Gallery

Li Hewlêrê şaxê Sazîya Aştîya Cîhanî tê vekirin

Nûçexane – Biryar e saziya aştiya cîhanê ofîsa xwe li Hewlêrê veke û konferansa xwe ya salane li Herêma Kurdistanê saz bike.

Şandeke bilind a saziya aştiya cîhanî ya li ser NY ku ji serokê saziyê Yan Cîm Kîn û endamê desteya serokayetiya saziyê Can Dixon û çend endamên saziyê pêk hatibû serdana parlamentoyê kir û ji aliyê cîgirê serokê parlamentoya Kurdistanê Hesen Mihemed Sûre û serokê komîteya pêwendiyan û çend serok û nûnerên frakisyonên parlamentoyê pêşwazî li şanda saziya aştiya cîhanî hat kirin.

Serokê saziya aştiya cîhanê Yan Cîm Kîn ragihand: “Em bi niyet in konferansa bê ya saziya xwe li Herêma Kurdistanê girêbidin û ofîsa saziya xwe jî li Hewlêrê vekin li ser warên hevkariya di navbera olan de û bihêztirkirina jiyana malbatî û kultûra xizmetguzariyê.”

Berpirsên saziya aştiya cîhanê ecêbmayîna xwe ji bi hevre jiyana aştiyane di navbera ol, netewe û bîr û baweriyên cuda de li Herêma Kurdistanê nîşan dan û gotin: “Ji bo parastina aştî û aramiyê pêwendiyên hemû aliyan li gel hev xurt in, ku ev bi xwe yek ji armancên serekî yên saziya me ye.” Rûdaw

Advertisements