Gallery

Ji Karayilan pêngaveke Kurdistanî: Emê bi başûr re bibin yek

Nûçexane – Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan ragehand ku ew bê alternatîf namînin û ger pêwîst bike emê bi başûrê Kurdistanê re bibin yek û serxwebûna xwe rabigihînin.

Murad Karayilan di hevpeyvîna xwe de ji ajansa Firatê re gotiye: “Me di warê leşkeriyê de, nîşan da ku em bin nakevin û em dikarin serkeftinê bi dest bixin”.

Her weha Karayilan bal kişand ser bangên diyalogê û got: “Ger neyên çareseriya bi riya diyalogê, bixwazin me tune bikin, em jî dê wê demê li ber xwe bidin û çareseriya xwe ya çareseriya xwe ya demokratîk a serbixwe deynin holê.”

Karayilan tekez kir û got: “Ger pêwîst be emê bi Başûrê Kurdistanê re bibin yek û serxwebûna xwe îlan bikin.” Kurdî: Xendan

Advertisements