Gallery

Li Qahîreyê beşa zimanê Kurdî tê vekirin

Nûçexane – Li ser pêşniyara nûnerê Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistanê, xebat ji bo vekirina beşa zimanê Kurdî li Zanîngeha(Eyn- Elşems) li Qahirê tê vekirin, ji bo vê mebestê şandeke vê Zankoyê seredana Herêma Kurdistanê kirin.

Vekirina beşa zimanê Kurdî li zanîngeha Eyn- Elşems dibe yekemîn  beşa Kurdî di hemû zanîngehên Erebî de lewra biryare zanîngeha Selahedînê ji bo sê salan ji wan re mamosta û pêdiviyên din dabîn bike, piştîre, ewê bixwe mamostayên xwe di nav xwe de amade bikin.

Zanîngeha Eyn-Elşems, yek ji wan zanîngehên kevn yê welatê Misrê ye, di sala 1950 de damezraye û xwedî çendîn kolêj di warê, wêje, mirovî, pizêşkî û dermansazî ye. Pukmedia

Advertisements