DUWAZDEH BIRÎNÊN LOKMAN AYEBE


Hamid Omerî

Nûçexane – Jiyan bi  bonderkeriya xwe carinan li ser û çavên me dikeve, carinan li ruh û dilê me dikeve û meşa xwe didomîne. Jiyan, bi reng û şopên xwe emrê me (yê çûyî) li gor dilê xwe boyax dike. Piştre nivîskar qelema xwe ji çentikê xwe an ji berîka xwe derdixîne, serê wê tûj dike û hêdî hêdî bi pey wan reng û şopên sergirtî dikeve. Bi dengê xwe, bi qelama xwe, bi birîna xwe, bi çavên xwe yên tûj wan reng û şopan vedike û li ser dixebite. Dibe û tîne û bi formên edebiyatê; ji hêneke kurt, ji enstanteneyeke jiyanê bi ber vegotineke dirêj diherike. Li belê cuda cuda. Ev cudahî şêwaza vegotinê ye; şêwaza nivîskar e. Heke herkesî bi heman şikl û şêwazê binivîsanda ne wê ew qas berhem ne jî wê ew qas nivîskar hebûna.

Ez dixwazim qala çîrokê bikim. Lewma ez ê qala çîrokên Lokman Ayebe bikim. Birîn û Ramûsan ji nav weşanên Belkî yê derket û gihîşt destên me. Ji duwazdeh çîrokan pêk tê; Nasname, Birîn û Ramûsan, Heyirandin, Kuliyên Firotinê, Barûya Çil Tebeq, Teyrikê Nikil Pola, Êşa Xezalan, Qiloçên Xewnê, Girrê Zilamtiyê, Dêreke Çiyayê Mazî û Kanîka Xwînê.

Ji aliyekî ve wek bîranînên salekî. Ji aliyê din ve wek bîranînên jiyanên curbecur. Bê merş, bê meş, bê leşker, bê herb bi zar û ziman kirina zilm û zordariyê; zilma serdestan bi vegotineke li gor pîvanên çîrokê hatiye rave kirinê. Ev ne îdîayeke ji xwe pêdivî bi îdîayekê jî tune ye lê belê navenda rûhê çîroka Ayebe, jidil bûna bindestiyê, feqîriyê û işqê ye.

Di nasnameyê de nasname, an têkoşîna bo nasnameyê ser û çavê xwîner napurûkî nake. Bi navê nasnameyê, xwîner kor nabe; wek mînak sirûd nayê xwendin. Hevokên saf û sade, “…ez jî bûme weke bavê xwe, gava qala nasnameyan dibe, tayeke sar min digire.” Şibandina bav domdaribûna zilmê nîşan dide û ‘tayeke sar’ hincet û sosreta tirsa hebûn û nebûna nasnameyê di hevokekî de diselimîne. Sedema nepisporbûyînê jî nivîskar wiha îfade dike: “Li vî welatî tiştê herî zor stendina nasnameyê ye. Heta nehatibû serê min, min nizanîbû, lê ez nuh fahm dikim ku xebera bavê min e. Tehba ji bo ku ez nasnameya xwe bistînim min xerc kiriye, min li çi xerc bikira niha ez bibûma pisporê wî karî…”

Di dawînkê de bihara nû ya gelê xwe jî watedartir dike. Wate di her dera hevokê de pirr zelal e. Û ev zelalî bi jidil bûna xwe dagirtîbûnek qezenç dike. “Erê li vî welatî tiştê herî zor stendina nasnameyê ye, lê min weke bav û kalê xwe nekir û ked be ked, pere be pere, tehb be tehb, xwêdan be xwêdan çi hewce kir min lê da û min nasnameya xwe stend. Ev nasname wek şîrê dêya min li min helal e…”

Ayebe binyada gellek çîrokên xwe li ser bîranînên zarokatiyê daniye. Di van çîrokan de hêlîna çîroka Ayebe, gund e. Çend caran xwe gihandiye bajêr. Lê li bajêr jixwe bihostek jî erd/xwelî nema ye. Ji bo xwe bigihîne xeyalên xwe bi hevalê xwe re kuliyan digire û diçe li bajêr difiroşe zarokên memûran(Kuliyên Firotinê). Barûya Çil Tebeq çîrokeke balkêş e. Ayebe, vê carê li pey şopa xwîn û xwêdana bav û kalan e.

Teyrikê Nikil Pola, bi çavên lawê gerilayekî vegotina bêrîkirina bav û psîkolojiya hundirê mala jinebiyekê ye. “Wêneyekî bavê min ê reş û spî di dîwarê mala me de bi darvekirî ye, lê ji wî wêneyî ne kejbûna porr û simbilê wî û ne jî defa sînga wî keşf dibe, jixwe bêhna sorgulan jî qet jê nafûre…” hevokên wiha manedar û dîrekt yek ji elametên çîroknûsiya Ayebe ne. Dayik, her du lawikên xwe nemaze yê mezin ê hinek bîrbirî bi hatina bav a roja îdê dixapîne û bavê wî jî bi hevokên jorê pê dide nasîn. Kurê wê yê mezin bavê xwe wek siwarê teyrikek nikil pola xeyal dike. Her sibe û her îd çavên zorokan li derî ye lê bav nayê. Lê sibeheke zû Xerîboyê biçûk hêj di xew de ye û zirr qiyametek însan li hewşa wan kom bûne. “Min bi dizîka ji dêya xwe pirsî, “yadê ev çi ye?” Got, “lawo îroj cejn e!” Qerebalix li hewşa wan li ser keskûsorûzerekê kom bûye. Dêya wî xwe li nav qerebalixê dixe û keskûsorûzerekê bilind dike, “Di binê keskûsorûzerê de yekî ku defa sînga wî di derve de, porrê wî kej …wê kêliyê min li derûdorê çavên xwe li teyrikek nikil pola gerandin lê min nedît.”

Wate, wek çarşevekê  li ser hemû çîrokên Ayebe nixamtiye. Hevokên sazkirî rasterast çi bin ew in lê belê wateya ku ji jor de bi nav û dengê xwe serê xwe berjêrî nav çîrokê dike bêhna çîrokê difûrîne derûdorê. Êşa Xezalan jî ya ku bo Ceylan Onkol ê hatiye nivîsandin bi vê tevnê hatiye vegotin. Bi şêwaz, pevxistin û dengê xwe yek ji çîrokên herî baş a Ayebe ye. Qiloçên Xewnê, Êşa Xezalan Kafkaeskî ne. Kul û birîna ermenan bi riya dêrên Dêrekê yên nemayî di kitêbê de cih girtiye.

Dilê Esirî çirokeke nîvbajarî ye;bi cih û war ji gund dûr e lê bi tehba xwe dîsa di nav sînorê gund de ye. Û Kanîka Xwînê; “Çawa min devê metereyê xwe di ava kanîkê de dakir, weke metereyê min jî tî bibe, bû bilqebilqa devê wî û av kişand.(Kanîka Xwînê)”

Bi kurtasî; zimanek dawerivandî, vegotinek herîkbar, teşe û deng. Ji bo çîroknûsiyek serkeftî wekî din!

 

Hamid Omerî

09.08.2011

Stenbol