Mîrê zimanê Kurdî Celadet Alî Bedirxan


Nûçexane – Celadet Alî Bedirxan (1893 Stenbol-15ê tîrmeh 1951 Hêcanê/Şam) siyasetmedar, rojnamevan û zimanzanê kurd bû. Celadet yek ji lawên malbata mezin a kurdan Malbata Bedirxanian bû. Ew wekî pêşengê nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê nasandin. Di warê lêkolînên li ser zimanê kurdî gelek xebitîye û li surgûnê kovarên Hawar û Ronahî weşandin. Xebatên Celadetî bûn şengistê edebyata Kurmancî a hevçerix. Di jiyana xwe a siyasî da, Celadet pişikdarî gelek çalakîyên neteweperane bû, ew endamê Xoybûnê û yek ji damezirînerên wê bû.

Piştî şerê Bedirxaniyan dijberî Sultan Ebdilhemîdî, tevî malbata xwe ber bi Yemenê hat surgûn kirin. Piştî ko tevgera rizgarîxwaza Tirk bi seroktiya Mistefa Kemal Atatirkî bi serkeft, mafên Kurdan hatin berbendkirin, di vê demê da fermana bidarvekirina Emîn Alî Bedirxan û her sê lawên wî derket. Emîn û lawên xwe Sureya çûn Misrê, Kamûran û Celadet jî çûn Almanyayê. Wan li wir dest bi xwendina bilind kir. Celadetî xwendina bilind qedand û bawernameya doktoriya Hiqûqê wergirt. Li sala 1930ê, ew hat bajarê Şamê û dest bi xebata niştimanî kir. Di nav zebata Xoybûnê da endamekê pêşeng bû, ew yek ji beşdar û alîkarên Serhildana Agirî bû.

Bilî zimanê kurdî Mîr Celadet bi van zimanan jî dizanibû: inglîzî, fransî, elmanî, tirkî, farisî, erebî, yewnanî. Kovarên Ronahî û Hawar bi sernivîskariya wî derdiketin.

Nifşa sêyem a Malbata Bedirxaniyan di serê sedsala 20ê da bi Celadet, Kamûran û Rewşen Bedirxan ve destpêdike û xeleka vê malbata serhildêr bi van navan dawî dibe.

Bêguman di xeleka dawin a Bedirxaniyan da Celadet Bedirxan cîhê heri giring digre. Celadet Alî Bedirxan an jî bi navekê din Mîr Celadet li 26ê Nîsana sala 1893ê li Stenbolê hat jînê. Bavê wî siyasetmedar û rewşenbîrê navdar Emîn Alî Bedirxan e. Ew kurê Mîr Bedirxan e.

Dema Celadet ji dayik bû, malbata wî li Stenbolê li sirgûnê bû. Dayka wî Senîha Xanim Çerkez e. Bavê wî Emîn Elî Mufetişê Dadgeha Stenbolê bû. Herwiha, wî li wan salan da di nav tevgera Kurdan da jî cihekê giring digirt.

Ji ber ko Osmaniyan qedexekiribû malbata Bedirxanî biçin Kurdistanê, Emîn Elî ji bo gihandina zarokên xwe bi çand û zimanê Kurdî ji Kurdistanê çîrokbêj dengbêj û mamostayên ziman û qerwasan dianîn.

Celadet tevî xuşk û brayên xwe yên din li ber destê wan mezin bû. Her wiha Bedirxanî ji Stenbolê bi malbatên li sirgûnê ên wekî Şemzînî, Babanî û Cemilpaşayan re jî hevalbendî dikir.

Osmaniyan li malbata Bedirxan gumanan dikirin. Lewma karê fermî didan ber wan û her tim cihê wan dugehurand. Celadetî zarokatiya xwe tevî bavê xwe di van sirgûnan da derbas kir û li bajarên wekî Stenbol, Isparta , Edirne , Konyai Aqqa, Nahlûs û Selanikê geriya.

Di 18 saliya xwe da Celadetî li Stenbolê dest bi dibistana Medresaya Herbiyê dike. Di salên Şerê cihanî yê yekê da ew wekî mamosteyê gihanidina zahitan xebitî û di ser da li eniya Qefqazê li dijî Rûsan şer kir.

Piştî ko di encama şerî da Imparatoriya Osmani têkçû, û di nav welatparêzên Kurd da pêvajoya rêxistinê destpêkirî, Celadet li Stenbolê kevt nav karên siyasî û bû yek ji hîmdarên Komela Vêkxistina Civaka Kurd. Ew li pey firsenda damezirandina dewleteka Kurdî bûn.

Piştî şerî dewletên serkevtî ên wekî Brîtanyayê li Kurdistanê kevtin hin hewldanan. Celadet li sala 1919ê tevî brayê xwe Kamûran û Ekrem Cemîl Paşaî û Faîq Tewfîqî çû Kurdistanê. Li cem wan Zabitên Siyasî ên Brîtanî Major Noel jî hebû. Armanca wan amadekariyên Peymana Sêvrê bû.

Kemalîstan ko ji gera Celadet û hevalên wî haydar bûn suwar şandin ser wan û ew mecbûr kirin bizivirin. Celadet di vê gera xwe da heta Meletîyê li Kurdistanê geriya û li ser rewşa welatî serwext bû.

Di encamê da, li Sêvrê, di bin çavdêriya berdevkê Kurdan Şerîf Paşa , hin mafên netewî hatin nîşankirin.

Celadet di vê gera xwe ya Kurdistanê da di nav eşîran da gelek metelok, peyv û çîrok jî kom kirin.

Li sala l922ê, dema Kemalîst hatin ser hukmî û Stenbol bidestxist, ji bo serokên Kurdan ko di nav wan da Bedirxanî jî hebûn, fermana mirinê derçû.

Li ser vê yekê, Celadet tevî birayên xwe Kamûran, Sefder Tewfîq û birazayê xwe Heqî ve li sala 1923ê berê xwe da Almanyayê û li wir dest bi xwendina li zaningehê kir.

Li sala 1925ê, dema li bakûrê Kurdistanê serildana Şêx Seîdê Pîran destpêkir, Celadet ji bo tevlîbûna serhildanê bi dizî hat Kurdistanê.

Lê heta ko ew giha welatî serhildan hatibû şikestin. Ew careka din bi alîkariya eşîrên koçer ji Kurdistanê derkevt û zivirî Almanyayê.

Di vê navberê da, brayê wî yê biçûk Sefder li Almanyayê ji ber nexweşiyê mir. Brayê wî yê din Tewfiq jî zivirî Tirkiyê û li wir bi zora Kemalistan paşnavê xwe kir Çinar û kevt xizmeta Tirkan. Vasif Çinar brazayê Mîr Bedirxanî jî di vê demê da ji alîyê Mistefa Kemalî ve wekî wezirê perwerdeyê hatibû wezîfedarkirin. Vasif Çinar ji malbata Bedirxanî hatiye derxistin.

Kamûran piştî hatina Celadetî li Almanyayê ma û doktoraya xwe ya hiqûqê dawî kir.

Mîr Celadet piştî kutakirina zankoma (=fakulteya) huqûqê bê ko doktoraya xwe temam bikit hat Qahîre ya Misrê. Bavê wî Emin Elî li ser doşega mirinê bû. Piştî mirina bavê xwe çû Beyrûtê û li wir bicîh bû.

Di van rojan da, li Sûrîyê û Beyrûtê gelek rewşenbîrên Kurd civiyabûn. Kemalîstan pistî serildana Şêx Seîdî careka din berê xwe dabû rewsenbîrên Kurdan. Yên ko ji ber kêra wan filitîbûn, berê xwe dabûn binxetê.

Celadet piştî ko hatî Beyrûtê kevt nav tevgera welatparêzên Kurd. Di vê navberê da, hewldanên damezirandina rêxistineka neteweyî jî destpêkiribû.

Piştî tevlîbûna Celadetî, li 5ê Îlona sala 1927ê li Lubnanê li bajarê Bêhemdûnê kongreya damezrandina Xoybûnê pêkanî. Di nav damezrênerên Xoybûnê da ji bilî Celadetî rewşenbîrên wekî Dr. Nurî Dêrsimî, Qedrî Can, Dr. Nuredîn Zaza, Memdûh Selîm Wanlî, Hemze Bêgê Muksî, Ekrem û Qedrî Cemîl Paşa û serekên herêmî ên wekî Haco Axa, Emînê Perîxanê, Mistefa Şahin Begê Berazî, Bedredinê Hebizbinî û gelekên din jî hebûn.

Yek ji biryarên Xoybûnê ew bû ko ew ji bo piştgiriya serhildana Araratê li herêma sinorê binxetê têkevin nav hewldanên leşkerî.

Bi vê armancê Celadet tevî Haco Axaî û Resûl Axayê Miheme li herêma Torê tevî suwarên Kurd êriş birin ser qereqolên Tirkan.

Lê ji ber ko ew negehiştin armancên xwe, Celadetî berê xwe da Çiyayê Araratê û tevî serhildêrên Serhedê bû. Li dûmahîyê, ev serhildan jî têkçû û wî tevî Ihsan Nûrî Paşayî xwe avêt Îranê.

Li Tehranê Şahê Îranê Mehmed Reza Pehlevî xwest wî bi hin bertîlan ji tevgera Kurdan dûr bikit û li devereka cîhanê jê ra qonsolosiya Îranê pêşniyaz kir. Ji ber ko Celadetî ew daxwaza Şahî qebûl nekir, ew her wê demê ji Iranê hat derxistin. Piştî Îranê, Celadet demekê li Başûrê Kurdistanê û li Bexdayê ma. Lê Inglîzan nexwest ew li Îraqê bimînit û rê li wî tengkir. Ew careka din jî bi neçarî zivirî Sûrîyê û li Kurdistana rojava xebata xwe meşand.

Li wir tevî endamên malbata Cemil paşayan, Hemzeyê Miksî û Haco Axaî bi navê Civata Alikariya Kurdên Belengaz komeleyek damezirand. Armanca wan ew bû alikariya Kurdên ko ji bakûr revîbûn bikin. Sûrîyê wê demê di bin dagira Fransayê da bû û têkhiliyên Fransî û Kemalîstan baş bûn. Ji ber zixtên Tirkan, Fransiyan jî nedixwest ew li Kurdistanê bimînit. Li Tebaxa sala 1930ê tevî rewşenbîr û serhêldêrên Kurd ên din bi zorê li Şamê hat bicîhkirin.

Xebatên siyasî ên bêencam û dorpêçana dewletên serdest berê Celadetî dabû rêyeka din. Rewşa herêmê jî êdî destnedida ko Kurd ji bo hevkariyê dewleteka alîgir bibînin an jî serhildaneka neteweyî birêbixin. Hin sedemên din jî ko Celadet her bi rewşekea nû ve tandabûn, rewşa navxweyî a Kurdan bû. Di nav Kurdan da xwendin û nivisandin û karê rewşenbirî gelek kêm bû. Li dûmahiyê, ew gehişt bû wê qenaetê ko ji bo şiyarkirina Kurdan dive karê rewşenbîrî bikit û biryara xwe da.

Li rojên sirgûniya Şamê Celadetî dest bi karê zimanzanî û afirandina alfûbêyeka Kurdî kir. Celadet ji bilî Kurdî bi zimanên Tirki, Erebî, Farsî, Frensî, Rûsî, Yûnanî, Almanî û Ingîlîzî dizanibû. Li gor fikra Celadetî, ew li encama muqayeseya gelek ziman û elfûbêyan gehişt hindê ko alfabeya Latînî dikaribû berî li nivîsîna Kurdî vebikit. Ji xwe ew ji sala 1919ê ve xwedî vê baweriyê bû û li Almanyayê li ser etîmolojiyê jî xebitîbû.

Helbet, ji bo pêkanîna raman û îdealên xwe kovarek ji wî ra lazim bû. Li sala 1931ê ji dewleta Fransî destûr girt ko li Sûrîyê kovarekê derbixit.

Piştî amadekariyan, li 15ê Gulana 1932ê hijmara yekê a Hawarê gihand xwendevanan.

Her li wê salê kitêba xwe ya gramerê a bi navê Rêzimana Elfebê ya Kurdî çap kir.

Celadet Bedirxan li Şamê di rewşeka nebaş da dijiya. Kemalistan li Tirkiyê dest dabû ser hemî warîdata malbata wan. Celadet ji ber sedemên aborî mecbûr ma ko dersdêriya zimanê Frensî û parêzerîyê bikit.

Ew li kolana Salihiye di odeyekê da dima. Ev ode navenda Hawarê, mêvanxane û cihê razanê jî bû. Çavên wî li bendê bûn ko careka din firsendekê bibînit ko bikarit biçit Kurdistanê. Lê piştî ko serhildana Malbata Eliyê Yûnis jî hat tefandin, wî famkir ko di paşeroja nêz da ew firsend çênabit.

Ji bo vê yekê wî biryara zewacê girt û li sala 1935ê li Şamê bi dotmama xwe Rewşen Xanimê ra zewicî. Rewşenxanimê wê demê dersdêrî dikir.

Di zewaca wan da bi navên Cemşîd û Sînemxan du zaroên wan çêbûn. Herwiha, kurekê wan bi navê Safder jî hîn di yeksaliya xwe da miribû. Keça Rewşenxanê a ji şûyê (=mêrê) wê yê yekê bi navê Useyma bû jî li ba wan dima. Ji zarokên Celadetî, Cemşîd li Almanyayê diktorî xwend û li sala 1999ê mir. Ji Cemşîdî kurek û keçek bi navên Kurdo û Evînê hene. Ew niha li Almanyayê dijîn.

Herwiha, keça wan Sînemxan niha tevî malbata xwe li Iraqê, li Bexdayê dijît. Wê li ser dîroka Kurdistanê çend kitêb nivîsîne.

Useyma jî niha tevî malbata xwe li Misrê, li Qahireyê ye.

Bi destpêka Şerê Cîhanî zextên siyasî ên li ser rewşenbîrên Kurd li Sûrîyê careka din destpêkir. Dewleta Frensî di nav salên 1943ê û 46ê da zorrûniştina li Şamê li ser Celadetî ferzkir. Qedexe bû ko ew ji Şamê derbikevit. Ev zorrûniştina li Şamê ji alîyê rejîma Sûrîyê ve jî heta 1948ê hat domandin. Piştî destpêka Şerê Cîhanî yê Duyê Celadetî dest bi karên rojnamevanîyê kir û li sala 1942ê li Şamê Kovara Ronahî weşand.

Pênc hijmarên Ronahîyê ên pêşîn li ser nûçeyên Şerê cîhanî bûn. Di demên paşîn da jî êdi Ronahî kovareka xwerû Kurdî bû û bi nivîsên li ser ziman, wêje û çanda Kurd hatibû xemilandin. Piştî ko li sala 1943ê Hawar hat sekinandin jî, Mîr Celadetî giranî da ser Ronahiyê.

Hingê brayê wî, Kamûran, jî li Lubnanê kovareka Kurdî-Frensî bi navê Roja Nû derdixist. Serpêhatiya_kovara Ronahî jî heta sala 1945ê ajot.

Mîr Celadet di jiyana xwe ya rewşenbîrî da ji bilî xebatên kovarderxistinê gelek kitêb jî nivîsînç Herwiha, ji bilî kovarên ko wî derdixistin, di gelek kovarên Kurdî û yên zimanên din da jî nivîsiye. Ji ber tengasiyên aborî, Mîr Celadetî li sala 1950ê li gundê Hecanê, ko nêzî Şamê bû, dest bi karê zîraetê kir. Ji bo debara malbata xwe, ew mecbûr mabû karekî wiha bikit.

Herçind e gelek hevalên wî yên dewlemend hebûn û wan dixwest alîkariya wî bikin jî, wî alîkarî qebûl nedikir. Li Gundê Hecanê ji bo avdana pembûyê araziyên ko diajot bîreka mezin kola. Di nameyên ko ji malbata xwe ra dinivisîn navê wê bîrê danîbû Bîra Qederê.

Mîr Celadet li 15’ê Tîrmeha sala 1951ê li gundê Hêcanê nêzîkî Şamê çû ser dilovaniya Xwedê û laşê wî li kêleka bapîrê wî, Mîr Bedirxanî, li Goristana Şêx Mewlana Xalidê Nexşbendî li taxa Kurdan li Şamê hat veşartin.
Mîrhac Mistefa /Rojevakurd

Advertisements