Gallery

Wêneyekî 40 salî Phuc Kim: Ji Napalmê Xelas bû, niha Qasida Başîyê ya UNESCO ye

This gallery contains 2 photos.

Nûçexane – 8’ê Hezîrana sala 1972’an Phuc Kim ya ku ji sê rojan û vir ve xwe spartibû perestgeha Cao Daî bi qêrînekê veciniqî: Pêwîste em ji vir derkevin, dê vir bombebaran bikin û em hemû dê bimirin. Kîma 9 … Continue reading

Rate this:

Gallery

Serok Barzanî ji bo bîranîna Şoreşa Gulanê peyamek ragihand

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi minasebeta destpêkirina Şoreşa Gulanê peyamek pêşkêşî raya giştî kir. Bi navê xwedê mezin û dilovan; Bi minasebeta 36mîn salvegera destpê kirina Şoreşa pêşkeftinxwaz ya Gulana pîroz silav û rêzeke bêdawî tevahiya wan … Continue reading

Rate this:

Gallery

20 Salîya Parlemena Kurdistanê Hat Pîrozkirin

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Hikumeta Herêma Kurdistanê 20 salîya avabûn û destbikarkirina Parlemena Kurdistanê pîroz kir. Beyannameya hikûmeta herêma Kurdistanê bi minasebeta 20salia hilbijartina yekemîn parlamentoya Kurdistanê: Xelikê Kurdistana Îraqê beriya 20 salan di dengdaneke demokratîk û bêwêne di dîroka xwe de, … Continue reading

Rate this:

Gallery

26’ê Gulanê Termê 330 Şehîdên Enfalê Tên Definkirin

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Roja şemiyê 19-5-2012`an, ji bo destnîşankirina cih û demê merasîma pekrewwanên enfalan ku wê termên 330 şehîdên ku ji aliyê rêjîma Be`esê roxawî ve hatine enfalkirin, li bajarê Silêmaniyê civînek pêk hat. Di wê civînê de, li ser … Continue reading

Rate this:

Gallery

“Ez Têmûrê Xelîl, kurê Xelîlê Çaçan Mûradov û Eznîva Reşîd”

This gallery contains 2 photos.

Nûçexane – Têmûrê Xelîlê Çaçan, yek ji rojnameger-nivîskar-wergêrên şareza yê gelê kurd e. Jiyana ku sala 1949-an li Yerevana Ermenîstanê di nav malbateke rewşenbîr de destpê kir, vê gavê li Swêdê berdewam dike. Têmûrê Xelîl ji sala 1997-an ve li … Continue reading

Rate this:

Gallery

Ji rûpelên jiyana Fêrîkê Ûsif – Firîda Cewarî

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Sala 2011 hikûmeta Ermenîstanê dibistana gundê kurdan – Pampê (niha Sîpan) bi fermî kir ser navê helbestvanê bi nav û deng Fêrîkê Ûsiv. Fêrîkê Ûsiv. 2’ê meha mijdara sala 1934’a Ermenîstanê de, li gundê Pampa kurda (niha Sîpan) … Continue reading

Rate this:

Gallery

ASÎVA’ya 4’an bi mijara Kovargerîya Kurdî derket

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Kovara ASÎVA ku ji alîyê Xwendekarên Zanîngehên Enqerê ve tê derxistin, rûpelên hejmara xwe ya çaran ji lêkolîn û nivîsên ser kovargerîya Kurdî re terxan kir. Kovara ASÎVA ya ku ji hêla xwendekarên kurd, ên zanîngehên li Enqereyê … Continue reading

Rate this:

Cejna Karker û Kedkaran 1 Gulan

Nûçexane – Li Cîhanê Cejna Karker û Kedkaran cara ewil 1ê Gulanê di sala 1856an de, li Avustralyayê bajarê Melbournê, bi meşa ji ber Zanîngeha Melborne heta ber parlementoyê ya protestoya karkerên înşeatê dest pê kir.

1’ê gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê ye.

Di sedsala 19an de, li Ewropa û Amerîka, karker û kedkar di rewşeke pir zehmet de bûn. Ev zehmetî, belengazî û hejarbûna wan bû. Di karên paşketî de, li dijî tendurstiya mirovan, rojane 15, 16 saetan dixebitîn. Ligel vê yekê jî, heqdestê karkeran, carna têra xwarina wan jî ne dikir. Di wê demê de, karker ji zanebûn û rêxistinê dûr bûn. Nizanibûn mafên xwe yên mirovahî biparêzin. Di sedsala 19an de, bi pêşketina burjuwaziyê, ku teknolojî pêş dikeve. Ceyran tê keşifkirin. Ev pêşkeninên teknikî, berheman zêde dike. Êdî pêwistî bi hejmara karkeran ya zêde namîne. Di vê rewşê de, di navbera karkeran de, pêşbazî çêdibe. Betalî pir dibe û di warê aborî de, heqdesta karkeran kêm dibe. Karker li hemberî makîne û teknolojiyê dibin dijmin. Ev dijminahî bi awayekî zelal li Ingiltere bi çalakiyan dest pê dike û li cîhanê belav dibe. Êdî karker çareseriyê di tunekirina teknolojiyê de dibînin. Lê belê, pêşketina karkeran li ser bingehên zanistî û felsefî destpêdike. Ev Pêşketin bi xwe re rêxistinbûnê dertîne holê û ji nava refên karkeran rêvebirên tekoşînê derdikevin. Bi van rêvebiriyan re hêza wan birêxistin dibe.

  • Di sala 1884an de, karkeran dîtin ku çeka wan ya herî mezin, rêxistinbûna wan e. yekîîtiya karkerên navnetewî û federisyona karkeran ya Emerîka, ji desthilatdarên Burcuwazî daxwazkirin, ku saetên kar yên rojane bibin 8 saet û ev yek pêwiste heya 2 salan pêk were.
  • Piştî ev dema ku karkeran destnîşankiribûn bi dawî dibe,di 4 gulana sala 1886an de li bajarê Emerîka Chicago, ji aliyê sendîkaya Karekeran ve li Meydana Haymertê mîtngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de hemû rêxistinên karker û kedkar beşdarbûn. 80 hezar karker bi tevî malbatên xwe bi biryar û bi coşeke mezin mîtingên xwe bi dawîdikin. Lê belê di dawiya çalakiyan de, parazvanên netewî yên dewletê, gelên xwepêşandêr didin ber fîşekan. Di encamê de 6 kes jiyana xwe ji dest didin. Li dijî vê buyerê, roja din, mîting tên li darxistin. Di vê buyerê de jî, kesekî provakator, bombeyekê davêje, di encamê de polîsek birîndardibe. Li dijî vê parazvanên dewletê her deverê bombebarandikin. Bi sedan karker têne binçavkirin. Weke berpirsiyarên vê çalakiyê 4 rêvebiriyên karkeran têne girtin û bi destî heman hêzan têne dardekirin. Ev her Çar rêvebir Albert Parsons, August Spies, George Engel û Adolph Fischer in. Beriya ku bêne dardekirin, Spiyas û Parsons wiha dibêjin; we dengê me îro fetisand, lê belê dengên hê mezin û bihêztir wê bilind bibinû. Dengê gel wê xwe bide bihîstin. Ev gotin di dîrokê de hatin neqişkirin.
  • Sendîkaya Karkerên Emerîkan di Kongreya xwe ya 1888an ya li Saint Louisê biyar girt; heta ku dema kar ya 8 saetan were qebûlkirin, ewê sal di yekê gulanê de greva giştî pêkbînin. ‘Di sala 1889an de, li Parisê civîna Enternasyonal ya duyemîn hate lidarxistin. Di vê civînê de jî, roja 1 Gulanê weke roja Karkerên cîhanê hate îlankirin. Ji wê rojê û pêve, Karekên cêhanê bi tekoşîn û çalakiyên xwe, hê bêtir di rûpelên dîrokê de cihdigrin. Slogana vê rojê ku her salê careke din tê dubarekirin ev e, Karkerên cîhnê bibin yek.

Bi vî awayî 1 Gulanê ji bo karkeran bû cejnek yekîtî û piştgiriyê.

  • 1 Gulanê di roja me ya îro de li gelek welatan weke rojeke tehtîlê ye û ji aliyê karkeran ve bi xwepêşandanên girseyî tê pîroz kirin. Li hin welatan-jî 1 Gulanê bûye çalakiya daxwazên demakratîk ên siyasî.
  • 1 Gulanê li Tirkiyê yekemcar di navbera salên 1908an û 1912 an de hat pîroz kirin.

Digel qedexeyên salên 1921 û 1922an de, li Stenbolê karkerên tersane û tramvayê mitîng lidarxistin.

  • Di sala 1925an de, li Tirkiyê qanunek hat derxistin ku pîrozbahiyan qedexe kir û 1 Gulanêweke “Cejna Bahar û Çîçekan” îlan kir.
  • 1 Gulanê piştî bêdengiyeke 43 salan destpêkir ji sala 1968an û vir li Tirkiyê bi rengên cuda cuda hat pîroz kirin.
  • Di sala 1977an de, 500 hezar kesên ku tevlî merasîmeke li meydana Taksimê bûbûn rastî gulbaranê hatin û 37 kes mirin. Bi tevî darbeya 12 Îlonê-jî 1 Gulanê hertim dihat qedexekirin. Piştî 12 Îlonê sala 1980 1 Gulanê di sala 1989an de li gelek fabrîkayan bi grev û berxwedanan hat pêşwazî kirin. 1 Gulanê piştî sala 1992an-jî li gelek navendan, li meydanan hat pîroz kirin. Tevgera karker û kedkaran ku pêş diket, di 1 Gulana 1996an de xwe nîşan da û bi sedan hezar kedkar meydan tijî kirin. Lêbelê di pîrozbahiyên li Kadikoy de, di encama gulebarana polêsan de dîsa 3 kedkaran jiyana xwe ji dest dan. Jêder: Wikipedia

Rojnamevaniya Kurdî çawa dest pê kir?

Roja 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye.

Di sala 1898an de Miqdat Mîthad Bedirxan cara yekemîn li Paytexta Misir Qahîreyê rojnameyeke Kurdî ya bi navê “Kurdistan” derxist.

Bedirxan, pêdivîya hebûna rojnameyeke bi kurdî wiha tîne ziman: ”Ez dizanim ku Kurd di derbarê dîroka xwe de xwedî zanîn û agahî nîn in. Ji ber vê sedemê ye ku ezê ji vir şûnde behsa dîroka mezinên kurdan bikim. ” Temenê Mîqdat Bedirxan heta hejmara pêncan têrê kir. Lê sedema ku rojname ji welatê bav û kalan, Kurdistanê ewçend dûr, li Misrê hatiye derxistin ew e ku, dewleta Osmanî ji şîyarbûna kurdan, ji bilindbûna azadîxwazên miletê kurd ditirsîya û loma nedihîşt rewşenbîrên kurd bi serbestî karê weşanê bikin. Piştî ku rojnamê li Mîsirê dest bi weşanê kir, dewleta Osmanî zext li Mîsirê jî kir da ku wê qedexe bike. Li ser zext û zordesitîya dewleta Osmanî, rojnameya Kurdistan ji neçarî gelek cîh veguhastin. Bedirxanan rojnameya “Kurdistan” derbasî Ewrûpayê kirin. Û piştî koça dawî ya Mîr Mîqdad, Ebdulrrahman Bedirxan birayê wî ev berpirsîyarîya dîrokî hilgirt ser milê xwe. Ji ber vê egerê ye ku, roja 22ê Nîsanê di nav kurdan de wekî roja rojnamegerîya kurdî tê pîrozkirin. Dîroka rojnamegerîya kurdî û dîroka têkoşîna azadiyê ya kurdan mîna hev in, wekî zarokên cêwî ne. Qedexe, çewisandin, sirgûn û înkar çawa ku mora xwe li dîroka kurd daye her wiha dîroka rojnamegerîya kurdî jî bi heman qederê re rû bi rû maye.

Di sala 1898an de rojnameya Kurdistan ji bo rasteqînîya kurd derbasî dîrokê bike dest bi weşanê kir, lê mixabin temenê wê yê kurt di mişextî û sirgûnê de derbas bû û ji bo negihîje destê gelê kurd çi pêwist bû hate kirin.

Derketina dîrokî ya ku li Qahîreyê dest pê kir her wiha li Cinêvê, Stenbol û li Londinê berdewam kir û di bin zext û çewisandinan de neçar ma ku di sala 1902an de dawî li weşana xwe bîne. Li ser xeteke lîberal demokrat ji mijarên polîtîk bêhtir li ser babetên dîrokî, wêyeyî û ziman sekinî ye. Lê belê xeta wê ya netewî têra derxistina fermana wê û ji holêrakirina wê kir. Ji bo ev rojname raweste hewildanên netewî û navnetewî hatine kirin. Piştî wê di sala 1908an de, li Stenbolê ji aliyê Sureyîya Bedirxan ve îcar kovarek e bi navê “Kurdistan” hate weşandin. Di sala 1919an de jî Muhemmed Mihir hilav li Stenbolê dîsa weşaneke bi navê “Kurdistan” derdixe. Roja 22yê Nîsanê ji ber ku cara yekemîn rojnameyek e bi kurdî hatiye weşandin, wekî roja rojnamegeriya kurdî tê pîrozkirin.

Her wiha em dikarin bibêjin ku îro berdewama dîrokê ye. Eger dîrok nebûya îro jî wê ji sedî sed nebûya. Ji ber vê sedemê ye ku rojnameya Kurdistan belgeyek e dîrokî ya mêjûya nivîskî ya gelê Kurd e û her wiha jî destpêkek e. Di dîrokê de tespît û çespandinek e.

Ev belge ji vejîna kurdîtyê û ji rojnamegerîya kurdî re bûye kanî û çavkanîyek. Ev belge di her dema ku xwestine dîroka me bi me bidin jibîrikirin de, deriketiye holê. Gelê ku hebûna wî ya neteweyî hatiye parçekirin û li her parçeyê jî bi wehşet, hovîtî û înkarê re rû bi rû maye, bi rêya vê rojnameyê gihiştiye hev. Ev belge li her parçeyê rewşenbîr û kedkarên rojinamegeriya kurdî li ser heman daxwaz û mirazî aniye cem hev û berdewamîya evîna dîrokî ya azadiyê mayînde hiştî ye. Eger ki îro rojnamegerîya kurdî gihiştiye vê ast û qonaxa bilind ku, mirov hîç nikare bi demên kevin re rûberî hev bike, ev ji keda Bedirxanîyan tê. Rojnamegerîya kurdî ji Bedirxanîyan re deyndar e. Îro li beşên Kurdistanê yên bindestê dijmin de; rojnamegerîya kurdî jî bi sirgûn, qedexe û cînayetan re rû bi rû ye. Bi vî awayî dixwazin evîna azadiyê ya gelê kurd derbasî nifşên nû nebe.

Ked û mîrateya ku Bedirxanîyan afirandiye û derxisitiye holê, îro bûye sedem ji derketina bi sedan rojname, radyo, tîvî, kovar û navigînên cur bi cur ên ragihandinê re. Bi kurtahî Bedirxanî bi ser ketin, kelepora wan dîroka çapemenîya kurd afirand û heta îro anî. Îro bersiva herî pîroz a vê ked û keleporê jî serkeftin e. Li her parçeyên Kurdistanê kedkarên çapemeniya kurd û rewşenbîr, di wê ast û hêza pêkanîn û serkeftinê de ne û ev pêvajo dest pê kiriye. Jêder: Wikipedia Kurdî

Gallery

Li Şarezor Dîrok Bişkivî: Şûnwarnas bi ser serdema nêçîrê ve bûn

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Tîmeke şûnwarnasên Brîtanî li bajarê Silêmaniyê li navçeya Şarezorê û li gundê Bîstan Sorê dest bi karê lêgerîn û lêkolînkirina şûnwarên kevn kir. Şûnwarnasan li herêma kolandinê ya navçeya Şarezor a girêdayî Silêmanîyê şop û delîlên ‘Ji serdema … Continue reading

Rate this: