Serok Barzanî Êrîşên Norwêçê Şermezar Kir


Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, derbarê herdu êrîşên kambax ên li welatê Norwêçê ku, 93 kesan jiyana xwe ji dest da, nameyek ji serokwezîrê Norwêçê Nels Stoltenbêrg re şand. Barzanî êrîş şermezar kir û xemgînîya xwe anî ziman.

Nameya Serok Barzanî:

Birêz Yens Stoltenbêrg

Serok Wezîrê Şahnişîna Norwêç

Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya wan du kiryarê terorîstî yê li welatê we rû da bîhîst ku di encamê de dehan kes bûn qurbanî û bûye sedema tirs û gumana rewşa aramîya jiyana hemwelatiyan.

Em ji Herêma Kurdistana Iraqê, bi navê xwe û gel û Hikûmeta Herêmê, ji kûrahiya dil ve hevxemî û diltengiya xwe ji bo we derdibrin û vê êrîşa terorîstî bi tundî şermezar dikîn.

Bi vê xemgîniyê ve pirse û serxweşiya xwe ji bo we yên birêz û li rê ya we jî ji bo kesukarê qurbanîyên vê kiryara dirindane dişînîn û hêvîya başbûneke lezgînî jî ji bo birîndaran dixwazîn. Em hêvîdarin ev karesat û nexweşîya we ya dawî be, ku gel û welatê we rûbirû dibin.

Em dûbare hevxemîya xwe ya dostane ji bo gelê Norwêç radigihînîn û bawerin ev demokrasî û pêk ve jiyana ku bingeha welatê we ye, li ber her metirsî û êrîşan de her dem xweragir be.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

24/07/2011