‘Amerîka vekişe wê bandora Îranê li ser Îraqê zêdetir bibe’


 Nûçexane – Xwendekarê Kanadî Steve Danilovic ku niha li Rûdaw rahênana rojnamevaniyê dike, derbarê mijara paşdekişîna hêzên Amerîka de hevpeyvînek digel Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa sazkir. Di wê hevpeyvînê de Felah Mistefa dibêje ku piştî paşdekşîna hêzên Amerîka wê bandora Îranê li ser Îraqê zêdetir bibe.

Rûdaw: Leşkerên Amerîkayê heta çi radde arîkarin di aramiya rewşa niha ya Îraqê de?

Felah Mistefa: Leşkerên Amerîkî niha mijûlî rahênan û bilindkirina îmkanên hêzên ewlehiya Îraqê ne. Nerîna min a taybetî jî ewe ku hêzên ewlehiya Îraqê demeke bêtir pêwîstin heta hîn bibin û bikarin parastina Îraqê û xelkê wê bikin. Hêzên Amerîkayê ji bilî hînkirina hêzên Îraqê, herwiha arîkarin ku li navçeyên nakokî li ser aramî hebe, hebûna wan li wan navçeyan gelekî giring bû bo parastina aramiya navbera pêkhatên netewî û olî yên cuda li wan navçeyan.

Ew kîjan metirsîne wisa dikin ku mayîna Hêzên Amerîkayê giring be?

Bo bersivdayîna vê pirsyarê, gelekî giringe ku em siyasetê bidin aliyekî û ji xwe bipirsîn ka gelo hêzên ewlekariya Îraqê amadene bo berxwedana ewlekariya Îraqê û di heman demê de parastina sînor, asman û kenarên avî yên Îraqê bikin. Bersiva vê pirsê divê ji aliyê hemû alî û baskên siyasî yên li Bexda bê dayîn, ango baskên cuda yên siyasetê li Îraqê. Herwiha divê aramî û ewlehiya xelkê Îraqê mebesta sereke be di bersivdayîna wê pirsyarê de. Herwiha hejmareke pirsgirêkên hilawîstî li Îraqê hene ku pêwîste li ser bifikirin, mîna çarenivîsa navçeyên nakokî li ser, serhijmêriya giştî ya nifûsa Îraqê, pejirandina projeya yasaya neft û gazê û projeya yasaya dabeşkirina dahatê. Ev mesele eger bêyî çareserî bimînin, wê bibe sedema pêkhatina pirsgirêkan li Îraqê û aloziyeke bêsûd di navbera Kurd û Ereban de. Herwiha îhtimala têkçûna rewşa navbera Erebên Sunnî û Şie de jî heye, piştî paşdekşîna Amerîkayê.

Gelo ti xeterî li ser sistema Îraqê ya federal heye ku Amerîka sponseriya wê ya sereke bû. Herwiha ew sistem jî bû ku desthilateke baş a xwebirêvebirinê da Herêma Kurdistanê?

Îraq li gor destûra xwe, dewleteke federal, demokratîk û pirnetewî ye. Amerîka jî ku piştevaniyeke tam li vê sistemê kiriye, lê ew ne sponsera vê sistemê bû. Ev sistem xalek bû ku hemû aliyên Îraqî li ser lihevhatin, berî rûxandina rijîmê. Ev lihevhatina ku ketiye di nava destûra Îraqê de, xistin ber sînga Îraqiyan û di referandûma sala 2005`an de bi bêtiriya dengan hat pejirandin. Tek metirsiya ser vê sistemê li got dîtina min ewe ku hin grûpên siyasî hewla binpêkirina destûrê bidin bo avakirina desthilateke navendî li Bexda. Ev sistem baştirîn mekanîzme bo xizmetkirina xelkê Îraqê. Daxuyaniyên vê dawiyê yên çend siyasetmedarên Îraqî jî ku pêşniyaza avakirina herêmeke din a federal kirine, wan axaftinên ku dibêjin tenê Kurd piştevaniya Îraqeke federal dikin, ji holê radikin. Ez bi xwe ti metirsiyan nabînim di warê bikaranîna sistema federal bo Îraqê, ji ber ku ew sistem di çendîn welatên din de bi şêweyekî serketî hatiye bikaranîn. Neteweyên Yekgirtî bi rêya wan sazî û ofîsên cudayên li Îraqê, di warê teknîkî de arîkariya Îraqiyan dike da ku baştir federalizmê fêm bikin. Sererayî wê yekê ku em bi şêweyekî temam piştevaniya vê sistemê dikin, lê ew boçûna ku dibêje tenê Kurd piştgirtiya federalizmê dikin, ew boçûneke şaşe. Grûpên din ên Îraqî jî piştgiriya vê fikrê dikin û dîrok jî wê yekê îsbat dike ku ev baştirîn modele bo Îraqê bê meşandin.

Tu çawa dahatûyê têkiliyên Îraq û Îranê dibînî, piştî paşdekşîna hêzên Amerîkayê?

Îraq di vê navçeyê de welatekî giringe. Nerîna me derbarî Îraqê ewe ku divê têkiliyên wê yên asayî û nerim digel hemû cîranan hebin, li ser bingeha desttêwernedan, rêzgirtina hevbeş û jihevfêmkirinê. Me derbarê cudahî û nakokiyên digel cîranan jî bawriyeke zêde bi wê yekê heye ku dialog baştirîn çareseriye, ji xwe bikaranîna tundûtîjiyê jî tenê nakokiyan aloztir dike. Têkiliyên navbera Îran û Îraqê, peywendiyeke kevne û girêdayî hikûmeta federal e. Bêguman piştî paşdekşîna hêzên Amerîkayê wê bandora Îranê li ser Îraqê zêde bibe, lê siyasetên ku karekterên wê têkiliyên diyar dikin ji aliyê Hikûmeta Federal û Wezareta Derve tên kontirol kirin.

Îhtîmala ku Amerîka di dema destnîşankirî de paşde bikşîne, çende?

Gelekî giringe ku ji bîra me neçe ku hêzên Amerîkayê beşek bûn ji prosesa azadkirina Îraqê ji destê zolm û diktatoriyê. Wan gelek qurbanî bo Îraqê dane, lê Amerîkiyan eşkere kirine ku ewê jivana xwe ya destnîşankiriî, dirêj nekin, heta ji aliyê Hikûmeta Federal a Îraqê daxwaz ji wan neyê kirin. Tişta ji me re giring ewe ku Amerîka dakokiyê li ser wê yekê dike ku têkiliyên wê yên domdirêj digel Îraqê hebin. Me di dema dawî de çend daxuyaniyên cuda ji aliyên siyasî bihîstin derbarê dirêjkirinê, lê em hêvîdarin ku lihevhatineke hevbeş pêkbê ku di berjewenda ewlehiya Îraqê û xelkê wê de be.

Eger ew jivan hat dirêjkirin, gelo Herêma Kurdistanê dikare pişta xwe bi hêzên Amerîkayê girêbide bo nehêlana tundûtîjiyan. Tevî ku Îran niha navçeyên sinorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike û bi sedan gundî derbeder bûne, lê Amerîka bêdenge?

Mîna ku min berî niha jî amaje dayê, Amerîkayê gelek qurbanî dane ji bona aramî û ewlehiya Îraqê. Eger jivana wan bê dirêjkirin, ewê arîkarbin bo nehêlana her tundûtîjiyekê ku biqewme. Amerîka herwiha wê berdewam be li ser navbeynkariyê li navçeyên ku nakokî li ser heye û navçeyên din jî, lê ew pirsgirêkên Îraqîne û çareseriyeke Îraqî jê re pêwîste. Topbarankirinên Îranê nayên qebûl kirin û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî jî hatine şermezarkirin. Lê parastina sînorên Îraqê berpirsariya Hikûmeta federal a Îraqê ye. Me di van çend rojên dawî de hin pêngav ji aliyê baskên siyasî dîtin ku protestoya kiryarên Îranê kirin. Em di wê bawerê de ne ku dialog baştirîn rêye bo çareserkirina van core nakokiyan û em hêvîdarim ku Hikûmeta Îranê hurmeta serweriya sinorên Îraqê bigire. Rûdaw