Pirtûka “Metelokên Zarokan” Derket


Lêkolînvan: Mihemed Zeyno

Nûçexane – Metelok an jî gotinên pêşiyan rengek e ji rengên (şêweyên) çanda gelerî, ev çand e li ba her miletekî heye, zanayên gelan wan metelokan ji devê kesan digirin û dikin pirtük, wan ji windabûn û ji bîrçûnê diparêzin, ev karê pîroz, komkirna metelokan bi demê re dibe cihê şanazî, serbilindî, zengînî û serfraziya wan gelan.

Gelo Ji ber çî ev rengê çand û wêje (tûre) dibe cihê şanaziyê? Ji ber çi metelok hind (ewqas) cihekî bilind di kultura gelan de digirin? Çima gotinên mezinan bi nirxin (sûdin).

Bersiva van pirsan û gelekên din divê mirov zelal bike, bi ya min be “Ji ber ku di deman demekê de gelan nizanîbûn gotinên xwe bixin ser peran, ew ji kesekî digihandin yekî din, ji nivşekî bo yê din taku zana bala xwe danê ku ev gotin bi demê û jiber serpêhatiyên dîrokî û xwezayi karin windabibin û bên guhartin, wan ew metelok xistin pirtûkan.

Ji alekî din ve, mirov dibîne ku gelek rengên jiyana civakî di wan metelokan de hene, bi lêkolîn û xwendina wan, em dikarin wê civakê nasbikin ka bê ev gel çawa jiyana xwe ya rojane birêvedibir (didomand), çawa şîn û şahiyên xwe diborandin.

Hejî (hêjayi) gotinê ye ku em bizanîn weku di metnên (textên) van pend û metelokan de gelek raman, hizir û felsefa civakî hene, bi xwendin û şirovekirna metelokan, em dikarin nasbikin çawa evî gelî pirsên girêdayi karubarê mejî û raman bersivdidan. Ev reng e raman ez navê „felsefa civakî“ lê dikim,  metelok didin xuyakirin ka gel di çi astê pêşketinê de ye an çawa pirsên gerdûnî, olî, bîr û baweriyê bersiv dide. Ev tê wê watê ka çend pend, metelên mezina û metelok girin û pêdvîne (pêwîstin).

Çendî civak biguhere giringiya pendan bi demê re  wenda nabe, vajî (beruvajiya) vê bi demê re hin giringtir dibin jiber ku şiklê (wêne) jiyana pêşiyan di van penda de maye, wek a kurd dibêjin „Yê mezinê xwe nasneke biçûkê xwe jî nasnake“

Ev pend dide xuyakirin, çawa pêşeroja biçukan girêdayi jiyana mezinane (pêşiyane), anku gotina „mezin“ tê wata „dîrok“ û peyva „biçûk“ tê wata „pêşeroj“, vê gavê kîjan gel dikare pêşerojeke baş dirustbike bê ku dîroka xwe bizanibe? Ev û çendî pend û metelokên din  baş didin xuyakirin. Pêwiste (pêdviye) mirov çanda gelê xwe ya gelêrî hînbibe û zanibe.

Gelek caran min peyvên „pend û metelok“ bihevre bikaraniye, herçendî herdu nêzî hevin lê cudayiyek dinavbera wan de heye.
Pend bi gelemperî karin û watek eşkere ne. Ew tên bikaranîn ta mirov wateya rûdanekê baş an xirab ronî bike. Lê metelok rengekî dine ji çanda gelêrî, ew pitir bikartên  di şevbêrkên gelan de  nemaze (bi taybetî) ji bo zarokan.
Diyare, eger em vegerin jiyana xwe ya zarokiyê li gundan „helbet piraniya kurdan xelkê gundane“ wê bê bîra me, çawa mezinan em zarok bi şevan  dicivandin, em li derdora pixêrekê li ber agirê êzingan (bizot) metelok bo me digotin.
Pir caran em dikirin du beş her beşek ji 3-4 biçûkan pêkdihat û ezmûnê destpêdikir mirov dikare navê „dibistanê“ li wan şevbêrkan bike, di wan şevan de zarokên kurdan perwerde dibûn em fêrî (hînî) ziman, kurdînî, welatparêzî û çanda gelê kurd dibûn.
Ji ber nebûna dibistanên kurdan, zimanê kurdî di wan metelokan de zelal û can ma û hêj maye, wan rolê „ferhengê“ girtiye.

Diyare zanayên kurdan bala xwe ne dane komkirin û nivîsandina pend û metelokan, ew nedane ber çerxa rexne û şirovekirnê, lewra (lewa) bi sedan pendên kurdan bûne bara (para) jib-îrbûn û wendabûnê herwisa zanayên me gelek kêm dîrok giyografî, civak, serzemîn û binzemînê kurdistanê nivîsandine, em mane gelekî bê nivîs, çanda me maye çandeke devokî, çanda devokî zû zû ji bîr diçe û tê dizîn, lê yê nivîsî dimîne ji nifşên nûhatî re.
Her di vî warî de tiştekî din diyare ku kurd gelek kêm dixûne, guh nade pirtûkê, xemê jê naxwe, bi komkirin û xandina pirtûkan mijûl nabe.
Ger li cîhanê gelek hebe pêdvî xandinê hebe, gelê kurde. Ger li cîhanê gelek hebe ji xandinê direve mixabin dîsa gelê kurde.
Irojî dem dema qelem û xandine, ne dema tifing û şûre.
Helbet hin sedemên vê kêmasiyê hene, lê di vê gotarê de cih nîne mirov bi ferehî liser raweste.

Tevî ev reng û pergala ku li jor hatiye nivîsandin, tevî çand û hunera kurdî, bi taybetî ya kurmancî, maye devokî. Lê di van çend salên dawî de rewş hinekê (tozekê) hatiye guhartin, va em dibînîn bi dehan nivîskarên kurd xwe bi çanda gelêrî mijûl dikin, çîrok, helbest, pend û metelokên kurmancî bûne mada pênûsa wan berêzan.

Beriya demekê nivîskarê berêz „Bîlal Hesen“ pirtûkek bi navê „pend û peng“ weşand wî karekî gelek bi cefa kiriye, komkirin û çapkirina gotinên pêşiyan „pend“ li vê deverê ez karim supasiya wî bikim û bêjmê „destê te saxbin û pênûsa te tim (her) zîndî be.

Heyamekê bi şûnde me çavên xwe bi karê nivîsevanekî kurdî din kilda ew jî berêz „Mahirê Berwarî“ ye. Xebat û bizava pitir ji 30 salên civandin, komkirin û weşandina metelokên kurdî ji her çar parçên kurdistanê ye.
Berêz M.Berwarî di sala 2009 a de pirtûkek bi navê “Metelokên Zarokan” komkirin ^^u amadekirn bo çapê û di meha gulana 2001 an de di çapxana xanî de li Dihokê weşand û pirtûkxana kurdistanî zengînkir.
Ji nav û nîşana pirtûkê diyare ku nivîskar tenê metelokên zarokan û tiştên girêday wan komkirine. Ev tê wê watê ku taybetmendiyeke berçava pirtûkê heye ev jî eve.
Di şevên zivistanan de zarokên kurdan li ber agir komdibûn û xwe bi metelokan mijûl dikirin, lê piştî heyamekê jiyana civakî hate guhartin, heyama metelokan cihê xwe da televizion û alavên teknîkî, ji nifşên nû re em dibêjîn „nifşên
teknolojiyê“, em şevên xwe bi lîstikên kompyoter, lêptopan û têlefonên destî (handy-mobil) derbasdikin û xwe pê mijûl dikin.

Diyar e ku teknîkê zora civaka gundî biriye, di vê têkçûnê de metelok jî bûne qurbana vê hevrikiyê (nakokiyê).
Meziniya birêz Mahir Berwarî ew e ku wî bi vî karê pîroz karîbû beşekî ji metelokan biparêze, ev jî cihê supasî, pîrozî û rêzgitinê ye.
Nivîskar pirtûka xwe li gor naveroka metelokan bi rengekî zanistî û ciwan dabeşkiriye.

1. Metelokên candara: 124 heb.
2. Mirov û endamên leşî: 85 heb.
3. Metelokên bêgiyana: 93 heb.
4. Metelokên tiştên navmalê: 323heb.
5. Metelokên jîngehî: 67 heb.
6. Metelokên bîrkarî: 60 heb
7. Metelokên xizmanê: 8 heb.
8. Metelokên rewanbêjiyê: 23 heb.
9. Metelokên sirtkirna ezmanî: 72 heb.
10. Metelokên nûafrandî: 22 heb.
11. Çend Metelok bi soranî: 27 heb.
12. Çend metelok bi zazakî (domilî): 13 heb.
13. Çend metelok bi Elmanî: 8 heb.
14. Zimanê çizavizî:2 heb.
15. Werzên salê: 10 heb.
16. Jêderên pirtûkê.

Diyare nivîskar cefakî gelek mezin di komkirin, nivîsandin û çapkirnê de kişandiye.
Helbet taybetmendiyên dîtir yên metelokên zarokan hene ewjî evene:
1. Metelokên zarokan bi zimanekê asan (hêsan-sanahî) tên gotin taku mindal (zarok) bi lez têbigêhin. Ji ber hindê gelek metelokên pirtûkê bi zaraveyên deverî (herêmî) hatine nivîsandin. Nivîskar bi mebest dest di zimanê (devoka) metelokan nedaye. Lewa cara pêşî mirov baş tênagihe xwendina pirtûkê, vê gavê ne şerme ku mirov 2-3 caran her wê metelokê bixwîne.
2. Zaravê kurmancî li ser 3-4 zaravên deverî têne gotin û nivîsandin. Gavê mirov dibêje „zaravê kurmancî“ ew nayê wata zimanekî yekgirtî, yê li seranserî herêmên kurmancîaxêf belavbûye, em tev dizanin ku ew zarave hatiye dabeşkirin ligor herêman.
3. Zaravê kurmancî li herêma badîna ne wekî yê herêma serhed, cizîr û çiyayê kurmance, ev jî dide xuyakirin ku çend pêtvî heye bo xebata ziman di vî warî de.
Di vî warî de nivîskar bi zanebûn dest di zimanê metelokan de nedaye,
jiber  hindê xandevan  di pirtûkê de rastî metelokên gelek herêman tên
û  cudayiya zimanê wan metelokan berçavdixe.
Ez gelek li ser pirsgirêkên (giriftariyên) zimanê me ranawestim, ev dibe babetek ji bo pisporan û zanayên ziman, me hêvî heye di pêşerojê de karibin aloziyan çareserbikin.
Yek ji riyên çareseriyê bêguman ew e ku gelê kurd pitir bi vî zimanî bixûne û binivîse, herwisa di vî warî de pêdviye keç û lawên kurd pitir pêdvî van têkeliyane bi taybetî li welatên kuçberî nemaze li welatên Ewropa.
4. Nivîskar bi zanebûn pirtûka xwe bi zaravê kurmancî û bi tîpên latînî     nivîsiye, wek wî bi xwe di pêşgotinê de eşkerekiriye.
Ez arêşek e mezin di nivîsandina kurmancî de dibînim, belku di dîrokê de nimonek dî nebe ku zimanek bi sê elîfbaya bête nivîsandin.
Gelo çawa xandevanê Dihokî wê nivîsa nivîskarê Amedê, Qamîşlo an jî Efrînê bixwîne û jê bizane.
Gelo çawa nivîskarê Efrînê  wê nivîsa nivîskarê Dihokê an jî Yêrivanê bixwîne ewê bi tîpên kurmancî-kirilî dinivîse.
Jiber hindê pêdvî heye bi yek elfabayê, bi ya nivîskarê pirtûka „Metelokên zarokan“ be elfabaya kurmancî-latînî gelek asane ji bo kurmanciya me, diyare nivîskarê me Mahir Berwarî ne bi tenha xwe ye di vê baweriyê de!
5. Pirtûka „Metelokên zarokan Mahir Berwarî 2009“ jêderekê pir giring e di pirtûkxanên kurdan de jiber van egeran:
a. Hijmareke mezin ya metelokan têde hene ku digihine nêzî 870 heba.
b. Hijmareka baş ji metelokên kurdî ji hindabûnê qurtalkirine (rizgarkirine), cihê rêz û xelatkirinê ye..
c. Metelokên vê pirtûkê ji her çar parçên kurdistanê komkirine her kurdek dikare mifa jê wergire.
d. Ev pirtûke dibe bingeh bû pirtûkên dî yên dihêne nivîsandin li ser metelokan di pêşerojê de, nivîsevanên delîvê (biwarê) zarokan dikarin ji vê pirtûkê pirtûkên bi wêne û ciwan bû zarokên kurdistanê amadekin û li xandingeha mamosta mifa jê wergirin û zarokan pê hînî metelokan, bîrtîjî û sirtiya ezmanî bikin.
e. Di pirtûkê de Metelok bi çend zarav û zimana hene, ev giringe ku xandevanê kurd, taybet zarok, haya wî ji zaravên zimanê kurdî hebe.
f. Ev pirtûke li dûv şiyanên xwe li kurdistanê û dervey welat belavkirine û piraniya wan bi herwe (belaş) dike diyarî Malbat û zarokên kurdistanê taybet zarokên kurd yên dervey welat jê bê par nekirine.
g. Her kesê vê pirtûkê bixwîne wê bizane ka zimanê kurdî çend fireh, belav û aloz e, pêdviya zimanê yekgirtî (standerd) hestpêdike, êdî wê hewilbide xwe ji zimanê deverkî (herêmî) qurtal ke û bi zimanekî têkel kirîûbijûn (paqij) biaxive.

Di dawiya vê nivîsê de ez di wê hêviyê de me ku ev pirtûk û gelekên dî bibin xemla pirtûkxanên malbatên kurd, çi li welat be an li dervey welat be.Hêvî ewe ku foklora kurdî bibe babeta ramana nivîskarê kurd û bibe armanca pênûsa wan birêzan.

Lêkolîna: Dr. Muhemed Zeyno
Elmanya-Dortmund
Mahir Berwarî
Têl:01773275387
E.mail: mahir2@live.de

Advertisements