Gallery

Tevgera Sedr: Kurd di meseleyên stratejî de yek helwest in

Nûçexane – Tevgera Sedir ragihand ku aliyê kurd di meseleyên stratejîk de yek helwest in. Berpirsekê Tevgera Sedir ji Rûdawê re diyar kir ku ji bo poşmanbûna ji bawerî standina ji Nûrî Malikî, Îranê gelek zext li wan kiriye.

Serkirdeyê fraksyona Ehrar a girêdayê Tevgera Sedir Ebdulstar Beyatî ji Rûdawê re got: “Derbarê poşmanbûna ji bo bawerî standina ji serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî zextekî zêde ya navxweyî û derve li ser Tevgera Sedir heye.”

Ebdulstar Beyatî di berdewama axaftinên xwe de got: “Di vê derbarê de Îranê gelek zext li me kir. Ji ber birêz Muqteda Sedir li ser helwesta xwe ya pêwîste bawerî ji Malikî bê wergirtin berdewam e.” Beyatî got: “Em di biryarên giring û yên derbarê çarenivîsa gelê xwe de zextên ti aliyekê na pejirînin.” Beyatî red kir ku Sedrî ji bawerî standina ji Malikî poşman biribin û got: “Em heta niha li ser helwesta xwe berdewam in.”

Serkirdeyê fraksyona Ehrar Ebdulstar Beyatî derbarê helwesta kurdan de jî got: “Aliyê kurd di meseleyên stratejîk de yek helwest in û ti pirsgirêkek wan nîne.” Rûdaw

Advertisements