Gallery

Çek danîna PKK’ê xewn e lê..! – D.Dêrikî

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane / Demhat Dêrikî – 30-35 sal in dewleta Tirkiyê bi hemû dezgeh û saziyên xwe ve siyaseteke şaş li dijî PKK’ê dide meşandin. Hikûmetên Tirkiyê, Artêşa Tirkiyê, MÎT’a Tirkiyê û bi dehan general û siyasetmedarên hatîn û çûyîn di … Continue reading

Rate this:

Gallery

ASÎVA’ya 4’an bi mijara Kovargerîya Kurdî derket

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Kovara ASÎVA ku ji alîyê Xwendekarên Zanîngehên Enqerê ve tê derxistin, rûpelên hejmara xwe ya çaran ji lêkolîn û nivîsên ser kovargerîya Kurdî re terxan kir. Kovara ASÎVA ya ku ji hêla xwendekarên kurd, ên zanîngehên li Enqereyê … Continue reading

Rate this:

Gallery

Prof. Şeyhulislam: Ji bo Pênasîna Kurdan Internet ji Satalaytan Baştir e

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Profesrorê  Zankoya Carleton li Kanada’yê, Cafer Şeyhulislam ku bi lêkolînên xwe yên ser ziman û pênaseya Kurdan tê naskirin, jibo guhdarên Radyoya Dengê Amerika yê got “gelek satalaytên Kurdî hene ku  jibo nasname û pênaseya Kurdan ev gelek gavên baş in.” Profesrorê Kurd … Continue reading

Rate this:

Gallery

Baran Rizgar: Daxwazên Kurdan yên Ser Zimên Ne Zelal in (VOA +Deng)

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Pêncşemê got, ew di demeke nêzîk de li xwendingehan dersên Kurdî yên bijarte bidin. Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, zimanzan û nivîskar Baran Rizgar gotinên birêz Erdogan yên ser … Continue reading

Rate this:

Gallery

Kurdolog Michiel Leezenberg Konferansa Kurdî Dinirxîne

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Di Konferansa Netewî ya Zimanê Zikmakî ku li Diyarbekirê pêk tê de mamosteyê Zanîgeha Amsterdam’ê, Dr. Michiel Leezenberg jî bi sernavê, “Di Pêkhatina Yekîtîya Netewî de Rista Zimên” pêşkêş kir. Birêz Leezenberg di derheqê konferansê de bersîva pirsên … Continue reading

Rate this:

Gallery

Beşîkçî: Azadkirina Apo nayê maneya azadbûna Kurdistanê

This gallery contains 2 photos.

Nûçexane – Civîna danasînê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bi beşdarîya siyasetvan, hunermend, rewşenbîr û gelek hezkarên civaknas Dr. Îsmaîl Beşîkçî li Taksîm Hill Otel a Stenbolê birêve çû. Di civîna danasîna Weqfa Îsmaîl Beşîkçî de piştî danasîna weqfê beşdaran xebatên … Continue reading

Rate this:

Chomsky: Pirsgirêka Kurdan a Mirovbûn û Welatbûnê Heye

Nûçexane – Zimanzanê navdar Noam Chomsky ragihand ku wê çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi riyên leşkerî bi xwe re karesatekê bîne û got; “Divê daxwazên Kurdan ên rewa bînin rojevê û mûzakereyên ji dil bêne meşandin.” Naom Chomsky li ser pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê got, gelê Kurd demek dirêj e bi zextên hovane re rû bi rû ye, pirsgirêkên wan ên mirovahî û welatîbûnê hene.

Naom Chomsky ji rojnameya Ozgur Polîtîkayê re axivî û bang li Tirkiyeyê kir ku dest ji rêbazên leşkerî yên çareseriya pirsgirêka Kurd berde û got; “Ger ev pirsgirêkek a leşkerî bûya, wê rê li ber karesateke mezin vebikira.”

‘Wê muzakere pêşîya şer bigire’

Chomsky diyar kir ku tenê riyek a ji bo rawestandina şer û pevçûnan û çareseriyê heye, ew jî mûzakere ye. Chomsky got; “Ji bo pêşêlêgirtina rageşiyê, divê daxwazên rewa yên gelê Kurd bînin rojevê û divê ligel vê mûzakereyên ji dil werin destpêkirin.” Chomsky diyar kir ku saziyên navnetewî û Yekitiya Ewrûpayê dikarin pêvajoke wiha hêsantir bikin û destnîşan kir ku divê ev sazî pêşî ji bo çareseriyê rol bigirin ser xwe.

Chomsky diyar kir ku bêdengiya hikûmetên rojavayî ya li hemberî kuştina sivîlên li devera Kortek a Qendîlê di encama êrişa balafirên Tirk de hatin kuştin pir ‘normal’ e û bal kişand ku piraniya van hêzan alîkarî û piştgirî didin van sucên wiha.

Chomsky bal kişand ser rola DYE’yê ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de û wiha axivî; “Di salên 1990’î de li herêmên Kurdan hovîtiyek bû ku bedela gelek cana jiya, bi alîkariya leşkerî ya rojavahiyan ev hovîtî pir zêdetir bû. Di sala 1997 de DYE’yê ji bo çewisandina serhildanê alîkariyeke mezin a leşkerî da Tirkiyeyê. Divê mirov Îsraîl û Misirê di çarçoveyek din de binirxîne, ez wana nahesibînim. Hema bibêje, hemû sûcên di wê de demê de hatin kirin hatine nixûmandin.” Kurdî: ANF

‘Cejn Roja Lihevhatinê ye. Bi Şer Nabe Bi Aştîyê Dibe!’

Nûçexane – Heft kesayetîyên girîng ên li Tirkiyeyê yên bi navê; İshak Alaton, Prof.Dr. Halet Çambel, Rakel Dink, Prof.Dr. Şerif Mardin, Orhan Pamuk, Prof.Dr. Turgut Tarhanlı, Prof.Dr. Nermin Abadan Unat bi daxûyanîyeke hevbeş ragihandin ku, ‘Bi Şer Nabe Bi Aştîyê  Dibe’ û xwestin, Cejna Remezanê bibe hincet ji pêkanîna aştîyê re.


Nivîsa banga aştîyê ya 7 kesên ji karsaz, rewşenbîr, akademîsyen û nivîskarên xwedî giranîyekê ne wiha ye:

Cejn Roja Lihevhatinê ye. Bi Şer Nabe Bi Aştîyê Dibe!

Bi şerkirinê, lihevxistinê, çewisandin, binpêkirin û tunekirinê nabe, bi lihevkirinê dibe! Ji nû ve destpêkirina vî şerê ku, sih sal in canê bi deh hezaran kesan êşandiye û bandoreke giran li ser bi milyonan kesan kiriye nayê qebûlkirin. Şer, pevçûn, operasyon, sîleh, mayin, top, tiving, heps, tehdît nabe çare; çare dîyalokeke ji dil e. Destşikandin nabe çare; lê destê hev girtin dibe çare. Aştî ne çok kirina yê hember e, wiha aştîya mayînde nabe. Rêya aştîyê ne bi pêşandana hêzê û komên cenazeyan e, rêya wê mutabaqateke bingeha xwe ji mafan distîne ye.

Ji bo çareserkirina kêşeya Kurd divê bilez pêvajoyeke aştîyane bê destpêkirin, divê di serî de hikûmet û hemû partîyên siyasî û derdorên din alîkarîya vê pêvajoyê bikin.

Em kesên ku, çareyê ne di şer û pevçûnê de lê di aştîyê de dibînin, bang li partîyên di parlementoyê de koma wan heye dikin ku berî meclîs vebe werin ba hev. Em we dawetî pêkanîna aqilê hevpar û amadekarîyan ji bo pêvajoya dîyalogeke neveger dikin. Em di vê pêvajoyê de beşdarîya BDPê jî pir girîng û krîtîk dinirxînin.

Em hêvîdarin ev cejn bibe hincet ji pêkanîna hêvîyên aştîyê re.

İshak Alaton
Prof.Dr. Halet Çambel
Rakel Dink
Prof.Dr. Şerif Mardin
Orhan Pamuk
Prof.Dr. Turgut Tarhanlı
Prof.Dr. Nermin Abadan Unat

Nûçe: Salih Turan