avakirin, gef li PYD û Yekîneyên Parastina Gel ên Rojavayê Kurdistanê xwarine. Hat zanîn hin rayedarên Encumana Nîştîmanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENSK) giliyê PYD’yê li cem Artêşa Azad kiriye. Piştî vê gefê, li Rojavayê Kurdistanê hin êrîş pêk hatin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), li hemberî vê yekê ket nava liv û tevgerê. TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê ragihad ku wana bi rêya telefonê peywendî li gel berpirsên Artêşa Azad a Sûriyeyê danîne û ji wan xwestine ku vê rewşê zelal bikin.

TEV DEM’ê ragihand ku Artêşa Azad a Sûriyeyê bersiva wan da û got; “Hin aliyên ji Encûman Niştimanî A Kurdan a Sûriyeyê giliyê xwe ji we kirin û ji me ra gotin ku Yekîneyên Parastina Gel û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) êrîşê meşvanên li dijî rejîma Esad ên li Efrînê û Kobanî derdikevin, her wiha ji me xwestin ku em mudaxalayê vê mijarê bikin û li ser vê bingehê me ew daxuyanî da”.

ENSK’Ê GILIYÊ PYD’Ê LI CEM ARTÊŞA AZAD KIRINE

Desteya Rêveber a TEVDEM’ê di daxuyaniyê de got; “Hin aliyê di Encûmana Niştîmanî a Kurdî xwestin bi vî giliyê nakokî û dubendiyên navxweyî di navber du hêzên sereke di herêmê de derbixin. Ev karê hanê berdewamiya ew planên ku di belgeyên veşartî yên Wezareta Derve ya Tirk de ji aliyê saziyên ragihandinê hatibûn weşandin e”.

DIVÊ ENKS HELWESTA XWE DIYAR BIKE

TEV-DEM’ê ji Encûmana Niştîmanî a Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) xwest ku helwesta xwe ya li hemberî komên çekdar ên ku êrîş birin ser saziyên Kurdan ên li Kobanî û êrîşa çekdarî ya li hemberî Endamê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê yê Efrînê Ebdo Mûrad zelal bike.

JI BO GEL BANGAWAZÎ

TEV-DEM’ê di daxuyniya xwe de got”Ew aliyên ku xwe dispêrin pîlanên rêjîmên dadgiker li ser Kurdistanê tu girêdanên wan bi nasnameye kurdekî azad re tu neye. Lê temsîla rihê koledariyê ya ku rejîmê di nav dilê wan da çandiye, dikin. Ji niha û pêve bersiva me li dij van projeyên xirab dê bi rengekî pir bi hêz be.” TEV-DEM’ê banga gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê kir ku haya wan ji van planên qirêj hebin û helwesta xwe li dijî van karên xirab yên ku yekîtiya û tekoşîna gelê Kurd têk dibe nîşan bidin.

ARTÊŞA AZAD HIŞYAR KIR

TEV-DEM’ê, Artêşa Azad a Sûriyeyê hişyar kir û xwest xwe tevlî nava karê Rojavayê Kurdistanê neke. TEV-DEM’ê diyar kir ku Artêşa Azad bi vê daxuyaniya xwe dixwaze şerê navxweyî yê li Sûriyeyê belavî Rojavayê Kurdistanê jî bike û got; “Divê Artêşa Azad xwe tevlî pirsgirên nava Kurdan neke û neyê lîstokan.”

KESEK NIKARE LI KURDISTANÊ KURDAN TEHDÎT BIKE

Tevgera Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê bal kişand ku tu kesek nikare tevgera azadiya Kurdan li Kurdistanê tehdît bike û got; “Gurkirina şerê di navbera muxalefetê de tenê xizmeta rêjîmê dike. Tevgera me ya yekemîn li dijî rejîmên desthilatdar tekoşiyaye û bi taybet rejîm Baas li Sûriyeyê û bi dehan şehîd ji bo azadiyê û demokrasiyê li Rojavayê Kurdistanê dane. Bi sedan girtiyên me di zîndanên rejîma Sûriyeyê de hene. Tevgera me jî jî cihê xwe di dilê gelê Kurd de girtiye, li her derê û em tu carî ji riya azadiyê û demokrasiyê venagerin”.

EM BANGA HILWEŞÎNA REJÎMÊ DIKIN

TEV-DEM’ê bal kişand ser nûçeyên li hemberî tevgera wan yên bi taybet di çapemeniya Tirk û hin beşên çapemeniya Kurdan tên weşandin û got; “Hin saziyên ragihandinê dixwazin bi her awayekî bidin xuyakirin ku tevgera me bi rejîmê re di nava têkiliyan de ye. Dixwazin wisa nîşan bidin ku Yekîneyên Parastina Gel meşên protestoyî asteng dikin.” TEV-DEM’ê van îdîayan bi zimanek zelal derewand û got; “Em meş û protestoyên herî xurt û bi hêz li hemberî rejîma Sûriyeyê li dar dixin. Em bi bangeke bilind banga azadî, demokrasî û hilweşîna rejîma Baasê dikin.” ANF Kurdî

Advertisements