Ez Tosinê Reşîd, Kurê Reşîdê Ozman!..


Ez Tosinê Reşîd, kurê Reşîdê Ozman!..

Dilsoz û Kedkarê Çand, Huner û Edebiyata Kurdî

Tosinê Reşîd *

Ji bo 70 saliya Tosinê Reşîd

Nûçexane – Gava ku li gundê Kûrekendê ji dayik dibe, rûpelên salnameyan 22’yê Hezîrana 1941’ê nîşan didin. Kûrekend li dorhêla Zozanên Elegezê, Warê Xudê Nado gundekî êzdiyan e ku dikeve navbera geliyên Ampûrê û Erqaşanê. Li gorî bilêvkirina wî, Xudê Nado di kilama “Şevavê” de derbas dibe. Her wiha ew diyar dike ku Romiyê Qurdo gundiyê wan e û yek ji rîspiyên êla Şerqiyan e. Belê ez behsa Nivîskarê Kurd ê eyan û berbiçav Tosinê Reşîd dikim. Ev nivîsar jî, ji bo 70 saliya wî ye, pîroz be!

Ez Tosinê Reşîd, kurê Reşîdê Ozman!..

Kerem bikin em guh bidin beşek ji serpêhatiya jiyana wî. Hûn û Tosinê Reşîd:

“Bavê min Reşîdê Ozman peneberê ji gundê Sûsizê ya devera Qersê, dayika min, Xezala Çolo penebera ji Zorê, devera Surmeliyê bû. Lê pêşiyên me berê li Eyntaba Serhedê, gundê Esmerê mane. Gava ku di sala 1918 an de, tirk dikevine Qersê, malbata me bi tevahiya êzdiyên Serhedê ve derbasî Ermenistana îroyîn dibin û li gundê Korbilaxê bi cih û war dibin. Sedem jî ew e ku di wî gundî de mirovên wan ên ji êla Şerqiya hebûne.”

Koça ber bi Tiblîsê, vegera Ermenistanê

Di sala 1921’ê bavê Tosinê Reşîd diçe Tiblîsê, paşê jî malbata xwe jî dibe wir. Malbat di sala 1933’an de vedigere Ermenistanê û li gundê Kurekenda navçeya Êçmîadzînê bi cih dibe. Bavê wî Reşîdê Ozman tu caran neçûye dibistanê, ji 15 saliyê ve dabara malê dikeve stuyê wî û hema ji wê sale ve jî dest bi kar kiriye. Tosinê Reşîd diyar dike ku bavê wî, tevî ku nexwendiye jî xwe fêrî xwendin û nivîsandina rûsî kiribû û salên dirêj serokatiya gundê wan kiriye û li ser bavê xwe wiha didomîne: “Wî xwe li rojnama ‘Pravda” nivîsandibû û her roj ew  dixwend. Bavê min ji xwendinê hez dikir û zarokên xwe dane xwendinê. Qanatê Kurdo jî bavê min daye xwendinê.”

Birayê mezin ê Tosin, Rizaliyê Reşîd, li gundê wan xwendekarê yekemîn e û di sala 1948’an de li bajarê Êçmîadzînê dikeve Peymangeha Perwerdehiyê. Rizalî jî wekî bavê xwe ji xwendin û pirtûkan gelek hez dike û gava Tosinê biçûk dest bi  dibistanê dike, di mala wan de êdî pirtûkxaneyeke biçûk heye.

Tosinê Reşîd dibêje: “Ez biçûkê malê bûm û Rizaliyê bira çiqas roja şemiyê ji xwendinê bihata malê ji min re pirtûk dianîn” û berdewam dike:

“Salên Cenga Niştimanî û salên dû re li Yekitiya Sovyetê nangiranî hebû û gelek malên gundê me ji gund bar kirin. Hinek çûn Gurcistanê, hinek ji wan berê xwe dan gundên ermeniyan. Gava min dest bi dibistanê kir, di gundê me de 15 mal hebûn û dibistan heta koma çaran bû. Ji koma 5-7 ez çûme dibistana gundê Haytaxê ku gundekî ermeniyan bû û 3 kîlomêtre ji gundê me dûr bû. Ji 8-10 gundê Samaxarê, ku 5 km ji gundê me dûr bû, em bi peytîa diçûn û dihatin.“

Tosinê Reşîd li dibistanê ji wêje û matêmatîkê hez dike. Mamostayê matêmatîkê carcaran pirtûk dide destê wî û dibêje; ‚dersa nû tu şirove bike.‘

Di salên zarokatiya wî de, di ode ango dîwana mala wan de, nexasim di şevên payîzan û zivistanên dirêj de, mêrên gund di wê odê de berhev dibûn, stran, destan, cîrok, efsaneyên li ser jiyana xasên êzdiyan digotin. Ji bilî dengbêjên gundiyên wan, carcaran kesên ji gundên mayîn, heta ji Tiblîsê jî mêvan dihatin gund, bi mazûvanên xwe ve dihatin ode û dîwana Apê Reşîdê Ozman.

Tosinê Reşîd li ser wan rojan jî wiha dibêje:

“Ji wan dengbêjan du kes hebûn, ku heta îro jî teherê stranên wan li ber çevên min in, dengên wan di guhê min de ne. Dengbêjê yekem Şêx Hesen bû. Şêx Hesen birayê Şamilê Beko yê sazbendê mezin bû. Salê carekê dihat mêvaniya me, li dora sê rojan li mala me dima. Bi êvaran gava ode dikimkimî Hesen destpê dikir. Wî bi piranî destan distirandin; “Mem û Zîn”, “Siyabend û Xecê”, “Ker û Kulik”, “Xanê Çengzêrîn” “Sêva Haco” û yên mayî. Gava Hesen destpê dikir, oda me dibû şanoya artîstekî, artîstekî mezin. Hesen her gava ku bistira, ji bo her stran û kilamê dengê xwe, rûçikê xwe diguhast. Hey şîrove dikir. Gava Hesen distira, jinên mala me û jinên cînar jî dihatin û li bin piyê odê rûdiniştin. Dengbêjê duyem Ahmedê Mîrazî bû ku di nav xelkê de wekî Ahmedê Şewêş hatibû naskirin. Wî bêhtir stranên mêraniyê digotin û ji stranên wî bîn û boxsa profêsonaliyê dihat. Ew xwediyê stîla xwe bû, stranên wî ji yên gişkan cihê dibûn.”

Sal 1954, Qanatê Kurdo, wî bi xwe re dibe Lenîngradê

Di sala 1954’an de Qanatê Kurdo wî bi xwe re dibe Lênîngradê, ji bo ku li mala wî bimîne û li wir bixwîne. Lê Lênîngrad lê nayê, nexweş dikeve û Rizaliyê birayê wî tê û careke din vedigerin gund. Diyar dike ku Qanatê Kurdo gelek jê hez dike û didomîne:

“Mêla Apê Qanat gelek li ser min hebû, çiqas bihata mêvanî, ez bi xwe re dibirim bajêr û ji min re kincên nû dikirîn. Di sala 1955’an de Qanatê Kurdo çend şiîren Cegerxwîn li ser daktîloyê lêxistî ji min re şandin. Cara yekem bi wan berhemên Cegerxwîn fêrî alfabeya latînî bûm. Di sala 1957’an de wî ‘Rezimana” xwe ya akademîk bi nivîsa diyariyê ji min re şand. Paşê çiqas gotar û pirtûkên wî çap bibûna, ji min re dişandin. Pêwendiyên navbera min û Qanatê Kurdo çiqas çûn xurt bûn, ji sala 1959’an heta kirasguhêrîna wî (1985) bi kêmasî ez salê carekê diçûme Lênîngradê. Sala 1959’an ez sê mehan li Lênîngradê mam û Pirtûkxaneya Qanatê Kurdo ji min re bû zanîngeha kurdayetiyê. Min her du dîwanên Cegerxwîn, her wisa gelek pirtûkên li ser pirsa kurdan xwendin.”

Her sê mehên li Lenîngradê, dibin sedem ku di jiyana Tosinê Reşîd de gelek guhastin çêbin. Di wê demê de bi kurd û Kurdistanê re dibe nas, kurdayetî dike rêya jiyana wî. Paşê wê Apê Qanat wî fêrî alfabaye kurdî ya latînî jî bike. Kurt û kurmancî, Qanatê Kurdo li serenserê jiyana wî, jê re dibe rêberek û wisa jî dimîne.

1959-1964 Înstîtûta Yêrêvanê ya Perwerdehiyê, Fakûlteya Fîzîk-Matêmatîkê

Di sala 1967‘an de, dixwaze here Lênîngradê û bikeve Aspêrantûra Înstîtûta Rojhilatnasiyê ku Kabînêta Kurdî jî di wê Înstîtûtê de bû û Qanatê Kurdî serokê wê kabînêtê bû. Lê ew naçe: “Ez fikirîm min fîzîka-matêmatîk xwendiye, paşê wê bêjin apê wî ew bir û kir kurdnas!“ Bi vî awayî her çiqas meyla wî gelek li ser kurdnasiyê heye jî, ew naçe.

Tosinê Reşîd di sala 1959‘an de dikeve Înstîtûta Yêrêvanê ya Perwerdehiyê, Fakûlteya Fîzîk-Matêmatîkê û di sala 1964‘an de temam dike. Piştî înstîtûtê, li dibistaneke bajarê Kîrovakanê dest bi karê mamostatiyê dike, lê piştî sê mehan ew ji wir dibin leşkeriyê. Salekê leşkerî dike. Piştî leşkeriyê, di destpêka sala 1966‘ an de, li Înstîtûta Yêrêvanê, Beşê Kîmyayê wekî lêkolîner, dest bi kar dike. Di sala Sala 1970‘î de jî, li Zanîngeha Yêrêvanê dest bi kar dike, berê lêkolîner e, paşê karê xwe wekî mamosta-lêkolîner didomîne.

Di sala 1975‘an de li zanîngehê têza doktorayê ( PhD), li ser pirsên kîmya sîlîkatan pawan dike. Wê salê li Beşê Înstîtûteke Yekîtiya Sovyêtê ku navenda wê li bajarê Kazanê ye dibe lêkolînerê sereke, paşê jî dibe serokê laboratorê. Şayanê gotinê ye ku Tosinê Reşîd, xwediyê patêntekê û 12 diyarkirina (îzobrêtêniyê) ye. Di kovarên zanistî de 14 gotarên zanyarî li ser pirsên kîmya sîlîkata û meyandina fosforîtê çap dike. Li bajarên Moskova, Lênîngrad, Kîêv, Tallîn, Taşkên û Yêrêvanê beşdarî gelek konfêransên zanyarî yên kîmyayê bûye û gotar pêşkêş kirine.

1991 Beşê Kurdî yê Radyoya Yêrêvanê, 1993 Melbourne

Di sala 1991‘ê de li beşê kurdî yê Radyoya Yêrêvanê kar dike. Di destpêka sala 1993’yan de li Moskovayê Navenda Lêkolînên Kurdî vedibe. Prof. Ş. Xudo serokê wê ye. Ji bo wê navendê tê vexwendin, lê piştî çend mehan, di 27 ê Hezîrana 1993‘an koçî Australiayê dike û li bajarê Melbourne bi cih dibe. Heta niha jî li wir dijî.

Ew zewicî ye, du keçên wî û Nûra Cewarî hene; Zozan pispora sazbendiya kurdî ye, Aza li Wezareteke Hikûmata Australiyayê kar dike. Têza wê ya masterê li ser pirsa kurdi bû.

1963, Yekitiya Sovyetê piştgiriya Şoreşa Başûrê Kurdistanê dike

Tosinê Reşîd diyar dike ku havîna sala 1963‘an Hikûmata Yekîtiya Sovyetê bi awayeke eşkere piştgiriya şoreşa Başûrê Kurdistanê dike û wiha didomîne:

“Radyo, TV, kovar, rojname, li ser kurdan û şoreşa wan dinivîsîn. Van bûyaran bandoreke mezin li ser kurdên Yekitiya Sovyêtê hiştin, hisên kurdperweriyê li ba wan xurt kirin. Payîza sala 1963‘an min, Zurbê Emir, Gêorgiyê Xudo û Tîtalê Efo li Yêrêvanê  ‘Şêwra Xwendekarên Kurd’ damezirand. Ew li seranserê Yekitiya Sovyêtê yekem rêxistin bû ku li ser bingeha neteweyî hatibû avakirin. ‘Şêwra’ me berê nehênî bû, lê piştî çend mehan me pêwendî bi Komsomolên Ermenistanê re girê dan û bi hevkariya wan karê xwe domand. Piştî şêwr eşkerê bû, navê wê bû ‘Şêwra Xortên Kurd”. Armanca şêwrê belavkirina bîr û baweriyên kurdayetiyê û xurtkirina hisên neteweyî bû. Programa şêwrê min nivîsand û di civîna yekem de min gotarek li ser jiyan û berhemên Cegerxwîn xwend. Agahiyên kurdên Yekîtiya Sovyêtê hema bêje wê demê li ser Cegerxwîn tunebûn. Berî wê tenê di “Rêzimana” Qanatê Kurdo, ya sala 1957 çap bûyî de, çend şiîrên Cegerxwîn cih girtibûn. Ew rêziman jî li Ermenistanê dibe ku di destê 6-7 kesan de hebû.“

Tosinê Reşîd di navbera salên 70-90‘î de gelek caran diçe nav kurdên Gurcistanê, Qazaxistanê û Qiqizistanê: “Min ew mêvandarî ji bo xurtkirina hisên kurdayetiyê bi kar dianîn“ dibêje û berdewam dike:

1977 Dema guhêrîna navê gundê wan Kûrekendê

“Sala 1963‘an pêwendiyên min bi kurdên derveyî Yekitiya Sovyêtê re çêbûn, pirtûk, kovar, rojname û belevokên li ser pirsa kurdan ketin destên min. Bi xwe nayê bîra min ka min kingê dest bi nivîsara şiîran kiriye, lê Rizaliyê bira dinivîse, ku min sala 1957‘an ji wî re şiîrên xwe xwendine. Min salên xwendkariyê jî şiîr dinivîsîn û sala 1962‘an, gava Fêrîkê Ûsiv di Radyoyê de rêdaktorê beşê wêjeyê bû, du şiîrên min di radyoyê de hatin belavkirin. Ji wan yek tê bîra min “Were, bahar vebûye. Gava ez çûme leşkeriyê min şiîrên xwe ku du defterên 48 perî bûn, bi xwe re birin. Lê min ew li leşkeriyê winda kirin. Ji şiîrên berî sala 1966‘an nivîsî tenê sê, çarek di nav kaxazên min ên di gund de mabûn.“

Sala 1966’an şiîrên wî di Rojnameya “Riya Teze’ de têne weşandin. Her wisa di sala 1966‘an de yekemîn çiroka wî û yekemîn çîroka wî ji rûsî wergerandî çap bûne. Gotara wî ya yekem di ‘Riya Teze’ de, di sala 1961‘ê çap bûye. Ji sala 1960‘î ve ji radyoyê re nivîsiye. Yekemîn gotara wî li derveyî Yekitiya Sovyêtê di sala 1976‘an de çap bûye. Sala 1966‘an berê bi Emerîkê Serdar re, paşê jî bi tenê ji bo Beşê Kurdî ya Radyoya Yêrêvanê bernameya bi navê “Ensîklopêdiya Kurdî” amade dike. Di wê bernameyê de gotarên li ser dîrok, wêje, çanda kurdî, serhildan û navdarên kurd, bajar û şûnên Kurdistanê yên dîrokî dihatin xwendin. Bername li dora 12-13 salan berdewam dike.

Yekemîn dîwana şiîrên xwe di sala 1966‘an de ji bo çapê amade dike, Şaxê Nivîskarên Kurd li Erîvanê ji wî dixwaze ku ew guherînan tê de bike, lê ew nake. Piştî neh salan ango di 1975‘an de, pirtûk bêyî ku bê guhertin çap dibe.

Nivîsandina şanoyê û tevî Nûra Cewarî berhevkariya folklora kurdan

Destpêka salên 80‘yî bi spartina Serokê Şanoya Kurdî ya Gelerî ya li bajarê Tiblîsê piyêsa “Siyabend û Xecê” dinivîse. Ew piyês gelek salan li ser dikê dimîne. Her wiha bi spartina heman şanoyê, piyêsek li ser jiyana Şoreşgerê kurd Fêrîk Polatbêkov dinivîse. Navê piyesê ‘Tîrêj‘ e.

Di sala 1967‘an de, tevî Nûra Cewarî li nav kurdên Ermenistanê, Gurcistanê, Qazaxistanê û Qirqizistanê digerin û bi hezaran stran-awazên folklorî berhev dikin.

Tosinê Reşîd beşdarî gelek radyokompozîsyonên Beşê Kurdî yê Radyoya Yêrêvanê bûye, lê di radîopiyêsa “Sîsê” de rola sereke ‘Keleş‘ û di ‘Ker û Kulik‘ de jî rola ‘Ker‘ dilîze. Her wiha kesê ku di fîlmê “Stranek ji bo Beko’ de rola muxtarê gund lîstiye jî ew bixwe ye.

Ew xwediyê gelek berheman e û heta niha beşdarî gelek civîn, festîval û konferansên girîng bûye. Dixwazim ew bixwe behsa vê yekê bike:

“Berhemên min bi zimanê rûsî, ermenî, îngilîzî, tirkî û erebî hatine wergerandin.

Di sala 2005‘an de li Hewlêrê beşdarî Fêstîvala Mestûrê Erdelanî bûm û ji aliyê Serokê Hikûmata Herêma Kurdistanê yê wê demê Nêçîrvan Barzanî ve hatime xelatkirin. Heman salê li Silêmaniyê beşdarî fêstîvala kovara “Gelawêjê’ bûm û hêjayî xelata fêstîvalê hatim dîtin.

Sala 2009‘an beşdarî Kongreya Salane ya Kongrêsa Kurdên Bakurê Amêrîkayê bûm. Di heman salê de ji bo 100 saliya Qanatê Kurdo beşdarî konfêrans û sêmînerên li Dihok, Diyarbekir û Stenbolê bûm.“

Tosinê Reşîd şiîren M. Lêrmontov, A. Pûşkîn, A. Voznêsênskî, Y. Îsayêv, F. Polatbêkov ji zimanê rûsî û şiîrên Parûyr Sêvak ji zimanê ermenî wergerandine kurdî û di rojnameya “Riya Teze” û çendek kovar û rojnamên kurdî de çap kirine. Her wisa wî kurteçîrokên F. Polatbêkov, A. Çêxov, L. Tolstoy, Î. Bûnîn, V. Şûkşîn ji zimanê rûsî wergerandine kurdî.

Wî her dem qedir û qîmeteke mezin daye rojnamegeriyê. Çi ji bo Radyoya Yêrêvanê û Rojnameya Riya Teze, çi ji bo kovar û rojnameyên kurdî yên derveyî Yekitiya Sovyêtê û van salên dawî jî li ser tora ragihandinê/înternetê bi têra xwe  gotar nivîsîne û belav kirine.

Tevahiya berhemên Tosinê Reşîd:

Kilamê rê (şiîr)  “Hayastan” 1975, Yêrêvan

Ev pirtûk bi wergera tirkî re tevayî (werger A. Balî) sala 1985 an li Bêrlînê çap dibe. Her wisa bi amade kirina Ferhad Şakelî, di sala 2004’an, hejmara 89’ê ya kovara “Raman” de bi tîpên erebî çap dibe.

Zozan (şiîr) (Almanaxa Bahara Teze 3)    ‘Sovêtakan grox’ 1984, Yêrêvan.

Nîvro (şiîr) ‘Sovêtakan grox’ 1987 Yêrêvan

Siyabend û Xecê (Drama) “Roja Nû” Stockholm, 1988,

Li şanoya kurdî ya gelerî, bajarê Tiblîsê de hatiye lîstin.

Li ser bingeha drama “Siyabend û Xecê” derhênar Sahin Gok, di sala 1992‘an bi piştgiriya şirketa Senar-Film, kiriye fîlm.

Şeva bê xew (Kurteçîrok) “APEK”,  Stockholm, 2000,

90-saliya bûyîna zimanzanê mezin Qanatê Kurdo (Lêkolîn, bîranîn) bi Husên Hebeş ve, “Hogir” Bonn, 2000.

Êzdiyatî, oleke hê jî ne naskirî, (Lêkolîn)  “Roja Nû” Stockholm, 2004,

Êzdiyatî, oleke hê jî ne naskirî, Çapa duyemîn, “Lîs”,  Diyarbekir 2010.

Min bêriya şevên Sipî kiriye (Kurteçîrok) “Avesta” Stenbol, 2005.

Min bêriya şevên Sipî kiriye (Kurteçîrok û Evsenetiyên êzdiya, bi tîpên erebî) “Spîrêz” Duhok,    2005.

Mestûre, serê hêjayî tac bû (Romana dîrokî, bi tîpên erebî) “Aras” Hewlêr, 2005.

Mestûre, serê hêjayî tac bû  çapa duyemin, “Ronahî” Diyarbekir, 2010

100 saliya zana û nivîsarê kurd Qanatê Kurdo ( lêkolîn û bîranîn, bi tîpên erebî), bi dk. Husên Hebeş ve, ‘Yekîtiya Nivîsarên Kurd’ Duhok, 2009.

Evîna te ez parastim, (roman), ‘Han’ Berlin, 2010.

Ji bo romana ‘Mestûre, serê hêjayî tac bû”, sala 2005 an hêjayî xelata weşanxana “Aras” bûme.

Berhemên wî yên ji bo çapê amade kirî û çapkirî:

Gulbijêr ji helbestên Şikoyê Hesen, (şiîr, bi tîpên erebî) “Spîrêz” Duhok, 2007.

Şikoyê  Hesen, Ba û payîz  (şiîr) “Avesta” Stenbol, 2008

Folklora Kurmanca (Heciyê Cindî, Emînê Evdal), Avesta” Stenbol, 2008.

Rizaliyê Reşîd, Baharê bahar nedît, kurteçîrok, “Xoybûn” Bêrlîn, 2008.

Her wiha Tosinê Reşîd ji bo van pirtûkan jî pêşgotin nivîsîne:

“Antologiya şiîra kurdî” ku A. Balî amade kiriye û çap kiriye,

“Foklora kurmanca” Avesta, 2007, Stenbol

Şikoyê Hesen “Payîz û ba” Avesta, 2008 Stenbol

Lêkolînên wî yên zanyarî yên li ser ziman, dîrok û wêjeya kurdan çap bûne:

“Rûpêlek ji dîroka kurdên êzdî” (Pêwendiyên êzdiya bi şahê Gurcistanê re, li sedsaliya XVIII), rojnama “Riya Teze” 1986, Yêrêvan

“Şiîra kurdî li Yekîtiya Sovyêt”, kovara “Nûdem”, N 31, 1999, Stockholm

Kurdistana Sinê di nîveka yekemîn, pirtûka “Mestûre Erdelanî”  “Aras”, ya sedsaliya XIX, 2005, Hewlêr.

“Kurdên Yekîtiya Sovyêt; berê û niha”, kovara “ Nûbûn” , N 110, 2009, Duhok

“Wêjeya kurdî li Yekîtiya Sovyêt”, kovara “Wate’ N 2,  2010, Hewlêr.

“Qanatê Kurdo- rexnegir”, kovara “Peyv” N 49, 2009, Duhok.

“Zimanê qel û beytên êzdiya”, Pirtûka “Şêx Fexrê Adiyan”, “Dengê Êzdiyan”, 2009, Oldenburg.

“Nêrînek li dîroka kevnar”.  (Bingehên ola êzdiyan), kovara “Mefel”, N1, 2010, Duhok.

* Beşeke mezin ji vê nivîsarê, di hejmara 101’an a rojnameya Rûdawê ku li Kolna Almanyayê tê derxistin de, hatiye weşandin.  

Salihê Kevirbirî rojnameger@hotmail.com  

Nîşe: Tosinê Reşîd 22yê Hezîrana 2011an ket 70 salîya xwe û rojbûna wî li Rûsyayê bi beşdarîya bi qasî 150 dost, hogir û xizmên wî hat pîrozkirin.

Advertisements