Gallery

Mehmet Ocalan jî got kilîta çareserîyê Erdogan e

Nûçexane – Mehmet Ocalan’ê birayê Serokê PKK’ê Abdûllah Ocalan, hevpeyvînek bi rojnameya Sabah’ê re kir û hem piştgirîya xwe ji bo Leyla Zana nîşan de hem jî bal kişand ser ku, ‘Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kare çareserîyê bîne’. Ocalan got, ‘Serokwezîr kare bike. Yê ku vê meselê çareser bike û rijandina vê xwîne rawestîne wê heta hetayê were bibîranîn.’

Mehmet Ocalan wiha pê de çû: ‘Divê her kes karibe fikrê xwe eşkere bike. Ji vî fikrê hatiye ragihandin re hurmetdar be. Leyla Zana boçûna xwe anîye ziman. Ez dibêjim zêde ferq di navbera fikrê Zana û BDP’ê de nîn e. Ne raste ku mirov vê bikişîne hin cihên din.’

Ocalan her wiha bi bîr xist ku, Leyla Zana keseke ji bo wan pir bi qîmet e. Dibe ku xwe feda kiribe. Bi Leyla re jî heta cihekî ye. Divê berdewama wê hebe û gav bên avêtin.

Advertisements