Gallery

‘Li pey dersên kurdî re divê yaseya terorê jî bê sererastkirin’

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Çavdêrên rojavayî, pêngava azadkirina xwendina bi zimanê kurdî li Tirkiyê ku heftiya borî ji aliyê serokwezîr Receb Teyb Erdogan hat ragihandin, wek pêngaveke girîng dibînin, lê bi baweriya wan jê girîngtir berdewambûn e li ser reformên taybet bi … Continue reading

Rate this:

Gallery

Amnesty: 676 kes par hatine bidarvekirin

Nûçexane – Rêxistina Navdewletî ya Lêburînê (Amnesty) ragihand ku di sala borî de 676 kes li seranserê dinyayê hatine bidarvekirin. Li gorî nûçeya CNN, Amnesty di raporta xwe her sal de aşkere kir ku 676 kes di sala 2011an de hatine bidarvekirin û piraniya wan li Îran, Iraq, Erebistana Siûdî û Yemenê bûn. Amnesty ronî kir ku ji koma 198 welatên dinyayê, tenê 10% ji wan cezaya bidarvekirinê qedexe kirine. Amnesty bal kişand ku di sala borî de, cezayê bidarvekirinê derheqê 18 hezar û 750 kesan hatiye birîn û ji wan 676 … Continue reading

Rate this:

Gallery

Kurdolog Michiel Leezenberg Konferansa Kurdî Dinirxîne

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Di Konferansa Netewî ya Zimanê Zikmakî ku li Diyarbekirê pêk tê de mamosteyê Zanîgeha Amsterdam’ê, Dr. Michiel Leezenberg jî bi sernavê, “Di Pêkhatina Yekîtîya Netewî de Rista Zimên” pêşkêş kir. Birêz Leezenberg di derheqê konferansê de bersîva pirsên … Continue reading

Rate this:

Gallery

‘Pêwistiya medya kurdî bi profesyonelî û serxwebûnê heye’

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor rêxistineke nehukmî ya navnetewî ye û buroya sereke li bajarê Parîsê ye. Ew di sala 1985ê de hatiye avakirin û derbarê azadiya rojnamevanî li cîhanê raporan belav dike. Ev rapor bi şeş zimanan tên weşandin … Continue reading

Rate this:

Îran topan diavêje çadirên koçberan

Nûçexane – Îro di saetên sibehê de Îranê dema topbarankirinê dirêj kir û 2 top li kêleka çadira koçberên li Gocarî da.

Qeymeqamê Qezaya Pişder Hesen Ebdullah ji Rûdawê re behsa topbaranên Îranê kir û got: “Îro di saetên sibehê de Îranê dû top li kêleka çadira koçberên li Gocarî da û ev der jî dikeve navbera gundê Sunê û Şêwereş de.” Ebdullah di dirêjiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku îro di saetên sibehê de Îranê gundên Sûnê, Alyereş, Zêweke û gundên derdorê topbaran kiriye û wiha pêdeçû: “Ti ziyanek giyanî bi xwe re naniye, lê zererek zêde gihandiye rez, bax, daristan û xaniyên gundiyan ên li wê navçeyê.

Li gor daxuyaniya ku gundiyên li wê navçeyê ji Rûdawê re dayîn, gelek kes koçberbûne, hinekan gundên xwe bi cih hêlane û ji tirsa topbaranê xwe û zarokên xwe di jêrzemînên taybet de veşartine. Rûdaw

Ji zimanê Qadir û Meryem çîroka topbaranê

Nûçexane – Qadir û hevsera wî Meryem dema ji bo koçeriyê çûbûn zozanan bi karê xwe yê rojane ve mijûl bûn, lê dengê çend topan ew rawestandin û veguhestin. Wan tenê karîn xwe û hinek ajalên xwe rizgar bikin. Niha Qadir di bin çadirekê de ye, bi xetên şîn navê UNHCR li ser hatiye nivîsandin û li benda arambûna rewşê ne.

Qadir Resûl (45) ji gundê Bestê yê girêdayî navçeya Jarawe ser bi qezaya Pişder e. Nêzîka 100 mîyên (mih) wî hene û ji bo çêrandina miyên xwe çûye zozanên Dêlke û Swêle. Ev zozan jî dikevin ser sinorê Herêma Kurdistan û Îranê.

‘Kesê me bidîta wê girîyê wan bi me bihata’

Qadir çîroka wê rojê vedigêre ku topbaranên Îranê ew neçar kirin zozanan bicih bihêlin: “Dema şer dest pê kir saet 09.00 bû. Îranê bi giranî derdora mala me topbaran kir û me tenê karî mal û xêzana xwe rizgar bikin. Kesê ku em dîtibana, wê giriyê wî bi me bihata. Me tiştek ji nava malê dernexist û me hemû di mal de hêla.” Niha mala Qadir û 6 malên din li Pirda Heso ji xwe re çadir vedane û bi dilgiranî dibêje: “Ev çend roje em li vê derê ne û ti kes nabêje, mala we li kûderê ye.”

‘Min Kewên Xwe di qefesê de hêla û derketim’

Qadir Resûl ji bilî dûrbîn û çifteya xwe hemû tiştên mala xwe, berhemên ji penîr û çend mî bi cih hêlaye, lê tenê di xema kewên xwe yên ku li wê derê bi cih hêlayî de ye û dibêje: “Ez ne di xema mala xwe de me, lê ez xwe gunehbar dibînim ku min kewên xwe di qefesê de hêlaye û wê demê ji ber topbaranê agahdariya min jê nema. Tenê min hinek dan û av li pêşiya wan daniye û ez di tirsim ji têhnan bi xeniqin. Ez çend caran ji bo anîna wan çûm, lê hevalên PJAKê rê nedan ku ez biçimê. Ji min re gotin, Îran li wan cihane û ger rê daban min, minê xwe ji bo anîna wan xistiban metirsiyê de.”

Firoke û Helîkopterên Îranê bi ser wan de difirîn

Dema hevsera wî Meryem Seyîd Ehmed dest bi gotinê kirî, hê jî axaftinên Qadir Resûl xilas nebûbûn. Meryem 41 saliye û dibêje: “Pasdarên Îranê bi ser baregehên gêrîlayên PJAKê de girtin û şer dest pê kir. Li aliyekê gûleyên Eceman di hatin me, li aliyekî din jî firoke û helîkopterên Îranê li ser me re di firiyan. Baş bû ti kes ne mirin, lê ji saet 09.00ê ta 18.00ê êvarê em li gel miyên xwe reviyan. Piştre jî min û keçeka xizma me rêya xwe winda kir û niha jî herdu piyên min bi bîrinin.”

‘Mîyên me mirin û nêzî deh mîyan jî me li wir hişt’

Niha ajalên Meryemê wekî wê yekê ne ku ti berhemekê wan nebe: “Me berhemên xwe li zozanan hêla. Niha jî li vê derê şîrê ku em bi rojan ji miyên xwe di dûşîn, didin xelkê û em nikarin depo bikin. Xizmên me, cilûberg û tiştan ji me re tênin.” Meryem wiha pêdeçû: “Niha hêdî-hêdî miyên me dimirin û me nêzî 10 miyan jî li wê derê hêlane. Li vê derê cihê çêrandinê nîne.”

‘Gerîlayan ji başîyê zêdetir tiştek din nedane me’

Qadir Resûl gotinên Meryemê birî û got: “Her tiştek di mala me ya li zozanan de heye û ez dixwazim gêrîla biçin bixwin, lê ne dagirkerên Îranê. Ji ber gêrîla kurd in û ji ber kurdîniyê Îran dest ji wan na berde. Gêrîla ji başiyê zêdetir ti tiştek din nedane me, herwiha berê jî berpirsekê wan hat gel min û got, agehdar bin, Îran û Tirkiye dixwazin Qendîl dagir bikin.”

Qadir di dawiyê de derbarê şerê gêrîlayên PJAKê de got: “Şerê ku ew dikin ti kes nikare bike. Îran derdora wan digre û ew çiya hemû dibin agir, dema top radiwestan, dest bi gûle berdana pasdaran dikin.”

Ji alîkarîya hikûmetê bêpar in

Lê Qadir Resûl berê giliyên xwe dide hikûmetê û dibêje: “Hikûmet wekî pêwîst awirekê nade me, em niha li vê derê bê elektrîkin û em li hemû cîhanê geriyan me fanosek peyda nekir. Ji neçarî elentrîkek ya şarjê li gel me ye, em piştî xwarin xwarinê digirin û di tarîtiyê de dirûnin.”  Qadir Resûl wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ger em bizanin wê ev topbaran berdewam bike, emê neçar bibin ku miyên xwe bi firoşin. Ji ber em nikarin bi vî awayî xwedî bikin.” Rûdaw / Ferman Çomanî

Parlamentoya Kurdistanê sinetkirina keçan qedexe kir

Nûçexane – Yasaya nehiştina şîdeta malbatî ku sinetkirina keçan jî qedexe dike, berî dû hefteyan li Parlamentoya Kurdistanê hat pesendkirin. Berpirs û Damezrênerê Rêxistina WADI ya Alman Thomas von der Osten vê yasayê weke “zarok”ekî xwe dibîne û weke “destkefteke mezin” lê dinêre, lê dibêje: “Karê ciddî piştî pejirandina yasayê destpê dike”.  Osten di wê baweriyê de ye ku tenê derxistina yasayê ji bo nehiştina vê fênomenê têr nake, lê dibêje: “Kurdistan tena navçeya Rojhilata Navîn û Efrîqa ye ku yasayeke bi vî rengî derxistiye.”

Rêxistina WADI bi vejandina mafên mirov û demokrasiyê re mijûl e û giringiyê dide pirsgirêkên jin û zarokan. Thomas von der Osten ku damezrênerê vê rêxistinê ye, nêzîka 20 sal in li Kurdistanê di van waran de kar dike, lewra jî şehrezabûneke mezin li ser pirsên civakî û çandî yên civaka kurd peyde kiriye.

Di 2004ê de, Osten ji bo nehiştina diyardeya sinetkirina jinan li Herêma Kurdistanê dest bi kampanyeke berfireh kir. Îstatîkên Rêxistina WADI li ser rêjeya xetenekirinê li Kurdistanê pir balkêş bûn û jixwe ev bû sedemê gengeşe di navbera navendên olî û navendên parastina mafên jinan de, derkeve. Encama van gengeşeyan jî, ew bû di sala 2008ê de proje-yasaya nehiştina şîdeta malbatî bi piştîvaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat danîn, ku heftiya çûyî parlamentoya Kurdistanê pesend kir. Yek ji madeyên wê jî sinetkirina jinan weke tawan dide naskirin û ceza bo dehifder û cîbicîkerên wê diyar kiriye. Osten dibêje: “Lewra ev yasa weke zarokekî min e.”

Parlamento sê sal dereng ma

Osten dixwest ku Herêma Kurdistanê zûtir ev pêngav bavêta: “Cihê mixabiniyê ye ku parlamento sê salan ma heya ku ev yasa derxist û di vê navberê de jî bi hezaran keç hatin sinetkirin.” Lê Tirsa Thomas von der Osten heye ku neyê pêkanîn: “Karê ciddî piştî pesendkirina yasayê destpê dike, çimkî nehiştina vê fênomenê tenê bi pesendkirina yasayekê nayê kirin, weke me berê di yasaya qedexekirina kuştinê bi behaneya parastina namûsê de dît, herdem kêşeya cîbicîkirinê heye.”

Li gor Osten eger aliyên pêwendîdar û civak bi xwe vê yasayê ciddî werbigirin û li ser nehiştina sinetkitina jinan pêkut bin, bicihkirina yasayê garantî ye. Di vê çarçoveyê de jî pêwîst dibîne ku ji bo mamoste û oldaran kampanya hişyarkirin û vekirina kursên perwerdeyê bê dirêjkirin.

Osten bi piştrastî dibêje biryardana vê yasayê li cîhanê wêneyekî erênî li ser Kurdistanê çêdike: “Wêne baştir dibû eger yasa çend salan berî niha bihata pesendkirin.”

Herêma Kurdistanê bi derxistina vê yasayê weke ku Thomas von der Osten dibêje, dibe tena navçeya Rojhilata Navîn û Efrîqa ku yasayeke bi vî rengî derdixe: “Weke em zanin li welatên wek Siudiyê, Misir, beşekî Urdun û Oman û welatên Efrîqî jî ev diyarde heye, lê li van welatan ti kes qala vê diyardeyê nake, ev tiştekî erênî ye bo Kurdan.”

Zêdetirîn rêjeya sinetkirina keçan li devera Pişder e

Li gor lêkolîna herî dawî ya Rêxistina WADI ku di 2008ê de li ser Hewlêr û Silêmaniyê û Germiyan hatiye kirin, rêjeya xetenekirina jinan li van navçeyan ji sedî 66 bû. Rêxistina WADI niha jî lêkolîneke taybet li ser Kerkûkê çêdike. Osten ragehand: “Rêjeya sinetkirina keçan ji navçeyekê heya yeke din diguhere. Li hinek deveran rêje ji sedî 100 e, mînak zêdetirîn rêjeya sinetkirina keçan li devera Pişder e ku Ranya û Qeladizê jî lixwe digire. Herwiha li Hewlêr û Silêmaniyê jî rêje bilind e.”

Nehîştina sinetkirina jinan ku tê gotin kevneşopiyeke Firewnî ye û ji zemanên kevin derbasî civakên deverê bûye, Osten dibêje: “Hevalên min li Misirê ji bo nehiştina sinetkirina jinan ev nêzîka 20 sal in berdewam in, lê li Kurdistanê ev 4-5 sal in kampanya destpê kiriye. Ger li Kurdistanê bi heman lezgîniyê ev prose bê bicihkirin, Kurdistan dikare bide pêşiya gelek welatên ku ev diyarde li wan heye.” Rûdaw

Raporta Almanya: PKK înternetê baş bi kar tîne

Nûçexane – Rapora sala 2010’an a Rêxistina Parastina Makezagona Federal a Almanyayê ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Hans Peter Friedrich ve hat belavkirin. Di rapora 337 pelî/perî de 18 pel ji PKK’ê re hatiye veqetîn. Rapor, di beşa derbarê PKK’ê de balê dikşîne ser jimareya bilind a endamê PKK’ê û tê diyarkirin ku di nav Kurdên li Almanyayê dijîn de PKK xwedî roleke mezin e û di van salên dawîn de înternetê rind/baş bi kar tîne.

Hans Peter Friedrich Wezîrê Karê Hûndir ê Almanya

Li Almanyayê Rêxistina Parastinê ya Makezagona Federal wekî salên berê di rapora xwe ya sala 2010’an de jî cihekî berfireh ji PKK’ê û Kurdên li Almanyayê dijîn re veqetand. Rapora navborî duh li Paytext Berlînê ji aliyê Wezîrê Karên Navxwe Hans-Peter Friedrich ve hat ragihandin; rapor, îro jî li ser înternetê hat belavkirin.

Zimanê raporê, zimanê salên berê li ser xwe navêt, komên çepgir ên radîkal û radîkal ên Îslamî bi xerakirina ewlekariya welêt tawanbar kir. Di raporê de hat gotin ku PKK di nav 800 hezar Kurdên li Elmanyayê dijîn de xwedî roleke çalak û mezin e.

Rapora ku têde jimareya endamên komên Îslamî yên wek ‘xeternak’ tê binavkirin, tê diyarkirin ku gihiştiye 37 hezar û 370 kesî. Di raporê de ciheke berfireh jî da xebat û tevgerên saziyên Tirk ên wek ‘Mîllî Goruş’ê (Nêrîna Neteweyî).

‘PKK ÎNTERNET Û ÇAPEMENIYÊ BAŞ BI KAR TÎNE’

Di raporê de der barê PKK’ê de li gor zimanê raporên salên berê, tu guherîn û veguherîn çê nebûye. Di raporê de tê bibîrxistin ku xebat û tevgerên PKK’ê ji sala 1993’yan û vir ve hatiye qedexekirin, cara yekem bi berfirehî cih da xebat û tevgerên ser înternet û çapemeniyê. Rapora 337 pelî, 18 pelê wê di bin sergotara ‘Komên di Nav Kurdan de’ ji PKK’ê re hat veqetandin; raporê bal kişand ser weşanên li ser înternetê.

Di raporê de hat destnîşankirin ku alîgirên PKK’ê rojnameya ‘Yenî Ozgur Polîtîka’ ya bi Kurdî û Tirkî weşanê dike dixwînin û ROJ TV’ê temaşe dikin. Her wiha raporê cih da nêrînekê wiha jî, “Ajansa nûçeyan a Kurdan ANF (Ajansa Nûçeyan a Firatê) cih dide nûçeyên der heqê PKK’ê de.”

Rêxistina Parastina Makezagonê got ku PKK, înternetê wek amêreke ragihandin û propagandayê rind/baş bi kar tîne. Di raporê de digel xwepêşandanên li Elmanyayê der barê xwepêşandanên Kurdan ên li Ewrûpayê de jî bi berfirehî û hûrgulî tê rawestîn.

Di raporê de diyar dibe ku kar û xebatên Federesyona Komeleyên Kurd ên li Elmanyayê (YEK-KOM) jî ji nêz ve tên şopandin. Her wiha di raporê de Partiya Çep bi piştevaniya PKK’ê tê tawanbarkirin. Di raporê de tê destnîşankirin ku Partiya Çep a di Meclîsa Federal de koma wan hey e, bi awayekî rêkûpêk beşdarî xwepêşandan û meşan dibin. Her wiha agirbesta KCK’ê û bêçalakîtiya gelek caran hatiye dirêjkirin, hatin bibîrxistin. ANF Kurdî

Piştî Kongreya Kurdolojî ya li Dihokê

Nûçe-Raport : Bi beşdariya 200 zimanzan û pisporên taybetmend ên zimanê Kurdî ji her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê li jêr dirûşma `Kurdolojî biyaveke zindî ji çanda mirovatiyê` Enstûta Kurdî li Parîsê bi hevkariya zanîngeha Dihokê di rojên 01-03.05.2011an û li herdû danên sibê û êvarê kongireya Kurdologiyê ya navdewletî ya dûyem li Dihokê saz kir.

Pispor û berhevbûyên kongreya Kurdologiyê ya navdewletî ya duyemîn diyar kirin ku giringiya kongreyê hevdu naskirin û pevguhartina E-mail û hejmarên mobilan û pirtûkan bû. Çend nivîskaran jî diyar kirin ku gerek bû di vê kombûna wisa mezin de, behsa zimanê yekgirtî û rênivîs û zaravên Kurdî bihata kirin.

Mamosteyê beşê zimanê Kurdî li zanîngeha Dihokê Dr. Kamîran Berwarî dibêje: “Ev kongire jî weke hemû kongireyên dî yên Kurdistanê tahma îdeolojî û partîzaniyê jê dihat, ji ber gelek saziyên giring ên zimanê Kurdî hebûn li Bakurê Kurdistanê, Mexmûr û Qendîlê ku nehatibûn vexwendin bo kongirê.”

Derbarê behs nekirina zimanê standart û fermî jî, Dr. Kamîran Berwarî bo Rûdawê dibêje: “Armanc ji girêdana kongirê ne ew bû behsa zimanê standart bikin, kongire li ser Kurdologiyê û danasîn û cografiya zimanê Kurdî bû. Rast e behskirina zimanê standart giring e, lê ez wisa nafikirim ku dirustkirina zimanekî standart bo Kurdan gelek dijwar be. Hergava Kurd bixwazin dikarin zimanekî standart dirust bikin, lê biryareke siyasî jê re divê.”

Dîrokzan û lêkoler Dr. Celîlê Celîl ku ji Vienna hatibû, got ev kongire derfeteke baş bû ku behsa zimanê standart û rênivîsa Kurdî bi tîpên Latînî û Erebî bihata kirin: “Giringiyeke mezin a van kombûnan heye, hevnasîneke baş di navbera pispor û şehrezayên zimanê Kurdî li hemû cîhanê çêbû, lê mixabin weke tê xwestin behsa zimanê standart û zimanê fermî yê Kurdan nehat kirin, ji ber pisporên herî mezin civiyabûn, derfeteke baş bû mijarên berfireh li ser zimanê standart jî bihata behskirin.”

Serokê Enstîtûta zimanên zindî li zanîngeha Mêrdînê Dr. Qedrî Yeldirim jî bo Rûdawê got: “Hevnasîneke baş di navbera zimanzanên hemû Kurdistanê de çêbû, nemaze bo me gelek giring bû, ji ber ev salek dibe ku me dest bi xwendina zimanê Kurdî kiriye, me E-mail, pirtûk û adresên xwe dan hev. Lê pir giring bû di vê kongireyê de behsa AB ya Kurdî û paşeroja wê bihata kirin.”

Berpirsê Ragehandina vê kongireyê Dr. Ebdulselam Îslambo Rûdawê dibêje: “Kongire bi awayekî serkeftî dawî li karênx we anî û ew bername û armanca jê re hatiye danîn, hemû bicih kir.” Derbarê armanca sazkirina kongire jî, navbirî got: “Armanca me ji hev nêzîkkirin û xurtkirina têkiliyan di navbera zimanzan û lêkolerên Kurd de bû li hemû cîhanê û hevnasînek di navbera wan de çêbû. Dîsa Kurdologî û dîroka Kurdan li her cihekî Kurd lê hebin hatine diyarkirin.”

Di vê kongireyê de, çend panelên taybet li ser Kurdên Êzdî hatin pêşkêşkirin. Ebdulselam dibêje: “Ji ber ku Êzdî jî oleke Kurdane, lewra di vê kongireyê de çend panelên taybet li ser dîrok û çanda wan jî ji aliyê pisporên taybet ve hatin pêşkêşkirin.”

Serperiştiyarê kongirê jî Dr. Ebdulwehab Xalid wiha axivî: “Vexwendina kesan bo kongireyê ne li ser bingeha partîzanî û îdeolojîk bû, lê dibe ku li ser taybetmendî û pisporiyên li ser Kurdologiyê bû, lewra hemû alî û her devereke Kurd lê hebin, bê liberçavgirtina aliyê siyasî yan îdeolojiya siyasî me daxwaz kiribûn.”

Weke Dr. Ebdulwehab Xalid got, ji Ewrûpa 24 pispor, ji rojava û bakurê Kurdistanê 9 pispor, ji Herêma Kurdistanê û Musil û Bexdayê 33, ji Dihokê jî 80 kes weke endam tevî kongirê bûn. Lê Îranê rê neda hinek kes ji Rojhilatê Kurdistanî bên kongirê.

Di dawiya kongireyê de jî, gelek pêşniyar û tawsiye ji kongirê hatin ragehandin. Ebdulwehab dibêje: “Di van pêşniyaran de hat ragehandin ku piştî 4 salên din kongireyekî din ê Kurdologiyê li bakurê Kurdistanê bê sazkirin. Dîsa çend konfirans li deverên cuda li ser zimanê yekgirtî û zimanê standart û AB ya Kurdî bên girêdan. Hemû endamên kongireyê pêşniyar kirin ku di vê demê de giringî bi hemû zaravên Kurdî bê kirin û ti zarav divê neyê paşguhxistin.”

Derbarê behsnekirina zimanê standart di vê kongireyê de, Dr. Ebdulwehab dibêje: “Kongir li ser Kurdologî, çand û cografiya zimanê Kurdî bû, lê ne li ser zimanê standart bû. Lê çend vekolîn li ser zaravên zimanê Kurdî jî hatin pêşkêşkirin.” Malpera Rûdaw

Aborijîn çima xwe dikujin?

Nûçexane – Hikumeta Avustralyayê li ser zêdebûna xwekuştinên li nav civaka Aborijînên li dûrahiyên herêma Kîmberyayê niştecih in, amadekariya pêşîgirtina van xwekuştinan dike.

Peyamnerê BBC Phil Mercer ji Sydneyê ragihand ku, hikumeta federal a Canberra, rûdanên xwekûştinên vê dawiyê yên nav Aborijînan wek ‘rewşeke metirsiyê’ dinirxîne û biryar daye ji bo tekoşîna vê arîşeyê fonekê terxan bike. Hikumet bi vê fonê him dixwaze piştevaniya derûnî li ser civaka xwecihiyan pêk bîne, him jî derfetên staj û perwerdehiyê ji bo wan zêdetir bike.

Dîsa tê gotin, li gor daneyan ciwanên Aborijîn ji hemtemenê xwe yên ku ne xwecih in çar qatan bêhtir meyla xwekuştinê dikin. Phil Mercer, di nûçeya xwe de balê dikişîne ser sedemên van xwekuştinan û dibêje: ‘Li ser van xwekuştinan tê fikirîn ku bandora madeyên tilyakê, bikaranîna alkolê ya bê zanebûn, neliheviya kulturî, jixweaciziya mirovan û neçariya jiyanê heye’.

Her wiha tê ragihandin ku, piraniya kesên dawiyê li jiyana xwe tînin temenê wan di bin 30 salan de ye û ligel lêkolînan jî baş nayê zanîn bê ji bo çi dawî li jiyana xwe tînin. Li gor nûçeyê Aborijînên ku bi bêkarî, depresyon û nakokiyên jiyanê re têdikoşin, serî li bijîşkên derûnînas nadin û hejmara kesên serlêdana tedawiyê kirine jî pir kêm in.

Di meha Tirmehê de wê li ser vê arîşeyê, ligel rûspiyên Aborijînan, siyasetvan û karmendên xizmetguzariya herêmê komcivînekê pêk bînin û çav li rê ye li ser mijarê hin biryarên girîng bên standin. Kurdî: NÛÇEXANE