Gallery

‘Partîya Îslamîya Kurdistanê’ (PÎK) li ber avabûnê ye

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Grubek siyasetmedarên îslamî li Kurdistana Bakur, dixwazin partiyek olî û muhafazakar ava bikin. Tê gotin ku ev gruba îslamî xwe amade dike ki bi navê “ Partiya îslamiya Kurdistanê“ partiyekî damezirînin. Ji parêzerê baroya Diyarbekirê Sitqî Zîlan da … Continue reading

Rate this:

Gallery

Bi Minasebeta ‘Hefteya Rojbûnê’ Kurtejîyana H.z Mihemed

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Mihemed, Hezretî Mihemed an Pêxember Mihemed, (bi bi erebî: محمد, Muhammed bin Abdullah bin Abd al-Muttalib bin Hashim bin Abd Manaf al-Qurayshi) ku di sala 570’î da li bajarê Mekeyê hatiye dinê û di sala 632’an de li Medîneyê çûye ser heqiya xwe, avakerê ola Îslamê ye û ji … Continue reading

Rate this:

Yekîtiya Zanayan: Bombebarana Tirkiye û Îranê karekî ne rewa ye

Nûçexane – Yekitiya Cîhanî ya Zanayên Misilman di daxuyaniyekê de bomberana sinorên Herêma Kurdistanê şermezar dike. Herwiha daxwaz ji Tirkiye û Îranê dike ku bi rêya guftûgoyan pirsgirêkên xwe yên sinorî çareser bikin.

Doh (23.08.11) di daxuyaniyek bi îmzeya Serokê Yekitiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Dr. Yûsif Qerzawî û Sekreterê wê yê giştî Dr. Elî Qeredaxî bomberankirina Herêma Kurdistanê ya ji aliyê Tirkiye û Komara Îslamî ya Îranê ve  şermezar dike.

Di daxuyaniyek ku wêneyekê wê ji Rûdawê re hatî şandinn de wiha tê gotin: “Herdu welat bê bihane gundên sinorê Herêma Kurdistanê bombebaran dikin, xelkê wan navçeyan dikujin, hevwelatiyên sivîl û aştîxwaz koçber dikin. Karê wan karekî ne rewaye û dûrî nirxên mivahiyê ye, bi taybet jî di vê meha remezanê ya pîroz de ji bo bombebaranê ti bihaneyek nîne.”

Daxuyaniya Yekitiya Cîhanî ya Zanayên Misilmanan wiha berdewam dike: “Ev karê Tirkiye û Îranê binpêkirina serweriya axa İraq û Kurdistanê ye. Herwiha berevajî peyman û peymannameyên navnetewî yên ji bo parastina mafê cîrantî û serweriya axa yên din e.”

Di dawiya daxuyaniyê de daxwaz ji welatên cîran ên İraqê tê kirin ku “Li cihê bombebaran û binpêkirinên sinor, hewl bidin ku bi rêya guftûgoyan pirsgirêkên sinor çareser bikin û di nav de berjewendiyên hemû aliyan bên parastin.” Rûdaw

Li Bazidê Ji Bo Ehmedê Xanî Mewlûd Hate Dayîn

Nûçexane – Li navçeya Bazîdê ya Agirî ji bo fîlozof û helbestvanê kurdan Ehmedê Xanî mewlûd hate dayîn.

Komeleya Fîlozof Ehmedî Xanî li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ji bo fîlozof û helbestvanê Kurd yê mezin Ehmedê Xanî mewlûd da. Mewlûd li salona Kuba ya dawetê pêk hat. Di mewlûdê de endam û rêveberên BDP’ê, parlementerê BDP’ê Halil Aksoy, Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, nûnerên saziyên sivîl yên civakî jî di nav de gelek kes amade bûn.

Serokê BDP’a Bazîdê Talat Aktaş, di axaftina xwe ya li mewlûdê de, diyar kir ku Ehmedê Xanî ji bo gelê Kurd kesayetiyek gelek mezin e û di berhemê xwe de jî behsa yekîtî û tifaqa gelê Kurd dike. Şaredara Bazidê Canan Korkmaz jî got ku, Ehmedê Xanî ji bo gelê Kurd nirxê herî pîroz e û wiha domand: “Niha hikûmet dixwaze navê van pêşengê wêje û çanda gelê Kurd li gorî xwe bi kar bîne û li ser van qîmet û nirxên Kurd rûne.” Jêder: ANF

Di nimêjên înê de êrîş û operasyonên Îranê hatin şermezarkirin

Nûçexane – Li Bakurê Kurdistanê îro bi hezaran hemwelatî li bajar û bajarokan ji bo Nimêja Înê ya Sivîl ligel germa zêde di bin tîrêjê rojê de ref girt û nimêja xwe kir.

Di nimêja înê de hemwelatiyan êrîş û operasyonên Îranê şermezar kir. Li Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex, Êlih, Sêrt, Riha, Mêrsîn, Edene, Wan, Colemêrg, Agirî û Mûşê bi hezaran kesan li meydanan ref girêdan.

Êlih

 Li Êlihê di çarçoveya neguhdariya sivîl de bi sedan kesên ku li Baxçeyê Çayê yê Şaredariyê kom bûn, ji bo Nimêja Înê ya Sivîl ref girtin. Ligel germa zêde hevwelatî ketin rêzê û li pey endamê DA-DER-ê Ahmet Yetişen nimêj kirin.

 Sêrt

 Li Sêrtê û navçeya Misircê ya Sêrtê bi hezaran kesan bi heman armancê li ji bo Nimêja Înê ya Sivîl ref girêdan. Di nêmêja Înê ya Sivîl a Sêrtê de Serokê BDP-a Sêrtê Faruk Saglam, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, endam û reveberên BDP-ê jî di nav de bi sedan hevwelatî amade bûn. Hevwelatiyên ku di bin germaya 49 dereceyan de kom bûn, nimêj kirin û operasyonên Îranê şermezar kirin. Girsê li pişt Mele Mihemed Polat nimêj kir û xwest her kes li gor rihê meha Remezanê tevbigerin. Li navçeya Misircê ya Sêrtê jî bi sedan kes li kolana Beykentê kom bûn û nimêja xwe kirin.

 Diyarbekir

 Li Diyarbekir û navçeyên Farqîn, Bîsmîl, Lîce û Erxeniyê jî bi hezaran kes kom bûn û ji bo Nimêja Înê ya Sivîl ref girtin. Nêzîka hezar kesên ku di bin dîwar û bedenên bircên Sûrê de ref girêdan, li gel germahiya zêde dîsa nimêja xwe kirin. Serokê DÎAY-DER-ê Zahît Çîftkuran li pêşiya girsê nimêj kir û xwest kes li hemberî zilm û zordariyê serê xwe netewîne. Li navçeyên Ferqîn, Bîsmîl, Erxenî û Lîcê jî bi sedan kes kom bûn û nimêja xwe kirin. Li navçeyan jî operasyon hatin şermezar kirin û hat xwestin ku her kes li hemberî zilmê serî rake.

 Şirnex

Li Şirnex û navçeyên Sîlopî, Cizîr, Qilaban û Hezexê jî bi hezaran hevwelatî di çarçoveya neguhdariya sivîl de li hev kom bûn û nimêja xwe kirin. Li Şirnexê herwiha bi sedan kesên ku li meydana pişt avahiya BDP-a Şirnexê kom bûn, di bin konê “Mizgefta Sivîl” de ref girtin. Li Şirnexê jî li pêşiya girsê Mele Saît Îdin bi kurdî xudbe xwend û xwet meha remezanê ji bo aştî û demokrasiyê bibe wesîle.

 Mêrdîn

Li navçeyên Dêrikê û Qoserê yên Mêrdînê jî bi heman armancê bi sedan kes li hev kom bûn û ji bo Nimêja Înê ya Sivîl ref girtin. Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bi sedan kesên ku li Parka Hunerê ya Ahmet Kaya kom bûn, nimêja xwe kirin. Li Navçeya Qoserê jî bi sedan kesên ku li ber Mala Gel a Şeyhdavut Yalçinkaya kom bûn, minêj kirin.

Riha

Li navçeyên Wêranşar, Serêkaniyê jî bi sedan kes wek her hefte li heman meydanan kom bûn û nimêja xwe kirin. Li navçeya Serêkaniyê bi sedan kesên li Parka Musa Anter kom bûn nimêji kirin. Li pêş girsê Melle Abduleziz Bîlgîn bi Kurdî weaz dan û minêj kir. Li Navçeya Wêranşarê jî hevwelatî li ber avahiya BDP-ê ya Kişlayê kom bûn û nimêj kirin.

Wan

Li Wanê nimêje înê li Parka Ehmedê Xanî hat kirin. Ji ber germa zêde hevwelatiyan bi sîwanê xwe parastin. Mele Abdullah Adli beriya nimêjê weaz da û bal kişand ser êrîşên dewleta Îranê. Mele Adli da zanîn ku ti eleqeya tiştên tên kirin bi Îslamiyetê ve nîn e û got ku êrîşên di meha Remezanê de tên kirin tawan in.

Bazîd

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê nimêja înê li Konê Çareseriya Demokratîk hat kirin. Beriya nimêjê mele Resul Înak weaz dam û êrîşên dewleta Îranê şeremzar kirin. Înak diyar kir ku di meheke pîroz de mirov tên qetilkirin û dijî Kurdan êrîşeke giştî heye.

Colemêrg

Li Colemêrgê jî nimêja înê li Konê Çareseriya Demokratîk hat kirin. Gelek hevwelatiyan bi hevre nimêj kirin. Mele Zekî Çîftçî di xudbeyê de bal kişand ser girîngiya meha rojiyê û baweriya di Îslamê de.

Kop

 Li navçeya Kopê ya Mûşê bi sedan kes tevli nimêja înê bûn. Li Konê Çareseriya Demokratîk a Parka Teras Kop-Bîlîcanê nimêj hat kirin. Mele Suleyman Çagli weaz dan û xutbe xwend. Çagli got ku îbadeta di vê mehê de tê kirin pir girîng e.

Melazgîr

Li navçeya Melazgîrê ya Mûşê jî nimêja înê li Konê Çareseriya Demokratîk hate kirin. Mele Omer Oztur nimêj da kirin. Hevwelatiyan li ser sicade û qartonên ku ji malê anîbûn nimêj kirin. Rûdaw-Diha

Nûbihar: Sazîya Herî Faşîst Dîyanet e

Nûçexane – Serlêdana Weşanxaneya Nûbiharê ya ji bo fûara Meha Remezanê ya Sazîya Dîyanetê ya Tirkiyeyê, wekî salên berê dîsa hat redkirin. Weşanxaneya Nûbihar li ser vê helwesta Sazîya Dîyanetê ya Tirkiye daxûyanîyeke nivîskî ji raya giştî re ragihand û hat gotin ku, li Tirkiye sazîya herî faşît Dîyanet e û ew ê wek weşanxane her sal ji bo van helwestên wan derxin holê serlêdana xwe bidomînin.

Weşanxaneya Nûbihar, ev çend sal in jî serî li fûara dîyanetê dide da ku beşdar bibe. Lê her car bi hincetên pûç serlêdana wan tê redkirin. Di daxûyanîya Nûbiharê ya li dijî helwesta dîyanetê de wiha hat gotin: “Ew çend sal e wekî weşanxaneyek Kurdî-Îslamî, Nûbihar ji bo Fuara Diyanetê ya Remezanê muraceet dike. Lê ji ber ku li Tirkiyê hê jî sazîya herî faşîst û pespaye Diyanet e, muraceeta Nûbiharê paşve dizivirîne. Nûbihar mirî û sotiyê wê fuarê nîn e. Lê ji bo ku bê zanîn ku hê li vî welatî tu tişt nehatiye guherîn û Diyanet hê jî faşisttirîn sazîya dewletê ye, ji bo îsbata wê her sal muraceet dike.”

Nûbihar ji sala 1992yan ve li Stenbolê weşanên Kurdî-Îslamî  û kovareke bi navê Nûbihar xwerû bi Kurdî çap dike. Nûçexane

Bawermendên Kurd partiyekê ava dikin (Hevpeyvîn)

Nûçexane – Serokê Koma Diyaloga Dîcle û Firatê Mûhîtînê Batmanî, eşkere kir ku divê bawermendên Kurd ji partiyên Îslamî yên Tirk û Ereban veqetin û li ser xeta bawermendên Kurdistanî însyatîfek an jî partiyekê ava bikin. Batmanî xwest ku êdî Kurd nebin dûvikê partiyên din.

'Çepgirên Kurd kirin endamên partiyên Kemalîst, bawermendên Kurd jî ketin nav partiyên oldar ên Tirkan'

Serokê Koma Diyaloga Dîcle û Firatê Mûhîtînê Batmanî, derbarê avakirina însyatîf û partiyeke nû ya bawermendên Kurd de, bersiva pirsên rojnameya me Rûdawê da.

Li Başûrê Kurdistanê partî û dezgehên bawermendên Kurdistanî hene. Ji bo çi li Bakurê Kurdistanê bawermendên Kurd bi hev re, bi giyaneke Kurdistanî tevnagerin?

Heta 1925ê tevgerên Kurdan ên Kurdistanî ji sedî 90 hemû odlar bûn. Ronakbîrên Kurd hemû bawermend bûn. Mewlana Xalid, Ehmedê Xanî, Meleyê Cizîrî hemû oldar in û Kurdistanî ne. Heta 1925ê jî li çar parçeyên Kurdistanê serkêşên tevgerên Kurd oldar bûn. Li Bakur Şêx Seîd û hevalên xwe, Seîdê Kurdî û hevalên xwe, li Başûr Mele Mistefa Barzanî, Şêx Mehmûdê Berzencî û li Rojhilat jî Qazî Muhamed hebûn.

Baş e. Çima ev tevgerên Kurdistanî û bawermend piştre ji xeta Kurdistanîbûnê derketin?

Ji 1925ê û vir de, ji ber ku tevgera Şêx Seîd bi xwînê hate tepisandin, bi hezaran bawermendên Kurdan hatin nefîkirin. Hinek ji wan çûn Anatoliya Navîn. Hinek ji wan berê xwe dan Rojhilat û Binxetê. Ji salên 70’an û vir de îcar tevgerên Kurd rengê xwe guhertin ser çepgiriyê. Ji bo ku Kurdan bixapînin li ser xeta Kemalîzmê gelek partiyên Tirk hatin avakirin û ji bo ku Kurdan ji rêya azadiyê dûr bixin, Kurd nebin yek, Kurd xistin nava xwe. Jixwe ji ber ku ev partî hemû li ser xeta Tirkiyeyîbûnê ava bibûn, Kurdên di nava xwe de jî helandin. Yanî çepgirên Kurd bi Kemalîzmê re, di nava heman xetê de cih girtin. Bawermendên Kurd jî ketin nava partî û hêzên oldarên Tirkan. Di bin tesîra hereketên alema ereban a Îslamî de, di bin tesîra ekola Îslama Îranê de man, di bin tevgera Afganistanê de man, hinek ji wan jî di bin tesîra cemaetên senteza Tirk-îslamê de man. Ji reh û damara Kurdayetiyê qut bûn û careke din nekarîn bên ser xwe.

‘Tirk, Ereb û Faris dibêjin “Misilman bira ne” lê di bin de jî neteweya xwe derdixin pêş’

Tu jî heta salên 2000’î di nava oldarên Tirk de bûyî. Çi guherî ku te dev ji wan berda û niha di wê baweriyê de yî ku divê Kurdên bawermend bi serê xwe tevbigerin?

Her çiqas ji 1970’yan heta 2000’an jî em misilmanên Kurd di hêz û hereketên ku dewa umetê dikirin de bûn, me cih sitand, lê bi kesayetî gelek kesên di van hereketan de dîsa behsa Kurdistanê kirine. Mînak, di 1976ê de li Tetwana Bedlîsê mitîngeke bawermendên Tirk û Kurd çêbû. Di wir de me Batmaniyan bi Kurdî pankarteke ku li ser “Azadiya miletan bi Îslamê dixwazin – Xortên Îslamê” dinivîsand, rakir. Di wê mitînga Tetwanê de Tirkên bawermend jî behsa Şêx Şehabedîn û Seyîd Evdilqadir kirin. Bi kesayetî em bawermendên Kurd piranî ji berê de ji Şêx Seîd û hereketa Mele Mistefa Barzanî û Qadî Muhamed hez dikir. Em hê jî hez dikin. Piştî tecrûbeyeke dûdirêj me fêm kir ku em dibêjin umet, yekîtiya misilmanan, birayên misilman. Me lê nêrî ku em tenê vê dibêjin, Tirk, Ereb û Faris dibêjin “misilman bira ne” lê di bin de jî neteweya xwe derdixin pêş. Yanî Kurdên me jidil in, bi dilekî safî ji Xwedê û misilmaniyê bawer dikin, ji aliyê Tirk, Ereb û Farisan ve hatin bikaranîn. Em niha xwe rexne dikin.

Tevgerên Îslamî yên Tirk, Ereb û Faris li pirsgirêka Kurd çawa dinêrin?

Îro em hatine vê astê ku ew tiştên ku me diparast baş in lê xeyalî ne. Çimkî gelek xortên Kurd li ser navê Îslamê berê xwe dan piştgiriya Çeçenistanê, Filistinê, Bosniya-Herzegovîna, Afganistanê û gelek bindestên din ên misilman. Lê me ti caran nedît ku hereketên bawermend ên Ereb, Tirk û Faris Kurdên bindest ji xwe re nekirine xem û ji bo doza wan tênekoşiyane. Bi hezaran Kurdên me tên girtin, kuştin lê ne di xema wan de ye.

‘Divê oldar, lîberal û çepgirên Bakurê Kurdistanê Başûr ji xwe re mînak werbigrin’

Piraniya Kurdan misilman in. Ev piraniya bawermendên Kurd hê jî dengê xwe didin partiyên muhafazakar ên dewletê û bi komên bawermendên Tirk re kar dikin. Ev rewş divê çawa bê guhertin û giyaneke Kurdistanî di nava van bawermandan de bê avakirin?

Di vir de ji me re mînaka mezin Başûrê Kurdistanê ye. Ev ji me re hêcanek e. Îro li Başûr partiyên bawermend hene, sekularîst hene, yên Êzdî hene û çepgir hene. Hemû jî Kurdistanî ne. Divê oldar, lîberal û çepgirên Bakurê Kurdistanê jî Başûr ji xwe re mînak bigrin û li ser doza Kurd û Kurdayetiyê xebatan bimeşînin, dezgehan çêkin.

Hûn bawermendên Kurd hûn ê çawa bikaribin xwe ji hikûmeta AK Partiyê û ji grûbên bawermendên Tirk xilas bikin?

AK Partî îro piraniya dengê Kurdan distîne. Îro îmkana ku ev Kurdên ku dengê xwe didin AK Partiyê, dengê xwe bidin BDPê, nîn e. Çimkî BDP sekûlarîst e û bawerî nedaye bawermendên Kurd. Pêwîst e ku em Kurdên oldar hêzeke alternatîf çêbikin û van Kurdên ku dengê xwe didin AK Partiyê û partiyên oldarên din, bînin ba xwe. Jixwe îro piraniya Kurdan di wan partiyan de ne. Ger em bikaribin van Kurdan ji wan partiyan veqetînin, divê yan hereketeke mezin a bawermendên Kurd yan jî partiyeke Kurd a bawermend bê çêkirin. Îro Kurdên me yên oldar piranî bi grûbên Tirkan û yên ereban re kar dikin. Navendên wan Stenbol, Enqere, Qahîre ne. Divê bi şiklekî em ji nû de van oldarên Kurdistanê li hev vegerînin, bicivînin, weke mînaka Başûrê Kurdistanê. Weke ku em bûne dewletek, ji nû de saziyên xwe yên sivîl çêbikin, partiyên xwe çêbikin. Bi vî şeklî wê Kurdên oldar ber bi vê hereketê ve bên û xeta Kurdistanî biparêzin.

‘Em ne alternatîfa BDP û PKKê ne, em dixwazin însyatîfek an jî partiyekê ava bikin’

Di bin navê “Bawermendên Kurd” de, vê mehê li Amedê civînek pêk hat. Armanca we çi bû?

Divê em misilmanên Kurdistanê serbixwe bixebitin. Ez niha ne berdevkê vê civînê me. Ez jî ji wan ferdek im. Jixwe niha berdevk jî tune ne. Lê weke kes, ez dikarim wiha bêjim; em ne alternatîfa BDP û PKKê ne. Em dixwazin bi baweriya xwe tevbigerin. Em dixwazin însyatîfek an jî partiyekê ava bikin. Ev civîna me wê careke din pêk bê. Di civîna berê de komîsyon hatin avakirin. Piştî meha Remezanê em ê di civîna ku çêbikin de bi berfirehî li ser vê mijarê biaxivin, bidin û bistînin. Di vir de wê biryara dawî bê dayîn û li gorî wê rêxistinek bê avakirin. Rûdaw – Bawer Çem

Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn

Nûçexane – Li Diyarbekirî ji bo yadkirina Şêx Seîd û hevalên wî yên ku berî 86 salan hatibûn darvekirin li Qada Deriyê Çiyê bi hezaran kesan meşek li dar xist.

Bi hezaran kes ji bo bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî yên ku beriya 86 salan hatin darvekirin li Qada Deriyê Çiyê kom bûn. Lê walîtiyê destûr neda li qadê çalaki bê lidarxistin. Ji ber vê yekê jî girse li qiraxa qadê kom bû. Welatiyekî ji bo şermezarikirina helwesta polîsan xwe li ber wesayîta TOMA’yê dirêj kir. Girseyê li vir starên ku ji bo Şêx Seîd hatine nivîsandin stran. Quran hate xwendin û dua hate kirin. Piştre neviyê Şêx Seîd Bedrî Firat axivî got ku bila dagirker baş bizanibin ku cezayên darvekirinê û darvekirin tu caran gelê kurd bêzar nakin.

Parlamenterê Bloka Ked Demokrasî û Azadiyê yê Amedê Altan Tan jî bal kişan li ser gotinên Şêx Seîd ên “îro ez ber bi sêdarê ve diçim, ne poşman im, ji ber ku ji bo miletê xwe têm qurbankirin. Tenê daxwaza min ew e ku bila neviyên me, li hemberî dijmin me nedin fedîkirin.” Tan wiha axivî: “Em di dîrokê de bi hev re bûn û me bi here têkoşîn da. Em ketin heman goran. Lê îtihatparêz û kemalîst hatin û li vê cografyayê xwîn rijandin. Sedema qetilkirina Şêx Seîd û havelên wî heye. Heta niha tu qeydên dadgehan dernexistin holê.” Tan got ku Tirkiye Şêx Seîd û hevalên wî weke kevneperest nîşanî Ewropayê dide, li aliyê din li Enqere u Stenbolê jî dibêjin kurd ji bo cudakariyê îsyanê dikin bi vî rengî du caran derewan dikin.

Tan di berdewama axaftina xwe de jî ev tişt anî ziman: “Weke hûn jî dizanin piştî ku mezinên me qetilkirin piştre jî bi sedan hezaran gundên me şewitandin. Bi hezaran kes bi tî û birçî qetil kirin. Dadgerên ku şandibûn vê derê ne dadger bûn. tu eleqeya wan bi hiqûqê re tunebû. Wek ji wan piştî salan biranînên xwe nivîsand. Tiştên ku li Amedê qewimîn nivîsand. Wiha got ‘piştî ku ez ji Amedê vegeriyam bi salan ezabê wijdanê kişand. Bi şev ciwanekî 20-25 salî dihat xewna min. Di dadgehê de ji wî ciwanî pirsîn û gotin tu çima li vir î. Tu gotineke turkî nedizanî. Bi kurdî hin tişt got. Wergêran gotin ku ciwan gotiye ew tirkî nizane. Dadgerên wê derê li hev mêzekirin û piştre gotin ji yên ku tirkî nizane xêrek nîn e, wî darve bikin.’ Van tiştan dozger Sureyya Orge Evren tîne ziman. Hevalno melitên ku dîroka xwe ji bîr bikin ne milet in. Divê me baş bizanibin ku em ji kû hatine û kîan listok têne lîstin”

Piştî axaftina Tan merasîma bîranînê bi dirûşman bi dawî bû. ANF

Barzanî Îsra û Mî’rac li hemû misilmanan pîroz kir

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Îsra û Mî’rac bi peyameke nivîskî pîroz kir. Peyama Serok Barzanî di malpera fermî ya Serokatîya Herêma Kurdistanê de hat ragihandin.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Subhanellezî Asrî be’îbde lîlalemin elmescîd alhiram ale almescîd alaqsa ellezî barekna hulel nuriye min ayatina ane hu alsema albasîr
Sadaq Allehul Azîm

Ji bo hatina bîranîna bi rûmeta şevreva Îsra û Mî’raca pêxemberê me yê mezin Mihemed El Mistefa (D.X), pîrozbahiyeke germ pêşkêşî misilmanên cîhanê bi giştî û misilmanên Iraqê û Herêma Kurdistanê bi taybetî dikim. Hêvîdarim hemû salê ev bîranîn bi xêr û xweşiyê vegerê û Kurdistan jî herdem avadan û pêşketî bê.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
26 Receb 1432 Koçî
28 Hezîran 2011 Zayînî