Gallery

‘Barzanî Serokê Kurdistanê ye’

Nûçexane – Berdevkê Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê Mihyedîn Batmanli, bal kişand yek ji rêberê PKK’ê Duran Kalkan di hevpeyvîna xwe de ji bo Mesûd Barzanî pênasa “Serokê PDK”ê bi kar aniye û got: “Ev gotineke rûreşî ye. Barzanî ne tenê serokê PDK’ê ye. Barzanî serokê Herêma Federal a Kurdistanê ye.”

Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê li avahiya xwe ya Amedê, derbarê geşedanên dawî de, civîneke çapameniyê pêk anî. Berdevkê komê Mihyedîn Batmanli, got ew ê jî her roja sêşemê weke ku  li Tirkiyeyê Herêma Federal a Kurdistanê ava bûye, her hefte dê grûba meclisê pêk bînin û axaftinê bikin. Batmanli, di axaftina xwe de piştgirî da 4 xalên ku parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana, di hevdîtina bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan de vegotibû û wiha got: “Em jî weke Leyla Zanayê difikirin. Em dixwazin di mitînga 14’ê tîrmehê de li şûna bêhna barût, şer û pevçûnan, bêhna aştî û biratiyê derkeve pêş.”

Mihyedîn Batmanli, di axaftina xwe de bal kişand ser hevpeyvîna yek ji rêveberên PKK’ê Duran Kalkan jî. Batmanli, bi bîr xist ku Kalkan, Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî weke “Serokê PDK”ê bi nav kiriye û nerazîbûn nîşan da. Batmanli, wiha axivî: “Ev gotineke rûreşî ye. Barzanî ne tenê serokê PDK’ê ye. Barzanî serokê Herêma Federal a Kurdistanê ye.” Batmanli, li hemberî gotinên Kalkan ên weke “Çareserî dê bi berxwedana leşkerî bê” jî nerazîbûn nîşan da û wiha berdewam kir: “Kesên weke Duran Kalkan û Mustafa Kemal ne bav in. Zarokên wan tune ne. Ger zarokên Kalkan hebûya, nedikarî van tiştan bibêje. Bav vê êşê baştir hîs dikin. Mixabin kesên li ser navê kurdan diaxivin, Mustafa Kemal jî tê de piraniya wan bê zarok in. Di nava PKK’ê de rêberên ku êşa zarokan nizanin hene. Kesên ku êşa zarokan hîs nekin, nikarin aştiyê bînin.” Rûdaw

Advertisements