Ragihandineke Taybet Ji Nûçexanê!


 

Nûçexane bi mebesta pêkanîna aramî û aştîya civakî ya li nav Kurdistan û Tirkiyê bang li hemû malper, rojname û dezgehên ragihandinê yên kurdî dike ku, nûçe û ragihandinên li ser pevçûn û şerê ku aramîya civaka kurd ligel cîranên wan bixe xeterê û bibin sedema alozîyê belav nekin û nebin rexekî şer.

Nûçexane wek malpereke kurdî bi hest û ramanên neteweyî hewl dide ragihandineke bêalî bike û dixwaze sazîyên ragihandinê yên kurdî, bi helwest û hewldanên aştîyane yên ji bo rakirina xetereya li ser gelê kurd baldar bin û agahîyên rast ji raya giştî ya Kurdistan û Cîhanê re ragihînin.

Nûçexane bi taybetî balê dikişîne ser pêkanîna aştî û demokrasîya navxweyî û bilindkirina hestên neteweyî yên nav gelê kurd û dûbare bang li hemû hêlên kurd, sazî, dezgehên sivîl û kesayetiyên pêşengên civakê yên li başûr, bakûr, rojava û rojavayê biçûk dike ku di vê dema zîz de, ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê xwe; bi nûçe, nivîs û curbecur agahdarî û ragihandinên xwe bibin xwedî helwesteke neteweyî û ji bo pêvajoya çarenûsê alîkarîya xwe kêm nekin.

Navenda Nûçeyên Kurdî

Advertisements