Gallery

Di makezagona nû de, nasname û zimanê kurdî xetên sor in

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Proseya nivîsina destûra nû ya Tirkiyeyê di 1ê Gulanê de destpêdike. Partî, rêxistin û sendikayên kurdî wê projeyeke hevbeş amade bikin û bidin komisyona destûrê ya li parlamenê. Parlameneterekî BDPê jî dibêje naskirina ziman û nasnameya kurdî di … Continue reading

Rate this:

Gallery

Nûçexane Bersiva Bulent Arinc Dide

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinc bersiva rexneyên ku li ser nebûna zimanê şaristanîyê ya zimanê kurdî li konferansekê got, ‘min ne xwestiye bejîm Kurdî ne zimanê şaristanîyê ye’. Arinc dibêje; wek pirsekê min gotiye, ‘Gelo Zimanê Kurdî yê … Continue reading

Rate this:

Gallery

Kêfa Medyaya Tirk ji Pêşwazîkirina Serok Barzanî re nehat!

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane Analîz – Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Amerîkayê bi pêşwazî û protokoleke pîleya herî bilind pêk hat û wek Serokdewletekî hat pêşwazîkirin. Vê pêşwazîyê hişt ku dilê medyaya Tirk bimîne û bi şik û guman nêzî danûstandinên … Continue reading

Rate this:

Ji bo Herêma Kurdistanê Îran an Tirkiye?

Nûçexane – Bi baweriya çavdêrên biyanî, pêwîste deshilatdariya Herêma Kurdistanê hewl bide ligel herdu welatên deshilatdar ango Tirkiye û Îranê peywendiyeke bêalî dirûst bike. Nabe bi ti awayî bi hêzê bersiva êrişên vê dawiyê yên Îranê bide, ji ber ku wê ev rêbaz hemû berjewendiyên Herêma Kurdistanê bixe metirsiyê.

Li gor çavdêrên siyasî yên navçeyê ligel nêzîkbûna deshilatdarên Herêma Kurdistanê ya di van çend salên dawiyê ligel Tirkiyê, bi taybetî jî li ser asta dîplomasî û aborî, hatina Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu bo Hewlêrê, tirsek li ba Îranê dirûst bûye û dibe ku ev nêzîkbûn di dawiyê de zererê bigihîne Îranê. Beşek ji sedemê êrişên vê dawiyê jî vedigere bo bihêzbûna wan têkiliyan û Îran di wê baweriyê de ye ew hatiye paşguh xistin.

Îran ji sala 2006an ve navçeyên sinor ên Herêma Kurdistanê topbaran dike. Heta niha ji ber topbaranê 12 hevwelatiyên Herêma Kurdistanê hatine kuştin. Lê topbarana vê havînê ya ku ji meha Hezîranê ve dest pê kiriye û hefteya borî kêmbûye ji hemûyan girantir bû. Herwiha ev êriş hevdem bû ligel vekirina konsolxaneya Amerîka li bajarê Hewêrê.

Bi baweriya Cîgirê Serokê Peymangeha Aştî ya Amerîka ku di siyaseta Amerîka ya li İraq û Rojhilata Navîn de pispor e Danial P. Sewer, zîrekiya Kurdan di wê yekê de ye ku peywendiyeke wan a asayî ligel herdu welatan hebe û rê nede ku karîgeriya wan herdû welatan li ser bê sepandin. Kurdî: Hawar Ebdulrezaq – Rûdaw

Di vê derbarê de Danial Sewer ji Rûdawê re got: “Di aliyekî de bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê asane ku Îran yan jî Tirkiyê hilbijêre. Lê ger Hikûmeta Kurdistanê bixwaze xwe bi welatekî Misilman, demokrat û pêşkeftî bide nasandin, bila nêzîkî Tirkiyê bibe ji dêlva xwe nêzîkî Îrana radîkal bike. Lê bi baweriya min dîplomasiya herî jîr a bo Kurdan ya li vê derê, pêwîste ligel herdu welatan peywendiyeke wan a asayî hebe. Ev jî bi awayekî ku pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl bide xaka xwe ji bo şikandina sinorê Tirkiye û Îranê bikar neyîne.”

Niha zêdeyî 700 kompaniyên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê bi hilberînê ve mijûlin, lê 400 kompanyayên Îranê li Herêma Kurdistanê hene. Bandora aboriya Îranê li Herêma Kurdistanê kêmtir e û bi berdewamî jî di kêmbûnê de ye. Di demekê de Îranê îro ji hemû deman zêdetir ji ber ambargoya aborî ya navnetewî ya li ser Îranê û tiştên wê ku derkevin derve, pêwîstî bi bazarê heye.

Bi baweriya pisporekî Amerîkî pêwîste Herêma Kurdistanê siyaseta ku li beramberî Tirkiyê heye, heman siyasetê li beramberî Îranê jî bikar bîne. Ji bo bikare rewşê aram bike û careke din têkiliyên xwe bi hêz bikin.

Li ser vê mijarê Lêkolînvanê Civakî yê Enstîtûya İndependent a Amerîkî Ivan Eland jî bo Rûdawê wiha axifî: “Têkiliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ligel Tirkiyê pir pêşketî ne. Beşek vedigere bo wê yekê ku karîne ta astekê gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kontrol bikin. Baş e, çima heman teknîkê li ser sinorê Îranê beramberî PJAKê jî bikar nayîne.”

Amerîka dawiya salê hêzên xwe ji İraqê vedikşîne, bêgûman di wê demê de hemû cîranên İraqê, bi taybet jî Îran û Tirkiye bi siyaseta xwe de diçin da bikarin zêdetir li ser İraqê xwedî kontrol û bandor bin, di nava wan de jî Herêma Kurdistanê.

Mamostayê Zanistên Siyasî li Zanîngeha Sanfransisco ya Amerîka Steven Zunes, dîtina xwe li ser êriş û topbaranên Îranê ji Rûdawê re eşkere kir û got: “Di demekê de ku mafê Kurdan jî weî her neteweyek din heye xwe biparêzin, lê rûbirûbûna ligel artêşa Îranê, bi baweriya min ji bo berjewendiyên Kurdistanê karesat e. Herwiha bihaneyê dide Îranê, ji bo operasyoneke leşkerî ya berfirehtir li ser Herêma Kurdistanê encam bide.”

Rêveberê Dosyeya Penaberan li Hollenda: Şansê Kurdên Îraqê kêm e

Nûçe Dosye – Meha borî di nava paytexta Hollenda bajarê Amsterdamê de penaberek Îranî agir berda bedena xwe. Dû caran forma penaberiyê ya wî penaberê 36 salî hatibû red kirin. Li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Kesek ku dikare bersiva hinek pirsên girêdayî rewşa penaberiya aloz a li Hollenda di nav de derbaz dibin, bide; Mihemed Reza Eskenderiye.

Eskender ji bajarê Rojhilatê Kurdistanê Mîhranê ye. Ew û xêzana xwe berî 19 salan wekî penaber hatine Hollenda. Eskender Zanista Civakî li zanîngeha Groningen Hoogschool mezûn bûye. Ev 11 sale li bajarê Lahye wekî Rêveberê Dosyeyan Li Fermangeha Karûbarên Penaberan li Hollenda kar dike.

Ew kampa ku Eskender di nav de kar dike, nêzî hezar penaber lê hene. Erkê wî ewe ku dema daxwaza kesekê hat pejirandin yan jî na, guhdariya wan bike. Ew li gel wan dirûne û behsa qûnaxên piştre ji wan re dike. Ne aramiya hinek navçeyên cîhanê ji bo wergirtina penaberan sedemên serekî ne. Mînak, ji dema ku şoreşa welatên Afrîqa dest pê kirîn ve, hêjmarek zêde ji wan welatan berê xwe dane Ewrûpa.

Eskender behsa wê yekê dike ku niha hêjmarek pir kêm ji bakûrê Kurdistanê tên, ji ber ku têgihiştine dikarin li welatê xwe guhertin û reforman çêkin, bi nêrîna Eskender ev yek tiştek başe. Lê Kurdên İraqê hêjmarek zêde ya penaberan berê xwe didin Hollenda pêktênin û li ser “Yên ji Herêma Kurdsitanê tên, ji bo wergirtina mafê penaberiyê şansek sifir hene.”

Penaberên Kurd her ku rewşê zanîn dîsa jî tên

Eskender wiha pêde çû: “Eger kesek ji Herêma Kurdistanê bê, divê dosyeyek rast û bihêz derbarê çewisandina siyasî ya ji aliyê deshilatdarên Herêma Kurdistanê ve hebe. Ji ber welatên Ewrûpa dizanin li Kurdistanê bi berhev li gel welatên navçeyê aramî û azadiya xwe îfadekirinê heye.” Piraniya penaberên Kurdistanê jî vê yekê dizanin, lê hê jî vê yekê ew sar nekirine ku rêya dûr, dirêj û giran ji bo gihiştina Ewrûpa bigrin pêşiya xwe.

Eskender wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Ew tenê ji ber wê yekê tên ku pere hene û karîna geştê heye, lê dema digihin, rastiyan dibînin. Di odeyekê de 4 kes jiyan dikin û dibînin jiyan ewqas ne hêsane ya ku texmîn dikirin, wê demê rastî diltengiyê tên.”

Piştî hilweşandina rejîma İraqê (2003) ji bo piraniya İraqiyan, yasaya penaberan bi awayek dramatîk guhertin tê de hat kirin. Kurdên Herêma Kurdistanê bi salan ji ber çewisandina rejîma Seddam di reviyan, di encama wan guhertinan de zerer dîtin. Niha hinek ji kesên ku tên Ewrûpa, xwe wekî xelkê navîn û başûrê İraqê datîne, lê ji bo îspatkirina gotinên wan belge nîne.

Li Ewrûpa çi hebe li Kurdistanê jî heye

Eskender serdana Herêma Kurdistanê kiriye û wekî bi xwe dibêje, li wê derê hemû tiştên li Ewrûpa dîtin, heye; dîsko, alkul, xort û jin. Li gor gotinên wî, piraniya kesên tên vê derê derbarê vê parzemînê de fikrek şaş hene. Eskender got: “Eger kesek wisan bifikire ku jin di rêzê de rawestiyaye û li bendê ye, ew yek ne wisane. Li vê derê derbarê wê meseleyê de hikûmetê yasayên tund hene. Heya eger keçekê jî maç bikî û ne li gor daxwaza wê be, wê demê wê ji te re pirsgirêkek mezin durûst bibe. Li gel wê yekê jî li vê derê ti tiştek bê pere nîne. Eger rewşa aboriya malbata te jî baş be û mûçeyek baş hebin, dikarin mehê carekê li restûrantê xwarin bixwin.”

Li Ewrûpa yasaya nû ya penaberan bi awayek berçav bûye sedemê kêmbûna hêjmara penaberan. Mînak, dema cara yekemîn Eskender Rêveberê Çavdêriya Dosyeyan bû, nêzî 90 hezar penaber li beşa wan bûn, lê niha nêzî 30 hezar li beşa wan hene. Eskender di vê derbarê de got: “Wê demê eger li vê derê mafê penaberiyê ji bo kesekê hatiban red kirin, dikarî biçe welatek din û li wê derê daxwaza mafê penaberiyê bike. Lê niha sîstema pencemûr (mora boyayê) heye, li çi welatê bê red kirin, wê li hemû cihekê bê red kirin.”

Ji hezaran kesan tenê 1 ji bo penaberiyê hatiye pejirandin

Di nava 11 salên borî de bi hezaran penaber hatine kampa penaberan a ku Eskender li Hollenda di nav de kar dike, wisan diyar dibe ku daxwaza piraniya wan penaberan hatiye red kirin. Eskender wiha pêdeçû: “Tenê sedî 1 hatine pejirandin û ev jî ne tiştek nû ye. Heya di demên borî û herî baş de jî, rêjeya pejirandinê her li derdora sedî 1’ê bû.”

Hinek rewş hebûn penaberan zanyariyên şaş bi armanca wergirtina mafê penaberiyê dane berpirsên karên penaberiyê. Mînak, Kurdê parçeyekê xwe bi Kurdê parçeyek din dida nas kirin. Lê bi gotina Eskender, niha ew fenomen nemane; “Niha welatên Ewrûpî banka zanyariyê hene. Mînak, eger bêjî; ez ji Sinne me, wê demê derbarê navê cadeyên wî bajarî de wê pirsan ji te bikin. Yan jî navê mizgeft û heya navê dikanên şîraniyê jî. Ewqas pirsyaran ji te dike û tû di dawiyê de neçar dibî ku bêjî, min derew kiriye.”

Hewldanên xwekuştinê jî biryara Hollendiyan naguhere

Li gor raporek a Ajansa News Migration, di navbera kanûna 1995 û tebaxa 1996’an de li Hollenda ji aliyê penaberan ve 80 rewşên xwe kuştinê hebûn. Di encama wan rewşan de 20 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ev şêwazê mamelekirina rewşê pê naçe ku ti bandorek li ser helwesta rayedarên hikûmeta Hollenda kiribe.

Ew rêjeya kêm a daxwaza penaberan tê pejirandin, tevlî civaka nû dibin û hewl didin ku jiyanek nû durûst bikin. Lê li gor gotinên Eskender “Li ser bingekê karê ku dikin” pir hêsane tû bizanî ew kes girêdayî kîjan parçeya Kurdistanê ye.

Asta xwendinê ya Kurdên Îranê bilindtir e

Eskender wiha eşkere kir û got: “Bi awayek giştî asta xwendinê ya Kurdên Tirkiyê nizme, lê di warê siyasî de aktîv û agehdarin. Asta xwendinê ya Kurdên Îranê bilindtire, piraniya wan zanîngeh qedandine û dema digihin vê derê, derbarê dibistan û xwendinê de pirsan dikin. Lê mixabin Kurdên İraqê, li pey xwendinê na gerin, bihaneyên nexweşî û tiştên din tênin û heya ji xwendinê dûr bikevin û li ser pereyê civakî (sosyal) jiyan bikin.”

Esker derbarê wêneyê Kurdan ê li Ewrûpa, di wê baweriyê de ye bi awayek giştî wêneyek baş hene, lê du kiryaran hinekê wêneyê wan ne ciwan kiriye; “Ya yekemîn kuştina jinan bi navê parastina namûsê û ya dûwemîn jî hinek caran di nava kampan de şer dikin.”  Eyûb Nûrî / Rûdaw

EY – NY. Hişkayî û bêbîryarî

Nûçe Analîz – Yekîtiya Ewrûpayê li ser Sûriyeyê ambargoya çekan sepand. Ji 13 endamên Sûriyê re qedexeya vîzeyê jî hat îlan kirin û hesabên wan ên bankayê li Ewrûpayê hatin cemidandin. Endamên hikumeta Sûriyê, ku bi kuştina gelê sîvîl tên tawanbarkirin, navê wan kete lîsta reş.

Beşar Esed ne di lîsta reş de ye

Ya balkêş ev e, ku navê serokê Sûriyê Beşar Esed bixwe ne ketiye vê lîstê. Bîryara sepandina ambargoyê bi înîsyatîva welatên layengirên helwêstên radîkal ên mîna Brîtanya, Fransa û Almanya ve hatiye standin û niha hema bêje senaryoya Lîbyayê dubare dibe.

Di heman demê de Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo lêpirsînkirina pevçûnên di navbera artêş û dijberên Beşar Esed de komîsyoneke taybet şand Sûriyê. Di rewşeke wisa de tiştê ku NY bike, tenê ev yeke. Di Civata Ewlekarî ya NY de pêşiya hewildanên mehkûmkirina tevgera hukumeta Sûriyê hat bloke kirin. Qedera beyannameya li ser rewşa Yemenê jî heman cûreyî bû. Li ser vê rewşê gelek polîtolog behsa standartên cot û pêdiviya reformkirina sîstema bîryarstandinê di nav NY de dikin.

NY çima ji bo Sûriye bêbiryar e?

Gelek pispor tekez dikin, ku NY nikare li hember şîdeta li herêmên cuda yên cîhanê bi awayekî lezgîn û berhemdar tev bigere. Nêrîna serokê Enstîtuya Navnetewî ya Lêkolînên Sîyasî Yevgenî Mînçenko li ser vê mijarê wisa ye:

Îdiayên sereke yên li hember bîryarên NY ev in, ku bi giranî bîrayrên han bi awayekî şelû tên standin û paşê jî bi awayekî subjektîv tên bicîkirin. Mînaka vê yekê di beyannameya girêdayî bi Lîbyayê re baş xuyaye. Ya duda jî ev e, ku ji ber  hebûna mafa vetoyê li gel endamên hertimî yên Civata Ewlekariyê, standina bîryaran pir dijwar dibe. Ji ber ku yan Amêrîka bloke dike, yan jî Rûsya û Çîn. Ya sisê jî, nakokiya di navbera prensîpên yekparetiya sînoran û mafa çarenûsa netewan de ye. Lê ya herî sereke ev e, ku îro ne mekanîzmên hiqûqê, lê belê mafê dewletên hêzdar derbas dibe”.

Mafê çarenûsê hindik mabû, ku NY perçe bike. Mînaka wê ya herî berbiçav, pejirandina serxwebûna Kosovo ye. Gelo, çima Kosovo dikare ji Sirbîstanê cuda bibe, lê belê Abxaziya û Osetiya Başûr, ku tûşî êrîşkariya Gurcistanê bûne, nikarin? Û pirsên wisa di nav NY de gelek in.

Gengeşiyên li ser operasyona Lîbyayê û kuştina Bîn Laden

Operasyona taybet a Amêrîkayê ji bo tunekirina Ûsma ben Laden jî nakokîyeke din e. Têkoşîna li dijî terorê başe, lê leşkerên Amêrîkî bêyî ku îzna Îslamabadê bistînin, ketin erdê Pakîstanê. Li ser operasyona Lîbyayê jî gengeşî tên kirin. Kontrolkirina qadên hewaya Lîbyayê, wekî ku di beyannameya NY de hatiye nivîsandin, tê fehmkirin. Lê meşandina şerekî vekirî li dijî rejîma Muemmer Qeddafî û nêçîra li pey wî û li pey malbata wî tiştekî dine. Yevgenî Mînçenko dibêje, ev nakokiyên hemû diyar dikin, ku saziyên NY ne rêkûpêk in:

Zehmete ku rewş ji binî ve bê guhertin. Divê hin blokên herêmî bên damezrandin û NY jî tevgera wan koordîne bike. Divê hêjmara endamên hertimî yên Civata Ewlekarî ya NY bên zêdekirin. Lê di vir de pirseke din derdikeve holê, gelo divê kîjan ji wan welatan bibe xwedî veto?”

Di nav berendamên hertimî yên Civata Ewlekarî ya NY de Almanya, Japonya, Hindîstan, Brazîl û Başûra Afrîka hene û li ser vê mijarê şêwirdarî ji zû de tên meşandin, Belam tu pêşketin di vê hêlê de nîn e. Analîst dibêjin, dibe ku nearamîya rewşê li Rojhilata Navîn û Bakûra Afrîkayê wê welatên pêşeng ên NY neçar bike, ku kêmaniya vê rêxistinê bibînin û dawiya dawîn dest bi reforman bikin. Dengê Rûsiya

‘Roja Azadiya Çapemeniya Dinyayê’

Nûçexane – Îro 3 Gulan e, ‘Roja Azadiya Çapemeniya Dinyayê’ ye. Lê niha li gelek welatan bi sedan heta bi hezaran rojnamevan di bin gef û zextên deshilatdariyan de bi zor zehmetiyan karê xwe dikin.

Neteweyên Yekgirtî (NY), di 20ê Berfanbar a (Çileya Pêşîn) 1993yan de, biryar girt ku 3yê meha gulanê wek, ‘Roja Azadiya Çapemeniya Dinyayê’ were pîrozkirin. Lê îro li gelek welatên dinyayê hê jî rojnamevan li herêmên aloz û şer tên astengkirin, kuştin û li welatên wek Tirkiye jî derbirina wan a ramanê tê astengkirin, nikarin bi awayekî azad rojnamevaniyê bikin û her wiha bi cezayê hepsê tên cezakirin.

Li gor raporta Tora Serbixwe ya Ragihandinê (BİA) ku li Tirkiyeyê kar dike, di nav 3 mehên derbasbûyî de, li Tirkiye ji wan 62 rojnamevan bi tevahî 103 kes ji ber fikr û ramanên xwe li dadgehan tên darizandin û 47 rojnamevan jî di girtîgehan de ne.

Di raporta BİAyê de, li Tirkiye li ser bînpêkirina mafê derbirinê navê 267 kesan derbas dibe.

Li gor raportê, 47 rojnemevan di girtîgehan de ne, ji ber benda Zagona Têkoşîna bi Terorê re ji 13 kesan re 21 sal û 10 meh cezayê hepsê hatiye dayîn, 44 kes bi tawana heqaretê bi cezayê 77 salan hatin darizandin, ji 13 kesan cezayê tazmînatê tê xwestin, 7 rojnamevan ji ber binpêkirina mafê veşarîbûnê bi daxwaza 70 sal cezayê hepsê tên darizandin, 10 rojnamevanên dadweriyê ji ber bandorkirina li ser darazê tên dadgehkirin, 6 kes ji ber pesindariya sucdaran tên darizandin, 5 kes jî bi hinceta ku xelkê ji leşkeriyê sar dikin wekî bersûc tên darizandin. 

Sala çûyî li seranserê dinyayê 100 rojnamevan hatin kuştin

Li aliyê din li gor raporta giştî ya International Press Institute (IPI), di sala çûyî de (2010) li tevahiya dinyayê zêdetirî 100 rojnamevanî dema xebatê hatine kuştin. IPI radigihîne ku, ji van 40 nûçegihan li welatên asiyayê, 32 li Amerîkayê, 16 li Pakîstan, 15 li başûrê Afrîkayê, 8 li Rojhilata Navîn, 7 rojnamevan jî li Ewropayê hatine kuştin. Li her yek ji welatên Rûsiya, Tirkiye, Yunan, Belarûs, Bulxarîstan û Letoniyê jî rojnamevanek hatiye kuştinê. NÛÇEXANE