Gallery

Serokwezîr Barzanî: Şertê serkeftinê yekdengîya netewa Kurd e

Nûçexane – Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, di çarçoveya serdana xwe a bo wîlayeta Duhokê de, îro sêşemiyê 03.07.2012ê, bi amadebûna Temer Remezan waliyê Duhokê, digel meclisa wîlayeta Duhokê civiya.

Serokê hikûmetê di civînê de behsa hilbijartinên meclisên wîlayetên herêma Kurdistanê kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze di dema xwe ya diyarkirî de hilbijartinên wîlayetan bê kirin:

– Lê Komisyona bala a serbixwe a hilbijartinan li Îraqê di warê teknîkî de neamadeye û nikare di dema diyarkirî de (27.09.2012) amadekariyên encamdana hilbijartinan timam bike.

Serokê hikûmetê got ku divê sîstema demokratîk li herêma Kurdistanê bê parastin û hemû kêmatiyên hene bên çareser kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê di axavtina xwe de behsa pêşkeftina herêma Kurdistanê kir û got:

– Tevî hebûna kêmûkasiyan, lê belê pêşkeftin û berbipêşveçûna berdewam li herêma Kurdistanê heye û divê sal bi sal bo baştirkirina rewşa herêma Kurdistanê kar bê kirin.

– Berê xema hevwelatiyên herêma Kurdistanê emniyet bû û daxwaza dabînkirin û parastina emniyet û asayîşê dikir, lê belê jiber wan pêşkeftinên herêma Kurdistanê, nuha hevwelatî behsa xizmetgozariyan dike û daxwaza baştirkirina warên tendirustiyê, perewerdeyê, av û karebê dike. Ev jî hemû ji wezîfeya hikûmetê ye û divê wan ji bo hevwelatiyanm dabîn bike.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di dawiya axavtina xwe de hate ser pirsa yekdengî û yekrêziya xelkê Kurdistanê li hember pirsên netewî û niştimanî û got:

– Şertê sereke yê serkeftina me yekrêzî û yekdengî ye li hember meseleyên niştimanî û netewî. Tevî hemû cudahiyan, divê li herêma Kurdistanê hurmet ji pirensîpên hevwelatîbûnê re bê girtin. KRG

Advertisements