Gallery

Çek danîna PKK’ê xewn e lê..! – D.Dêrikî

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane / Demhat Dêrikî – 30-35 sal in dewleta Tirkiyê bi hemû dezgeh û saziyên xwe ve siyaseteke şaş li dijî PKK’ê dide meşandin. Hikûmetên Tirkiyê, Artêşa Tirkiyê, MÎT’a Tirkiyê û bi dehan general û siyasetmedarên hatîn û çûyîn di … Continue reading

Rate this:

Gallery

Nêçîrvan Barzanî: Ya ku li Sadiye, Celewla û Kerkûkê diqewime siyaseta erebkirinê ye

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî, di merasîma 730 enfalkirîyên devera çemçemalê de gotarek pêşkeş kir. Barzanî, destnîşan kir ku naxwazin madeya 140 bicih were û got, ‘Ya ku îro li Sadiye, Celewla û Kerkûkê diqewime, her heman … Continue reading

Rate this:

Gallery

Ji rûpelên jiyana Fêrîkê Ûsif – Firîda Cewarî

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Sala 2011 hikûmeta Ermenîstanê dibistana gundê kurdan – Pampê (niha Sîpan) bi fermî kir ser navê helbestvanê bi nav û deng Fêrîkê Ûsiv. Fêrîkê Ûsiv. 2’ê meha mijdara sala 1934’a Ermenîstanê de, li gundê Pampa kurda (niha Sîpan) … Continue reading

Rate this:

Gallery

Jerusalem Post: Serxwebûna Kurdistanê rastîyeke bê deng e û roj bi roj nêzîktir dibe

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Akademîsîyena navdar ya cîhanî û rêvebirê navenda lêkolînên rojhilata navîn û Afrîqa li zanîngeha Telavîv û seroka beşa karûbarê Kurdî li Israyelê dibêje, ´´herêma Kurdistanê ew qonax derbas kiriye ku aya serbixweyîya xwe rabigihîne yan na û niha … Continue reading

Rate this:

Rojnamevaniya Kurdî çawa dest pê kir?

Roja 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye.

Di sala 1898an de Miqdat Mîthad Bedirxan cara yekemîn li Paytexta Misir Qahîreyê rojnameyeke Kurdî ya bi navê “Kurdistan” derxist.

Bedirxan, pêdivîya hebûna rojnameyeke bi kurdî wiha tîne ziman: ”Ez dizanim ku Kurd di derbarê dîroka xwe de xwedî zanîn û agahî nîn in. Ji ber vê sedemê ye ku ezê ji vir şûnde behsa dîroka mezinên kurdan bikim. ” Temenê Mîqdat Bedirxan heta hejmara pêncan têrê kir. Lê sedema ku rojname ji welatê bav û kalan, Kurdistanê ewçend dûr, li Misrê hatiye derxistin ew e ku, dewleta Osmanî ji şîyarbûna kurdan, ji bilindbûna azadîxwazên miletê kurd ditirsîya û loma nedihîşt rewşenbîrên kurd bi serbestî karê weşanê bikin. Piştî ku rojnamê li Mîsirê dest bi weşanê kir, dewleta Osmanî zext li Mîsirê jî kir da ku wê qedexe bike. Li ser zext û zordesitîya dewleta Osmanî, rojnameya Kurdistan ji neçarî gelek cîh veguhastin. Bedirxanan rojnameya “Kurdistan” derbasî Ewrûpayê kirin. Û piştî koça dawî ya Mîr Mîqdad, Ebdulrrahman Bedirxan birayê wî ev berpirsîyarîya dîrokî hilgirt ser milê xwe. Ji ber vê egerê ye ku, roja 22ê Nîsanê di nav kurdan de wekî roja rojnamegerîya kurdî tê pîrozkirin. Dîroka rojnamegerîya kurdî û dîroka têkoşîna azadiyê ya kurdan mîna hev in, wekî zarokên cêwî ne. Qedexe, çewisandin, sirgûn û înkar çawa ku mora xwe li dîroka kurd daye her wiha dîroka rojnamegerîya kurdî jî bi heman qederê re rû bi rû maye.

Di sala 1898an de rojnameya Kurdistan ji bo rasteqînîya kurd derbasî dîrokê bike dest bi weşanê kir, lê mixabin temenê wê yê kurt di mişextî û sirgûnê de derbas bû û ji bo negihîje destê gelê kurd çi pêwist bû hate kirin.

Derketina dîrokî ya ku li Qahîreyê dest pê kir her wiha li Cinêvê, Stenbol û li Londinê berdewam kir û di bin zext û çewisandinan de neçar ma ku di sala 1902an de dawî li weşana xwe bîne. Li ser xeteke lîberal demokrat ji mijarên polîtîk bêhtir li ser babetên dîrokî, wêyeyî û ziman sekinî ye. Lê belê xeta wê ya netewî têra derxistina fermana wê û ji holêrakirina wê kir. Ji bo ev rojname raweste hewildanên netewî û navnetewî hatine kirin. Piştî wê di sala 1908an de, li Stenbolê ji aliyê Sureyîya Bedirxan ve îcar kovarek e bi navê “Kurdistan” hate weşandin. Di sala 1919an de jî Muhemmed Mihir hilav li Stenbolê dîsa weşaneke bi navê “Kurdistan” derdixe. Roja 22yê Nîsanê ji ber ku cara yekemîn rojnameyek e bi kurdî hatiye weşandin, wekî roja rojnamegeriya kurdî tê pîrozkirin.

Her wiha em dikarin bibêjin ku îro berdewama dîrokê ye. Eger dîrok nebûya îro jî wê ji sedî sed nebûya. Ji ber vê sedemê ye ku rojnameya Kurdistan belgeyek e dîrokî ya mêjûya nivîskî ya gelê Kurd e û her wiha jî destpêkek e. Di dîrokê de tespît û çespandinek e.

Ev belge ji vejîna kurdîtyê û ji rojnamegerîya kurdî re bûye kanî û çavkanîyek. Ev belge di her dema ku xwestine dîroka me bi me bidin jibîrikirin de, deriketiye holê. Gelê ku hebûna wî ya neteweyî hatiye parçekirin û li her parçeyê jî bi wehşet, hovîtî û înkarê re rû bi rû maye, bi rêya vê rojnameyê gihiştiye hev. Ev belge li her parçeyê rewşenbîr û kedkarên rojinamegeriya kurdî li ser heman daxwaz û mirazî aniye cem hev û berdewamîya evîna dîrokî ya azadiyê mayînde hiştî ye. Eger ki îro rojnamegerîya kurdî gihiştiye vê ast û qonaxa bilind ku, mirov hîç nikare bi demên kevin re rûberî hev bike, ev ji keda Bedirxanîyan tê. Rojnamegerîya kurdî ji Bedirxanîyan re deyndar e. Îro li beşên Kurdistanê yên bindestê dijmin de; rojnamegerîya kurdî jî bi sirgûn, qedexe û cînayetan re rû bi rû ye. Bi vî awayî dixwazin evîna azadiyê ya gelê kurd derbasî nifşên nû nebe.

Ked û mîrateya ku Bedirxanîyan afirandiye û derxisitiye holê, îro bûye sedem ji derketina bi sedan rojname, radyo, tîvî, kovar û navigînên cur bi cur ên ragihandinê re. Bi kurtahî Bedirxanî bi ser ketin, kelepora wan dîroka çapemenîya kurd afirand û heta îro anî. Îro bersiva herî pîroz a vê ked û keleporê jî serkeftin e. Li her parçeyên Kurdistanê kedkarên çapemeniya kurd û rewşenbîr, di wê ast û hêza pêkanîn û serkeftinê de ne û ev pêvajo dest pê kiriye. Jêder: Wikipedia Kurdî

Gallery

Barzanî: Em bi hemû awayî piştevanîya Kurdên Sûrî dikin

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Peymangeha Washington ya Siyaseta Rojhilata Nêzîk, gotarek pêşkêş kir. Barzanî di gotara xwe de gelek babetên rojevê yên bi herêma Kurdistan û Iraqê ve têkildar rave kir û armanca xwe ya serdana … Continue reading

Rate this:

Aside

Nûçexane – Gotara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Konferansa Lawên Çar Perçeyên Kurdistanê ku doh li Hewlêrê pêk hat.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xuşk û birayên birêz…

Amadevanên birêz…

Hun hemû bi xêrhatin, serçavan û serseran, Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê şanaziyê bi hebûna we dike û bestina vê kongreya girîng îro bi amadebûna hemû lawên Kurdistanê yên xweşdivî.

Berî ku dest bi gotara xwe bikim, dixwazim serxweşiya xwe bi kesukarên şehîdên Helebçeyê rabigihînim, bi hemû Kurdistanê ve me bi xwe jî. Raste me weku gelê Kurdistanê qurbaniyekî gelek zêde daye, bi taybetî bajarê Helebçe. Lê belê bû bi kilîlek jî ji bo vekirina girêya bextê Kurd. Me şehîdekî zêde da, lê belê Elhemdulîlah spas ji bo xweda, ji bo xwîna wan şehîdan, destkeftên mezin jî piştî wê bi dest ve hat û piştî wê jî destkeftên mezintir jî li pişt wê ye.

Li meha adarê da, însan nizane serxweşî bike, pîrozbahî bike. Wekî ku bibêjî ev heyv, heyva qedera Kurde. Her çi xweşî û nexweşî, tehlî û şorî, hemû li vê mehê da li ser Kurd de bariye. Ji ber wê dikarîn bibêjîn meha adar, meha qedera Kurde. Bi hêviya xwedê mizgîniya mezin jî her li vê mehê da rojek her tê.

Em xweşhalîn û serbilindîn, konferansa lawên Kurdistanê îro li Hewlêr dihête bestin û eve girîngiyeke xwe yê gelek zêde heye, ji bo wê yekê ku law hevdû binasin û pêkve biryara paşaroja xwe bidin û bingehek xweş bikin.

Ez daxwaza serkeftinê ji bo konferansa we dikim û hêvîdarim bi giyanekî lêborînî ve bi mejiyeke vekirî bîr li paşaroja xwe bikin. Em neteweyekîn divê bizanîn dîroka xwe çawa bûye? Îro li kune û çawa hengavan davêjîn berev paşarojê. Eve jî erkê we yên xort û lawane.

Li dîrokê de xedrekî mezin li me hatiye kirin, em yek netewene lê belê hatîne dabeş kirin. Îro rastiyek heye em divê bizanîn çawa muamele li gel vê rastiyê de bikîn. Lê belê li heman demî de em divê ezmûna gelek welatan li berçav bigrîn û ezmûna xwe jî, lê belê li hemûyan nêzîktir ez du ezmûnan tînim berçav. Yê milletê Elmanya û mîlletê Çekoslavakya. Eve wiha nîşan dide ku îradeya gelan serdikevê. Biryara Hikûmetan û hevpeymanan eger ser jî bikevê, ji bo demeke. Çil pencîh sal bi zorê mîlletê Elman hate cûda kirin, dawiyê de dîsa bûne yek. Her wiha ji bo demeke çil pencîh salek du milletên cûda, Çek û Silovak pêkve hatin girêdan, lê belê ji ber ku asayî nebû, dîsa ji hevdû cûda bûn. Ji ber wê ev cûda kirina Kurdistanê jî ne siruştiye. Divê rojek bê ev netewe bibe yek. Lê belê dîsa ez vê yekê dibêjîm eve bi zorê nabê. Dema pêwîst bû me xebat bikîn qurbanî bidîn şehîd bidîn me kir. Me pênaseya neteweya xwe û hebûna xwe parast, Lê belê îro awayê xebatê guheriye. Pirsa me, pirseke neteweyiye. Lawên delal divê em bîr û bawerî li ser bingehekî baweriya bi xwe bûn, baweriya bi demokrasî, baweriya bi pêkvejiyanê, biçe bi hevdû qebûl kirin, vê bîra neteweyiyê divê li nav gencên xwe da roj bi roj kurtir bikîn. Ji ber ku mixabin hewlên wiha heye dixwazin vê pirsê ji rêya xwe derxin. Ku qaşo me kêşeya neteweyî tûne, me pirseke din heye. Eslen pirsa me pirseke neteweyiye. Pirseke rewaye, ji hemûyan jî giringtir eweye me divê bawerî bi wê pirsê hebê û amade bîn fedakariyê ji bo wê bikîn. Em eger bi hêviya ewe bîn, dewletek dihêt û mafê me bi me dibexşê. Eve şaşiyeke mezine û tikayê ji we dikim tu demek tûşî vê şaşiyê nebin. Divê em bi xwe hebîn bo ku xelkekî din bikarê yarmetiya me bide. Eger raperîna noht û yek neba, fedakariya vî gelî neba, federalî nebûya bi emrî waqî’î, piştî rûxana rejîm ev rewş li Kurdistanê dirust nedibû.

Niha jî wekî ku hun jî dibînin, lawên delal amadevanên birêz, cîhan li guhertineke lezgîn daye, bi taybetî navçeya rojhilata navîn. Em jî divê weku Kurd, weku neteweyek, weku Kurdistanî, divê xwe amade bikîn ji bo hemû sedemek. Ez vê konferansê bi hengavekî pîroz dizanim. Em divê amadebîn ji bo hemû sedeman û divê bizanîn û divê hemû cîhan jî bizane ku mafê çarenûs mafekî asayiye, mafekî yasayiye, mafekî xwedayiye bi me daye. Ez ne li gel wê yekê me bibêjîn dewletek yan aliyek mafê me bide. Maf xweda bi me daye. Eger me pirsgirêka maf heye, hatiye dagîr kirin. Kes nikarê maf bi me bide, dikarê îqrarê pêbike, î’tirafê pê‌bike. Lê belê ne kes minetê li me bike, ne me wê mafê jî divê ku yek bi me bide. Em daxwaz dikin î’tiraf bi mafê me bê kirin. Mafê me bes bête dagîr kirin. Em mafê xwe jî naxîn ser mafê tu mîlletekî din. Bi hêviya xwedê li vê salê da konferansa neteweyî dibestîn û hemû aliyê siyasiyan, akademiyan, rewşenbîrên, li hemû Kurdistanê ji bo wê yekê em peyama aştiyê bigihînîn bi hemû gelên cîhanê bi taybetî bi gelên bira û hevsû. Gelên Ereb, Tirk, Faris ku em birayê hevin, em destê birayetiyê dirêj dikîn. Ew wehm û ew tesewir ew întîba’ya ku dirust bûye bi dirêjahiya dîrokê ku Kurd û Ereb dijminin, Kurd û Tirk dijminin, Kurd û Faris dijminin, eve tawaneke derbarê van gelan hatiye kirin. Dewletan kiriye. Millet nabê dijminê millet bin, belê, em şerê Hikûmetê dikîn, lê belê şerê millet û millet eve kufre û nabê bibê. Zemanê eve jî hatiye li hevdû têbigihîn. Ev konferans ji bo eweye em weku Kurd aştîxwazîn, peyama aştiyê pêşkêşî hemû aliyek dikîn. Destê dostayetî û birayetiyê ji bo hemû aliyek dirêj dikîn û nabê bi tu awayek êdî tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê hêviya xwe bibe tûndûtîjiyê. Zemanê çek nemaye, tu bi çek maf werbigrî. Zemanê mentiqe, zemanê hevdû têgihiştine, divê bi awayeke aştî û demokratî em li xebata xwe de berdewam bibîn û bi vî awayî em dikarîn maf werbigrîn. Dema pêwîst bû çek bikarbînîn, me çek bikaranî. Piştî wê bikaranîna çek mumkîne encamên berevajî bibe. Eve rastiyeke û paşaroj jî îspat dike. Çek ji bo eweye em bergiriyê li xwe bikîn. Eger xedir li me hate kirin, li wê zêdetir nabê em bîr li hilgirtina çek bikîn. Gelek merce ji bo her serkeftinek ji bo her destkeftekîdin mercê serekî yekrêziya mala Kurd û tebayiya mala Kurde. Ji ber wê bi şanaziyê ve dibêjim li vî derbarî de me hengavên baş avêtiye û serkeftinên baş jî bi dest hatine. Belê hê jî renge gîr û giriftên me hebê, lê belê heta heddekî zêde jî mala Kurd hatiye rêkxistin, û bi tebaye li meseleyên stratejî de elhemdulîlleh yek bîr û bawerîn û ji hemûyan jî xweştir eweye elhemdulîleh, ewe nema ku êdî şerê Kurd û Kurd ya xwîna Kurd bi destê Kurd birijê, heta hetayê jî nabê eve dûbare bibe.

Ez sûd li vê derfetê jî werdigrim bo ku hinek behsa Herêmê jî bikim û pêwendiya Herêm û Bexda jî. Her weku cenabê we jî agahdarin, eve kabîneya Herêmê mijule teşkîl dibe û hêvîdarim ku bikarê serkeftinên baş bi dest bîne, dirêje pêderê bernameyên kabîneya şeşem jî bê û her kabîneya ewê dine. Spasî kabîneya şeşem dikim û daxwaza serkeftinê ji bo kabîneya heftem dikim. Bi hêviya xwedê bi me hemûyan û em hemû bi pêkve divê sûd li şaşiyan jî werbigrîn û roj bi roj rewşa Kurdistanê berev xweştir û berev baştir biçe, înşaallah. Ez li vir da bi pêwîstî dizanim spasiyekî bê‌payan pêşkêşî lîjneya duvdaçûna çaksaziyê bikim ku teqrîben berî salek hate damezrandin, karekî baş kiriye. Dibe ku gelek kes hizir bike ew karê ku hatiye kirin, hêsan bûye. Karekî gelek gelek sext bû, hêsan nebû, lê belê spasiya wan dikim, ji ber ku karîn dest li ser gelek nexweşiyan de deynin û ewê girînge eweye piştî niha ew gendelî dûbare nebin. Divê bernameyekî wiha sîstemekî wiha be li paşarojê de êdî şaşî û gendeliyên berê dûbare nebe û ew lîjne berdewam dibê li karê xwe heta her sê dezgehên esasî teşkîl dibin û dikevine kar. Çavdêriya Darayî, Desteya Nezahe, Dawakarê Giştî. ku ev ketin kar û dest bi karan kirin, êdî karê vê lîjneyê temam dibê, heta em dest bikar nebin, ev lîjne berdewam dibe li karên xwe de.

Bi nîsbet pêwendiya Herêm û Bexda, gelek kes renge çi li Bexda çi li vir li Herêmê jî, hinek ‌car bi şaşî li wê pêwendiyê têdigihin. Ev dewleta li Iraqê dirûst bûye, niha, eve beşa herî zêde bi xwîna Kurd dirûst bûye û li ser şana Kurd dirûst bûye. Em beşa herî bingehînin li vê Hikûmetê. Em ne terefekî cûdane, lê belê mixabin, têgihiştina bi şaş û niyeta ne paqijê hinek aliyan wiha pîşan didin wekî ku berê Hikûmetekî navendî bi hêz li Bexda heye û Kurd jî li çiyaye û êdî hinek car ji mere dibêjin şoreşger û hinek car jî ji me re dibêjin rêgir, keyfa wane, lê belê ew zeman çû. Em şerîkîn li Bexda, Bexda ne ya kesekiye, em jî beşdarîn li Bexda, Bexda paytexta meye û ew Hikûmet û ev rewş bi hewl û hîmmeta Kurd dirûst bûye. Kes minetek li ser Kurd neke bibêje ez eve bo te dikim û eve bo te nakim. Paşê destûrêk heye, destûrek heye ez pencih û sê‌ roj li gel cenabê Serok Komar, li gel şanda Kurdistanê ji hemû hizban, mijul bûyîn, vê destûra bi vî awayî ku hate amadekirin bikîn. Ez nabêjim destûreke tu kêmasiyên xwe tûne lê belê eve ew destûre ku seda heştih û pêncê gelê Iraqê dengê ji bo wê da û em pabendî vê destûrêne û her çi pirsgirêkek jî hebê, em li gor vê destûrê amadene çareser bikîn. Lê belê em qebul nakîn kesek li Bexda rabe hizir bike ku minetek li me dike wî maf bi me daye. Ew hewl dide mafê me dagîr bike, eve ye birastî ku ez dibêjim eger mafê me li cem keseke li Bexda, em naxwazîn. Lê belê eger bixwaze zeft bike, wê demê em jî bergiriyê lê dikîn.

Mixabin hinek kes hene û peydabûn, çavê wan bi vê aramî û bi van pêşketinên Kurdistanê ranebe, ew bi xwe faşilin, nekarîne eve ji bo cîheke dinê Iraqê bikin, paşê dixwazin em jî eynî weku wan bîn. Nexwe bila hemû dinya bizanê, yek peymana ewê li gel şîrketên neft hatiye kirin, yek peyman ne dijî destûr û qanunêye. Pirsgirêk ne ewe li gel hebûna ew peyman gelo li gel destûr diguncê yan na. Pirs li gel eweye naxwazin Kurdistan pêş bikevê. Ji ber wê em berdewam dibîn li ser siyaseta xwe, em pabendîn bi destûr, Bexda yê me hemûyane û he‌ta Iraq xwedî vê destûrê be, tu pirsgirêk rû nade, lê belê her dema îltîzam bi vê destûrê nehate kirin, xwedê dizanê Iraq berev çi heldêrek ve diçe.

Li roja yekem ve, siyaseta me eşkere bûye ku em ne beşekîn ji pirsgirêkan, em beşekîn ji çareseriyê û piştî rûxana rejîmê ez li gel cenabê Mam Celal çûme Bexda, me bi biraderên din re jî got ku tecrubeya me li xizmeta we daye. Em amadene yarmetiya we bidîn. Mixabin li şûna ku îstîfade li tecrubeya me bikin, wan awayeke din hilbijard û mixabin eve jî rewşa Iraqe ku em dibînîn. Niha jî ku ev konferansa bi hesaba nîştimaniya Iraqê li holê daye, konferansa serkirdeyên Ereb, em hêvîdarîn konferansa nîştimaniya Iraqê pêş konferansa serkirdeyên Ereb bê, bo ku konferansa serkirdeyên Ereb bêbestin, da ku peyamek ji bo wan jî ku pirsa navxweya Iraqê berev çareseriyê diçe. Em bawerin eve gelek gelek baştire û hewla eve jî didîn û min di dema xwe jî got ew mubadereya cenabê Serok Komar em bi hemû şiyanek ve piştgiriyê lê dikîn û îhtîmal dikim îro sibê cenabê Serok Komar bê û hewlên ciddî berdewam dibe û pêkve hewl didîn bi hêviya xwedê ku ev konferans serkeftî be û ev konferansa serkirdeyên Ereb jî eger tiştek bi me bê kirin, em amadene bo ku bi serkeftî temam bibe.

Pirseke din heye ku dîsa ez dixwazim balê bikşînim ser ku bûye pirsek ku hemû roj behsa wê dihête kirin li rojnameyan. Ew jî pirsa Tariq Haşimî ye. Tariq Haşimî niha jî Cîgirê Serok Komare, Tariq Haşimî ku hatibû Kurdistanê, hat ji bo civînek li gel cenabê Serok Komar encam bide û ev pirs rûda. Pirs du aliye, aliyekî dadiye, aliyekî siyasiye. Aliyê dadî nabê bête têkdan, aliyê siyasî jî, min pêşniyar kiriye û niha jî wê pêşniyarê dûbare dikim ku her sê Serokayetiya Serokê Komar, Serokê Parlemen, Serokê Encumena Wezîran, Serokê Lîsta Iraqiye, rûnin biryarek bidin li rûyê siyasî dawî bi vê meseleyê bidin. Bawer bikin bi hemû awayek hewl didin ku vê pirsê jî bixin ser milên me. Hetta pêşniyarekî wiha hebû ku em li vir bi dizî rê bidîn ku biçe, em ne qaçaxçî ne, em rê nadîn biçe. Eger biçe jî bi eşkere diçe. Eger ewqas muteheme, bo me bên wî derbas bikîn? Em tiştên wiha nakîn, lê belê bi tu awayek wî jî wî teslîm nakîn, ji ber ku exlaqê Kurdewarî rêya vê yekê nade, yek bê cem te û tu jî wî teslîm bikî. Dixwazim li vir, tekez li wê yekê jî bikim ku hevpeymaniya Kurd li gel Şî’e hevpeymaniyekî dîrokiye, ji wê yekê pêkhatiye li helwesta camêraneya gelek serkirdeyên bi birayên Şî’eyan li ser rûyê hemûyan jî Îmam Hekîm û li mezlûmiyeta muşterek û helwesta çend neferek bi tu awayek nabê sebeba wê yekê hevpeymaniya Kurd û Şî’e têkbiçe. Em dibêjin Iraq divê bi hevbeşî bê hukim kirin, Kurd, Erebê Şî’e, Erebê Sunne û rêz li mafê birayên Turkmen, birayên Kildan, birayên Aşûrî, birayên Suryanî, hemû divê mafê wan parastî be, rêz li wan bê girtin, bi mafê xwe şad bibin. Em dibêjîn divê Iraqekî wiha be, em terefîn li pirsa mezhebî ku li Iraqê da heye. ‌Li dawiyê de carekîdin bi xêrhatina we dikim. Daxwaza serkeftinê ji bo konferansa we dikim, konferasa lawên Kurdistan, her bijîn û her serkeftîbin. Jêder: Malpera Serokatîya Herêma Kurdistanê (SHK.org)

Serok Barzanî: Li meha adarê însan nizane serxweşî yan pîrozbahî bike