‘SARA’ PIRTÛKXANEYA HERÎ KEVN A KURDÎ LI EWRÛPA


Nûçexane (DANASÎN) – Navenda Parastin û Belavkirina Ziman, Wêje & Çanda Kurdî – SARA, weke pirtûkxane û weşanxaneya kurdî, di sala 1987an de li Stockholmê hatiye damezirandin. Pirtûkxanexaneya SARAyê ev demeke dirêj e hewl dide û dixwaze li Amedê Împaratoriya Weşanên Kurdî damezirîne.

WEŞANXANEYA SARAyê 56 pirtûkên bi zimanên kurdî, înglîzî, swêdî û erebî weşandine. Pirtûkxaneya SARAyê ku ji çarmedorê dinyayê bi dehhezaran weşanên kurdî û weşanên bi zimanên dinyayê yên li ser kurd û Kurdistanê civandine ser hev, ew weşan li nav çar navendên girîng ên wêjeyî yên cîhanî dane arşîvkirin.

Armanca yekemîn a Navenda Parastin û Belavkirina Ziman, Wêje & çanda Kurdî – SARA’yê, parastin û nasandina wêje û ferhenga kûr a Milletê Kurd e. Li ser vê riya berfireh û mezin, SARAya “biçûk” heta niha ev karên watedar û mezin pêk anîne.

Navenda Parastin û Belavkirina Ziman, Wêje & çanda Kurdî – SARA, di nav bîst û çar salên xwe yên çalakiyê de, ji bo parastin û li dinyayê belavkirina ferhenga vî milletê hêja û mezin, bi civandina ser hev ya ji deh hezaran bêhtir pirtûk, kovar, rojname û materiyalên têvel ên kurdî, li nav van çar navendên girîng ên wêjeyî ya cîhanî, bêguman karekî bêhempa pêk aniye.

Alîkariya Navenda Belavkirina Ziman, Wêje & çanda Kurdî – SARAyê bikin û jê re weşanên kurdî verê bikin, da ku çanda me li her çar hêlên dinyayê bêhtir bête naskirin.

Di vê dema dawiyê de amanca sereke ya Navenda Parastin û Belavkirina Ziman, Wêje & Çanda Kurdî – SARAyê li Amedê Damezirandina Împaratoriya Weşanên Kurdî ye.

SARA- Di Medyayê de

NAVNÎŞAN:

SARA DISTRIBUTION
Dalag. 48
SE-113 24 Stockholm
SWEDEN

Tel/ Faks: +46 8 33 12 29 MOBÎL: +46 70 791 36 06
E-Maîl:     info@saradistribution.com

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s