Fîlmê ‘Bêkes’ Xelata Oscar a Zîvî Wergirt


Nûçexane – Fîlmê kurdî yê bi navê “Bêkes” xelata Oscar a zîvî ya Festîvala Kurtefîlman ku li Beverly Hills a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li dar ket wergirt.


Fîlm ji derhênana Karzan Qadir e û dema wê 29 deqe ye. Lîstikvanên sereke Serwer Fazil û Zemen Taha digel çend lîstikvanên ji Herêma Kurdistanê tê de rol dibînin.

Li gorî nûçeya rojnameya Şeriq el-Ewset a bi zimanê erebî derdikeve, fîlmê Bêkes, xelata Oscar a zîvî ya festîvala kurtefîlmên Beverly Hills bidest xistiye.

Fîlm, çîroka rastî ya derhêner û birayê wî vedibêje dema ku ji Herêma Kurdistanê diçin DYAyê.

Fîlm bi xwe, projeyeke derçûna xwendekarên zanîngeha Dramanescaa Anestetc a Stockholmê ye. Çend saziyên hunerî di berhemhênanê fîlmê de, alîkar bûn ji wan kenala Kurd Sat, kenala Xak, Sony Film, Ava Media, Kodak Company û televizyona Swêdê.

Fîlmê Bêkes, berî niha çend xelatên din ên cîhanî wergirtine wek Irumas, festivala Stockholmê, Nodî Thailand û piraniya dîmenên fîlmê li Herêma Kurdistanê hatine girtin. Tê zanîn, ev yekemîn fîlmê kurdî ye ku xelata Oscarê werdigire.

Advertisements