Sazîyên Parastina Zimanê Kurdî (Gotar – Lêkolîn)


SAZÎYÊN PARASTINA ZIMANÊ KURDÎ

– Bi navê Xwedayê dilovan û mihriban, dev bi axaftina xwe dikim.

– Silav û rêz pêşkêşê cenabê we dikim.

– Hêvîdar im ku hûn tev, em, milet û welatê me di binê aramî û êminatiya Xwedayê mezin de li jiyanê berdewam bin.

– Herweha ji bo Weqfa Kurdî û amadekarên civînê re jî, spas dikim û serkeftin ji wan re dixwazim ku civînên wisa bi naverok amade dikin.

Pêşî ezê hinekî behsa naveroka axaftina xwe bikim. Bi kurtî dê li ser van xalan rawestim:

– Dewlemendiya Zimanê Kurdî)

– 11 Alfabeya Kurdî

– 4 Zaravayen Kurdi

– Reha Zimanê Kurdî

– Di erebî de peyvîn kurdî

– Dewlemendiya Vêjeya Bi Devekî

Bêguman li dinyayê tiştê herî pîroz, ziman e. Lewra eger ne ji zimên be, nayê zanîn ku mirov çi ye û çi tişt e.  Ji ber hindê pîvan û kêşana jiyana nirxên netewî, bi bikaranîna zimanê nijadî ve girêdayî ye.

Herweha di mesela zimên de, cûn û çînayetî, ol û rêçik, partî û komelayetî, zayend û sermaye nînin. Ji ber hindê divê bi tu rengî têkiliya ziman û Çanda Kurdî, bi dîtinên siyasî û olî ve neyê girêbestkirin.

Ez ê di vê derheqê de gotineke Konfuçyusê Çînî bînim bîra we.

Pirseke weha jê hatiye kirin:

Eger tu ji bo îdarekirina welêt bihatinayî vexwendin, karê ku pêşî te bikira, dê çi bûya?

Konfuçyusî weha bersiv daye:

– Bêguman bi destpêka kar re, min ê ziman di ber çavan re derbas bikira. Lewra eger di zimên de  kêmasî hebe, peyv jî fikirandineke rind diyar nakin. Eger fikirandin jî rind diyar nebe, berpirsyarîyên ku bêne kirin jî, rast çênabin. Eger berpirsyarî jî rast neyên kirin, wê demê çand û tore jî xiradibin. Dema çand û tore xirabibin, dadwerî jî dikeve riyeke şaş. Gava dadwerî ji riya xwe derbikeve, xelk dê bikeve heyretê. Dema xelk ket heyretê, êdî xelk nizane çi bike û nizane wê bigîje kurê jî. Ha ji ber vê yekê, tiştekî mîna zimên bîrjiyan û girîng tune.

Ziman ew tişt e ku miletek pê his, daxwaz û dîtinên xwe bi dengên cuda eşkere dike. Ew tiştê ku tê xwestin, bi devkî yan bi nivîskî diyar dibe û naverok tê fêmkirin.

Lo jorê hate gotin ku li dinyayê tiştê herî pîroz û giranbiha, ziman e. Lewra eger ziman tune be, mirov jî tune.

Ev pîrozî, li hemû welatên dinyayê û di nava hemû miletên li dinyayê jî, her eynî  tişt e.

Ji ber hindê, divê ku rewşenbîrên Kurd, di warê zimên de pir hestyar bin, bêalî bin, li gor naveroka navê xwe bilipikin û hertim ji bo bipêşxistina ziman û vêjeya kurdî bişixulin.

Di axaftina bi devkî de, hêmanên bingehîn ên ji bo zimanê mirov, pênc in:

– Deng,

– kite

– tîp

– bêje

– hevok

 – Îcar her dengek, dibe kiteyek an zêdetir kite.

– Di her kiteyekê de tîpek an zêdetir tîp hene.

– Bêje yan jî peyv, ji kiteyan çêdibin.

– Hevok jî, ji bêjeyan diafirin.

11 ALFABEYÊN CUDA

Di van 3.000 salên bihurî de, Kurdan 11 alfabeyên cuda bi kar anîye.

PIRSA SEREKE EV E:

– Gelo van yazdeh alfabeyan, çi dane zimanê Kurdan û çi jê birine?

Di rastiyê de van yazde alfabeyan, wisa kiriye ku zimanê kurdî belawela bûye, tê de zarava, devok, tewr, hawe û şêweyên pirtexlît derketine holê.

Ew 11 alfabeyên ku ji aliyê kurdan ve hatine bikaranîn ev in:

1- Alfabeya Masî Soratî: Ev alfabe 36 tîp bûne, lê Kurdan şeş tîp lê zêde kirine û ji xwe re 44 tîp bi kar anîne.

Îbn Wehşî yê Mêjûnasê Ereb pirtûkeka xwe di 855ê PZ. de kuta kiriye, tê de weha gotiye: Kurd alfabeya  Masî Soratî bi kar tînin. Min sê pirtûkên wan bi vê alfabeyê jî dîtine.

2- Alfabeya Bizmarî: Ev ji aliyê Medan ve hatiye bikaranîn. Di serê ewil de 36 tîp bûne, lê piştre 4 tîp lê zêde kirine, bûye 40 tîp. Ev alfabe ji aliyl çepê ve dihate xwendin.

3– Alfabeya Avestayê: Ev alfabe 44 tîp bûne, lê li gor hin çavkaniyan 48 tûp bûne û ji aliyê rastê ve dihate xwendin.

4– Alfabeya Arami: Di hin şkeftên herêma Hewremanê de, hinek berhemên Kurdan yên kevnare ku bi vê alfabeyê li ser çermê xezalan hatine nivîsandin hatine dîtin (Berî Zayînê di salên 88-8an de).

5- Alfabeya Pehlewî: Kurdan bi vê alfabeyê jî nivîsîne û heta pirtûkek ji aliyê Soranî Dînkerd ve bi vê alfaabeyê hatiye nivîsandin.

6- Alfabeya Gêzem/Hurujul Sir: Ev alfabeya ku ji rastê ber bi aliyê çepê ve dihate xwendin û ku 31 tîpî bûye,  ji aliyê Kurdên Êzîdî ve hatiye bikaranîn. (Kurdên Êzîdi Mishefa Reş û Cîlweyê pê nivîsandiye.)

7- Alfabeya Suryanî

8- Alfabeya Grekî

9- Alfabeya Erebî

10- Alfabeya Krili

11- Alfabeya Latini

DU PIRSÊN GIRÎNG:

– Gelo çima Kurd tenê li ser va sê alfabeyan (erebî, latênî û krîlî) radiwestin?

– Gelo zimanê kurdî bi wan heşt alfabeyên din nehatiye nivîsandin?

Ez bi lêkolîn û xebata xwe ya li ser berhemên Klasîk û Folklora Kurdî, giham vê baweriyê ku ev çar zaravayên kurdî, tevî van 37 devokên xwe, kêm- zêde ji %90- 95 koka wan yek tişt e. Lê belê hin devok, xasma devoka Soranî ji van cuda ye. Tê de bêjeyên nêr û mê nînin, uslûba rêzimanî kulek e û daçekên tê de bi formeke şaş  hatine bikaranîn. Herweha berhemên folklorî jî tê de pir kêm in.

Bêguman her zimanekî li dinyayê, hem şanekî Xwedê ye û hem jî ayeteka Xwedê ye. Ji ber vê yekê, pêşî deman e (wacib) li ser bawermendan ku xwedîtî li şan û ayetên Xwedayê mezin bikin.

Eger li welatekî, yan li herêmekê, çiqas zimanên cuda hebin, ew dever zêdetir şên dibe û dişûfe gulistaneke ku tê de gelek texlîtên gulan hene.

Zimanê Kurdî, dabeşê ser çar  şaxên cuda bûye.

Ji van şaxan re ZARAVA jî tê gotn. Ew çar şax ev in:

– Kurdiya Rojava

– Kurdiya Rojhilat

– Kurdiya Başûr

– Kurdiya Goranî

 1- Di kurdiya Rojavayê de, 10 devokên cuda hene:

a- Devoka Afrînî

b- Devoka Cizîrî

c- Devoka Sincarî

ç- Devoka Behdînî

d- Devoka Hekarî

e- Devoka Şikakî

ê- Devoka Bazîdî

f-  Devoka Botanî

g- Devoka Şemdînanî

h- Devoka Rojavayî

2-  Di Kurdiya Rojhilatê de, şeş  devokên cuda hene:

a- Devoka Soranî

b- Devoka Silêmanî

c- Devoka Mukrî

ç- Devoka Sineyî

d- Devoka Erdelanî

e- Devoka Germiyanî

Çewa ku hatiye zanîn , Zerdeşt Pêxember ji navçeya Mukiryanê bûye. Pirtûka pîroz Avesta jî, bi kurdiya mukriyanî hatiye nivîsandin.

3- Di Kurdiya Başûr de, yazdeh devokên cuda hene:

a- Devoka Xaneqînî

b- Devoka Feylî

c- Devoka Kirmanşanî

ç- Devoka Lekî

d- Devoka Kulgayeyî

e- Devoka Kelhorî

ê- Devoka Perewendî

f-  Devoka Lorî

g- Devoka Bextiyarî

h- Devoka Mamesanî

o- Devoka Gohgili

Baba Tahir Uryanî hevçerxê M. Pêxember bûye û bi kurdiya lorî jî nivîsiye.

4- Di Kurdiya Goranî de, heft devokên cuda hene:

a- Devoka Hewramanî

b- Devoka Goraniya Eslîn

c- Devoka Kenûleyî

c- Devoka Gehwareyî

e- Devoka Bacelanî

f-  Devoka Zengeneyî

g- Devoka Kirdikî

Ji kurdiya Hewremanî re kurdiya qedim jî tê gotin.

Li herêma Hewremanê hin belgeyên Ola Manî hatine dîtin ku bi devoka hewremanî bûne ku li ser çermê xezalan hatibûne nivîsandin.

Manî li bajarê Mêrdînê PZ. roja 14ê nîsana 216an hatiye dinyayê û li Çînê bûye pêxember. Hin kes jî dibêjin ku ew nexşbend bûye.

Di zaravayê kirdikî (zaza) de jî, sê devokên cuda hene:

Devoka Dêrsimê

Devoka Bîngolê

Devoka Swêrekê

Di van her çar şaxên zimanê kurdî de, 37 devokên cuda hene.

Bêguman her zaravayek û her devokeke zimanê kurdî, ji aliyê ferhengî ve ji bo Kurdan serwet û samaneke mezin e, şanaziyeke pîroz û giranbiha ye ku ne jê re nirx tê hesabkirin, ne jê re kêşan heye û ne jî pîvan çêdibe. Herweha ziman ji her neteweyekî re wisa girîng e ku ew xwe pê ji mirina nijadî diparêze.

 REHA ZIMANÊ KURDÎ

Me li pêşî gotiye ku Zimanê Kurdî pir dewlemend e.  Reha zimanê kurdî, di kûrahiya mêjû de, digihîje Kûtî û Kurtiyan. Deh hezar sal Berî Zayînê, yanî 12 hezar sal berî niha, du rem/eşîr li Navruwa Asyayê hebûne. Navê yekê KÛTÎ û navê ya din jî KURTÎ bûye. Îcar her ku çûye ev herdu eşîr zêde bûne û berfireh bûne, her li ser axa xwe mane û di pêvajoyê de gelek dewlet û du imperatorî ava kirine ku Yek jê MADA PIÇÛK ya din jî MADA MEZIN bûye.

Ha ev Neteweyê ku îro li vê qadê ye, zarûkên wan du eşîran in û wek NETEWEyê KURD hatiye binavkirin.

Neteweyê Kurd ji nijada ARÎ ye, zimanê wî ji famîla Hindoewrûpî ye.

Li dinyayê niha, 40 zimanên serbixwe hene ku ji vê famîlê ne û bi dehan dewlet  hene ku hem ji nijada Arî ne, hem jî zimanê wan Hindoewrûpî ye.

Dema jiyana mirovan dest pê kiriye û demeke dirêj  bihuriye, îcar axaftin di navbera mirovan de çêbûye, ji wan axaftinan re ziman hatiye gotin. Piştî demekê  hemû zimanên di nava mirovên wê demê de, dabeşê ser  heşt şaxan bûne. Ji her şaxekê re jî Famîleya Zimên hatiye gotin.

Ew heşt famîle ev in:

1- Famîleya Hindoewrûpî:

2- Famîleya  Koreyî

3- Famîleya  Japonî

4- Famîleya  Çînî

5- Famîleya  Taylavî.

6- Famîleya  Semîtî

7- Famîleya  Uralî

8- Famîleya Fîn-ogrî

Di pêvajoya demê de, her ku dem berepêş çûye, ev 8 zinam jî  di nava xwe de dabeş bûne û heta ku dem gihaye serê Sedsala Bîstî, li dinyayê 20.000 zimanên cuda derketine holê.

Lê hetanî dem gehaye sala 2000î, 15 hezar ziman ji holê rabûn, mane 5.000 ziman.

Lê îro li dinyayê 244 welatên cuda û  194 dewletên azad jî hene.

 DEWLEMENDÎYA ZIMANÊ KURDÎ

 Jixwe me got ku Zimanê Kurdî pir dewlemend e. Di kurdî de jî, zaravayê herî dewlemend, kurmancî ye.

Niha bi belge û materyalan, eşkere bûye zaravayê kurmancî, di warê daçek û hebûna peyv û bêjeyan de, pir zêde dewlemend e.

Xasma jî dema ku min dest bi amadekirina ferhenga BÊJEBÊJÊ kiribû, (ya bêjeyên nêr û mê) min dît ku ji %90 peyvên zaravayê kurmancî, ji didu û sisê û heta hinek ji dehan jî zêdetir hevwateyên (sînonim) wan ên cuda hene.

Herweha awayê axaftina bi kurmancî, bê guman dikare bi du-sê û zêdetir qalibî axaftin pê were kirin û guhartin jî nakeve naverokê.

Dema yek bixwaze naverokekê bibêje, ew yek di kare bi çend awayan û bi peyv û bêjeyên cuda cuda bibêje.

Dewlemendiya Zimanê Kurdî bi van nimûneyan jî diyar dibe.

Wek mînak: 

– Ev peyva ku em jê re dibêjin sivnik, di kurmancî de 16 navên wê yên cuda hene.

(Wek mînak: Sivnik, gezik, gêsik, bermalk, kinoşe, havlêk, avlêk, sizîk, cerifk, simlik, miştek, melkes, meknes, şijink, sirge, seqewêl, qarûşe.)

– Ev peyva ku em jê re serhişt dibêjin, di kurmancî de 14 navên wê yên cuda hene.

(Wek mînak: Serhişk, sereq, lasar, riko, rikoyî, rikdar, girik, mirik, cazgir, rûsirtik, sehend, mangir, birandoz, kelereq.)

 – Ev peyva ku em jê re milêb dibêjin, di kurmancî de 10 navên wê yên cuda hene.

(Wek mînak:  Sêgulî, milêb, milhêb, şene, dirgan, sêtilî, duguh, çitel, pêçok, neperûşk.)

 Fermo de îcar ji xwe re lê temaşe bikin.

Zaravayê kurmancî ku ev e 85 sal in hem qedexe bû, hem jî hewqas di binê zext û cewrê de maye, ev dewlemendiya ku îro tê de heye, di zimanê kêm miletên dinyayê de heye.

Ji ber vê dewlemendiya zaravayê kurmancî, tirsa min bi xwe zêde ji asîmîlasyonê tune. Lê eger asîmîlasyon 8 nav, ji van 16 navên sivnikê bibe jî, dîsa 8 nav di kurmancî de dimînin. Yanî dewlemendiya zimanê kurdî, têra Kurdan jî û têra Tirk û Ereb û Farisan jî dike. 

Ez dixwazim vê yekê jî bibêjim: Bi baweriya min, eger zaravayê kurmancî  jî, wek zimanê tirkî di salên sihî de bi awayekî fermî qalibê xwe girtibûna, wê îro kurmancî gelek lewaz mabûna. Lewra li Bakûr, wê nivîskarên zaravayê kurmancî, hertim zimanê tirkî ji xwe re kiribûna rêber. Îcar gava ku mirov zimanekî û çandekê ji xwe re dike mînak, mirov nikare ji sawiya radeya nivîskarên wî zimanî derbas bibe.

Lê spas ji Xwedayê mezin re ku nivîskarên kurmancî di van 30-40 salên dawî de, nivîskarên van welatên bi pêşketî – wek ingilîz, frensî, elmanî û hwd – ji xwe re kirine mînak û berhemên xwe afirandine.

Lê çewa ku li jorê jî hatiye gotin, ev e 85 sal in ku zimanê kurdî di nava sînorên Tirkiyê de qedexe ye û pişaftina Kurdan bi awayekî fermî û bi hêzeke aborî ya pir xurt, çendî ku hatiye domandin jî, dîsa nekarîne Zimanê Kurdî tune bikin.

Herweha bi hezaran peyv, term û gotinokên kurdî wergerandine zimanê tirkî û herwekî ew yên tirkî bin, bi kurdên ku zimanê xwe jibîr kirine jî dane û didin fêrkirin.

Ji xwe piştî 1926an dema ku Saziya Zimanê Tirkî hatiye damezirandin, wê demê lêkolîneke berfireh li hemû herêmên di nava sînorên Tirkiyê de dane destpêkirin û tiştên folklorî ango gelêrî berhev kirine û bi tirkiya nû dane nivîsandin.

Tiştê ku min bi xwe di lêkolînên xwe de peyitandiye, niha 715 pirtûkên wisa hene. Berhemên ku ji 1930 heta 1965an bi navê “folklor“ ku hatine weşandin û ew berhem niha di binê parastina Dewletê de ne, ji sedî 30-40ê wan, yên kurdî ne.

Xebata min li ser van tiştan berdewam e, ez ê pirtûkekê jî di vî warî de amade bikim.

DI EREBÎ DE PEYVÊN KURDÎ

Ji ber ku Zimanê Kurdî bêxwedî maye û ji aliyê desthelatiyeke fermî ve nehatiye parastin, hemû xelkên cîranên Kurdan her yekê hinekî ji xwe re biriye û niha ew di nava zimanê xwe de bi kar tînin. Yek ji van jî, Zimanê Erebî ye.

Ji zû ve dilê min hebû ku ez meqaleyekê li ser bêjeyên kurdî yên di zimanê erebî de binivîsim û peyvên kurdî yên di nava erebî de yeko yeko eşkere bikim. Lê xwedêjêraziyekî Ereb rabûye lêkolîn li zimanê erebî kiriye û hin bêjeyên biyanî yên tê de derxistine holê, weke pirtûk di 1980yî de li Libnanê daye çapkirin.

Piştî demekurtekê min ew pirtûk bi alîkariya rêzdar Zagros Haco peyda kir.

Navê  pirtûkê yê erebî: Mu‘cem-ul Elfaz-îl Farisîyet-îl Mu‘erreb (Bêjeyên farisî ku bûne erebî) e. Navê wê yê bi ingilîzî: A DICTIONARY OF PERSIAN LAN-WORDS IN THE ARABIC LANGUAGE“ e,

Nivîskarê wê birêz Seyîd ‘Edî şîr (Al-Seyyid ‘Addi Shir). ‘Edî şîr  serê xwe pir pê re êşandiye, xwîdana xwe rijandiye û tiştine pêgir derxistine holê. Pirtûk 194 rûpel e û niha di pirtûkxaneya bajarê Avestayê (Swêd) de, bi nimreya 2050 606 2084 99 jî qeydkirî ye û niha qopyeka wê jî li ba min heye.

Di pirtûkê de çendî ku li ser Seyîd ‘Edî şîr agahdarî tune ku ew kî ye û çi dike, lê min wekî din bihîzt ku ew li zanîngeheke Libnanê dersdar e.

Vê pirtûkê îcar ne tenê behsa bêjeyên farisî, lê behsa bêjeyên çend zimanên din jî kiriye. Rêzkirina bêjeyên biyanî li gor rêza Elîfbêtika erebî (ji tîpa elîfê hetanî ya  Zeyê) hatiye birêzkirin. Lê naveroka wê, ji van zimanên li jêrê û jimara bêjeyên wan zimanan bi vî hawayê me nivîsiye hatine rêzkirin:

1- Ji zimanê farisî, 1434 bêje di zimanê erebî de hene.

2- Ji zimanê kurdî, 184 bêje di zimanê erebî de hene.

3- Ji zimanê tirkî, 299 bêje di zimanê erebî de hene.

4- Ji zimanê Aramî, 333 bêje di zimanê erebî de hene.

5- Ji zimanê ‘ibranî, 27 bêje di zimanê erebî de hene.

6- Ji zimanê yûnanî, 162 bêje di zimanê erebî de hene.

7- Ji zimanê latênî, 84 bêje di zimanê erebî de hene.

8- Ji zimanê sanskrîtî, 17 bêje di zimanê erebî de hene.

9- Ji zimanê hebeşî, 20 bêje di zimanê erebî de hene.

10- Ji zimanê germanî, 42 bêje di zimanê erebî de hene.

11- Ji zimanê ingilîzî, 36 bêje di zimanê erebî de hene.

12- Ji zimanê frensî, 69 bêje di zimanê erebî de hene.

13- Ji zimanê îtalî, 38 bêje di zimanê erebî de hene.

14- Ji zimanê rûsî, 15 bêje di zimanê erebî de hene.

15- Ji zimanê ermenî, 30 bêje di zimanê erebî de hene.

Tevek dikin 2790 bêjeyên biyanî ku di pirtûkê de hatine nivîsandin û ew ketine zimanê erebî û îro wek peyvên erebî têne bikaranîn.

Îcar gelo di zimanê erebî de tenê 2790 bêjeyên biyanî hene? Yan nivîskar tenê li hewqas bêje  rast hatiye?

Li gorî ku min ji hin zanayên olî bihîztiye, tê gotin ku pênc hezar bêjeyên kurdî tenê di Qurana pîroz de hatine bikaranîn.

Herweha di Sûretê Nûh Pêxemberî de jî dema ku Xwedê behsa Keştiya bapîrê me Nûh pêxember kiriye, gotiye ku li ser Çiyayê Cûdî rawestiyaye û piştre behsa delaliya wî çiyayî kiriye, gotiye ku “We fîha Kunanun“ ango tê de kun/qul (şikeft) hene.

Di îro de jî Kurdên Soranî ji peyvika qula kurmancî re dibêjin kun.

Herweha nivîskarî diyar kiriye ku Ereban di paşiya gelek bêjeyên biyanî de tîpa “cîm“ û “qaf“ê jî nivîsandine û bi hêsanî kirine malê erebî. Herweha nivîskarî, wan bêjeyên kurdî yên di zimanê erebî de jî, bilêvkirina wan wek erebî û orîjînala wan ya kurdî jî weha nivîsiye:

  EREBÎ                             KURDÎ

– El eywan                          eywan

– Badincan-bazincan        bacan

– El bext                           bext

– Bessun                           bes

– El best                            best

– El bendu                        bend

– El babûc-el babûş          papûş

– El baret                         pare

– El bucc                          piçûk

– El fûlaz                          pola

– El buhlûl                       pehlewan

– El ttaq                            tax

– El tterzu                        terz

– El ttazec                         taze

– Turş                               tirş

– El ttes                             teşt

– El cibz                            ces

– El cull                            gul

– El cuwaliq                      çewal

– El şerşef                        çarşeb

– El sîrac                           çira

– El sserm                         çerm

– El ssukk                         çek

– El xam                           xam

Mesela zimên, meseleyeke pir kûr e, pir zehmet e ku mirov ji heq bête der.

DEWLEMENDÎYA VÊJEYA BIDEVKÎ

Em ê hinekî li ser babeta vêjeya zimanê kurdî ya bi devkî jî, rawestin.

Ev rastî eşkere ye ku vêjeya Zimanê Kurdî, ji du beşan pêk hatiye. Yek ya devkî ye û yek ya nivîskî ye.

Îcar em ê ya nivîskî deynin aliyekî û em ê li ser ya bi devkî rawestin:

Me li pêşî gotiye ku di Folklora Kurdî de, stiran  (kilam, dîlok, heyranok û payîzok, lawik, lawij – lawje), destan, Gotinên Pêşiyan û biwêj (idyom) , meselok û pêkenok, xweşbêj (şîret û nesîhet) serpêhatî, çîrok û çîrvanok hene. Evên ha tev bi devkî ji aliyê  Dibistana Zindî ve hatine gotin û niha jî têne gotin.

Îcar em ê van bi çend mînakan bibêjim:

– Çîrok:

Di Folklora Kurdî  de gelek şaxên babetcihê hene. Yek ji wan jî Çîrok e ku em jê re dibêjin Çîroka Folklorî.

Ev çîroka Folklorî jî di nava xwe de bûye du beş. Yek dîsa her bi navê Çîrok e, ya din jî bi navê Çîrvanok e.

Ev herdu babet jî, hevpişkên hevûdu ne. Lê di navbera wan de ev cudatî heye:

– Di bingeha çîrokê de, bûyereke rastî heye û behsa wê di nava xelkê de pir hatiye gotin. Çîrok bi rewşa naveroka xwe, kurt û dirêj hene. Hin ji wan pir dirêj in, weke çîroka Xanê Çengzêrîn, çîroka Abidê Şkeftê, çîroka Rostemê Zal  û hinên wisa yên din.

– Lê hin çîrok jî hene kurt in. Heta hinek ji wan hene ku çend hevok in, wek çîroka Ker û Kundir ku ji sê-çar hevokan pêk hatiye.  Temamiya vê çîrokê ev e: Hebû kerek û hebû kundirek. Kerê kundir kot û kot. Çîroka min jî ev bû ku min got.

– Lê belê dibe ku rastî di bingeha Çîrvanokê de nebe; lewra ew afirandineke xeyalî ye û ji fentezîyên derdemî pêk hatiye ku ji aliyê kesên nediyar ve hatine gotin. Ev babet naverok, pir jî dirêj in.

Di Çîrvanokan de hin xeyal û fentezîyên derdemî hene ku aqilê mirov wan tiştan napejirîne û ne jî mikun e ku mirov karibin wan tiştan bi hêz û biriya xwe bike. Ji ber hindê sînor ji Çîrvanokan re tune, ew serbest in û çewa ji wan re xweş hatiye, her wisa jî xwe berfireh kirine.

Helbet ev hawe, di warê vêjeyî de, xweşiyeke pir zêde jî derdixîne holê.

Dema mirov wan Çîrvanokan dixwîne, pirî ku xwendina wan li mirov xweş tê, mirov naxwaze dev jê berde.

Îcar çi çîrok be û çi jî çîrvanok be, gelek şaxên xwe yên cuda hene.  Ez ê li virê tenê li ser çend mînakan rawestim:

Mînak: 1

Çîroka Siyabend û Xecê. Ev çîrok li deşta Silîva dest pê kiriye, di Geliyê Hewrê re bihuriye, Siyabend li wirê bûye mêrxasê Emer Axa û Tahir Begê ku berpirsyarê berhevkirina baca Osmanî bû dîl kiriye. Emer Axa jî keça xwe Elîfê daye Siyabendî. Lê ji ber ku Elîfê berê carek kenê xwe bi Siyabendî kiriye, Siyabend ew hêlaye û çûye Rojhilat nav eşîra Şikakan, li wirê pêrgê Xecê bûye. Ev serpêhatîya hanê, hem wek çîrok, hem wek stiran, hem jî bi nivîskî tê gotin. Li gor şaxeke çîrokê, bûyer li Deşta Silîva dest pê kiriye û li Çiyayê Sîpanê Xelatê bi dawî bûye. Li gor şaxeke din dîsa li Deşta Silîva dest pê kiriye û di şkefteke li nêzî bajarê Sêrtê bi dawî bûye. Di beşa nivîskî de, heta niha (ez jî tê de) sê kesan wek pirtûk vê serpêhatiyê nivîsîye. Çendî ku skeletê çîrokê yek e, lê belê şax û perên wê ji êk cuda-cuda ne û ji hev dûr hatine honandin. Tiştê zêde bala mirov dikişîne, ev e ku  di beşa stiranî de, bi gelek awayên cuda hatiye gotin. Lewra her stiranbêjek, bi serê xwe jê re uslûbekê afirandiye.

Mînak: 2

Çewa ku tê zanîn, çîrokeke folklorî bi navê GUL û SÎNEM heye. Di zaravayê kurmancî de  heft  şaxên vê çîrokê hene. Çi dema çîrokbêjek berî ku dev bi gotina çîroka Gul û Sînem bike, pêşî weha dibêje: Dibêjin heft şaxên vê çîrokê hene, lê ez tenê yekê dizanim û dibêje. Îcar min jî di lêkolîna xwe de çar şaxên çîroka Gul û Sînem bi dest xistine, lê hêj sê şaxên dî mane ku heta niha jî min salixê wan hilnedaye. Ev çar şaxên ku min bi dest xistine, her yekê bi awayekî cuda hatiye honandin.

 Mînak: 3

– Serpêhatiya Hemdîn û fiemdîn jî, li Çiyayê Şerefdînê rûdaye. Huseyn Axa û Ehmed Axa bira bûne û hikumdarên wê herêmê bûne. Li ser vê serpêhatiyê jî, hem çîrok û hem jî çend stiranên cuda hatine gotin.

Wek nivîs jî, heta niha tenê min, vê çîrokê wek pirtûk nivîsîye.

Mînak: 4

– Çîrokek bi navê Hecî Rovî heye. Gava mirov vê çîrokê dixwîne, mirov tê de dek û dolabên kesên olperest bi awayekî eşkere dibîne ku çewa ew ji bo berjewendiyên xwe, ol û ayînê îstismar dikin û pê sûd, payetî û qezencê bi dest dixin.

Mînak: 5

– Çîrokek bi navê  Zira Kerê û Lota Devê heye.

Di vê çîroka balkêş de, kerê Kurdan şîret li huştira (deve) Ereban dike, da herdu xwe biparêzin û careke din nekevin binê kurtan û dîsa barkêşiyê nekin. Lê belê piştî têrxwarinê, huştura erebî bi xebera kerê kurdî nake û huştir şemate dike, piştre radibe lotikan, heta ku karwanek li wan rast tê û dibin dixin binê bar.

Mînak: 6

– Di vê çîroka bi navê Keywan Paşa û Keçelok de, gotin û pendên pir hêja hene ku mirov bi alîkariya wan dikare pêşeroja xwe sererast bike.

Li gor çîrokê, Keywan Paşa hertim xwe cilguhartî dike û li nava xelkê xwe digere, rewşa jiyana wan bi çavên xwe dibîne û li wê gorê, hem jî bi alîkariya xortikekî keçel pêşeroja welatê xwe sererast dike.

Mînak: 7

Çîrokeke balkêş bi navê Hevberdana Qijik û Kevokê heye. Di serê pêşî de Kevok û Qijik li gor vîna xwe ya cêhiltî bi hev re zewicîne, lê ji bo ku ew ne ji hevcinsê hevûdu bûne, bêgav mane û dawî li zewaca xwe anîne. Ha bi vê çîrokê hatiye peyitandin ku eger mirov ne ji hevcinsê xwe bizewice, bingeha malbatê jî bi awayekî durust sererast nabe.

Mînak: 8

– Çîroka Kewê Çîrokbêj

– Çîroka Kalê Merivxur

– Çîroka Kerkerokê Bayê

– Çîroka Beranê Sêr.

 Di van her çar çîrokan de jî çêyî, xirabî û mirovatî, bi awayekî eşkera têne xuyakirin. Herweha ev çîrok, tiştên weke şîret, xweşbêjî, nîşandana riya rast û qewîtîne dilovan jî pêşkêşê mirov dikin.

Mînak: 9

Çîrokek bi navê Çîroka ABIDÊ ŞIKEFTê heye. Gava mirov vê çîrokê dixwîne, mirov tê de sê dinyayên ji hev cuda dibîne ku tewrê jiyana mirovan li her siyan,  ji êkdu cihê ye. Li dinyayekê xirabî pir heye, li dinyayekê hindik xirabî heye, li dinyayekê jî xirabî hîç tunr. Li vê dinyaya bêxirabî, demsal hertim bihar e û rengê her tiştî şîn û kesk e. Herweha mirov û sewal û teyr û trûd tev di nava hev de dijîn û kes xisarê nade kesî. Li wirê ne dek û xap hene, ne derew û şorektî hene, ne jî tirs û pixav têne dîtin. Li wê dinyayê aletên xirabiyê jî nînin.

– Hunera Di Vêjeya Bi Devkî De

Çewa ku em dibînin, ev e bi sedê salan e ku bi giranî ziman ziman û vêjeya kurdî bi devkî hatiye domandin. Ev domandina bi devkî, dewlemendiyeke wisa mezin afirandiye êdî zehmet e ku mirov şiroveya wê bike.

Niha mirov çi bixwaze, dikare wan di nava çîrok û meselok û gotinok û stiranan de bibîne.

Eger çîrokên folklorî bin, eger stiran û gotinokên din bin, di bingeha wan de gelek fentezîyên pirtexlît û xeyalên cihêreng hene. Ew bi afirandineke wisa geş û xweş derketine holê ku pir zehmet e mirov karibe salixê wan bi dev û pênûsê bide. Tenê eger mirov saline dirêj lêkolîn li wan bike, hingê mirov tê digîje ku vêjeya zimanê kurdî ya bi devkî deryayeke bêkevî û bêbinî ye.

 Wek mînak:

– Çewa ku min di behsa DEWLEMENDIYA ÇÎROKÊN FOLKLORÎ de jî behs kiriye, di çîroka Caw Cawê Te Ye de,  bajarekî pir mezin di nava zebeşekî de hatiye avakirin.

– Di şaxekî wê yê din de, lemeke kurdiran bi tûrên xwe herêmeke pir mezin vegirtiye.

– Di çîroka Abidê Şikeftê de jî, sê dinyayên ku mirov lê dijîn hene û deryayek ji qîr û qetranê heye.

Dema mirov bala xwe dide çîrokên rawilan, meselok û pêkenokan, serpêhati û heyranok û payîzokan, şîret û nesîhetên bav û kalan, Gotinên Pêşiyan, her yekê van bi çend haweyên cuda hatine gotin.  Guman nîne ku ev hawe, ji bo zimanê kurdî, dewlemendiyeke pir mezin e, rihê nijadî ne, adana jiyana netewî ne, nişaya vîna dilê kurdayetiyê ne û kana vêjeya çanda kurdî ne. Ji dewlemendiya zimanê kurdî zêdetir,  di wan de balkêşî, fentezî, xerîbdostî û dilovanî, camêrî û mêranî, kurdperwerî û mirovanî, têkiliya kulturî û heskirina ji zimanê nijadî, danasîna xwe, naskirina ji xwezaya parzemîn û exteran, xweparastina li pêşberê bela û siqûmatan, baweriya kesayetî, tewrê jiyana rawilan û gelek babetên wisa yên din hene.

SAZÎYÊN PARASTINA ZIMANÊ KURDÎ

Me di xala “Dewlemendiya Zimanê Kurdî“ de jî behs kiriye ku Zimanê Kurdî çiqas dewlemend e. Îcar ev dewlemendiya hanê bi çi hawayî û bi çi tewrê wisa di binê hewqas qedexetî, cewr, zordestî û pişaftinê de heta îro, bê ku kêmasiyeke mezin di xwe de bihêwirîne hatiye domandin?

Ev pirs babetê lêkolîneke berfireh e ku bête kirin.

Îcar min di van 28 salên bihurî de, bi belge û nimûne derxistiye holê ku çar sazî ji bo parastina zimên dilqekî sereke dane leyiztandin û ji Sedsala Deh-Yazdeh, Duwazdehan ve karê parastin û bipêşvexistina ziman û çanda kurdî hetanî dawiya Sedsala Bîstî kirine.

Bêguman ziman ji her neteweyekî re serweteke pir mezin e; ji her neteweyî re şanaziyeke pîroz û giranbiha ye ku ne jê re nirx tê hesabkirin, ne jê re kêşan heye û ne jî pîvaneke berbiçav çêdibe. Herweha ziman wisa girîng e ku mirov xwe bi parastina wî, ji mirina netewî rizgar dike.

 Ziman ji bo her neteweyî, rih e. Dema livaka xwînê radiweste, ganî dimire. Eger mirî mirov be, li goristanekê tê binaxkirin. Dema zimanê nijadî ji nava neteweyekî derkeve, ew netewe jî mirî tê hesibandin. Tenê navê wî neteweyî û zimanê wî, hin caran di nava rûpelên mêjû de têne dîtin. Wekî din tiştekî wî yê din li jiyanê namîne.

Helbet toreya nijadî jî bi jiyandina zimê re pir girîng e. Ji ber ku tore û ziman, xwe li ser yek bingehê avakirine û ji hev cuda nabin.

Di nava Kurdan de çar saziyên kurdewarî hebûne ku wan bi sedê salan, bi hezarê salan, bi awayekî pir xurt Zimanê Kurdî û Toreya Kurdî heta îro parastine. Ew her çar sazî jî ev bûne:

 1- Medreseya Kurdî.

2- Rêçika Şêxantiyê.

3- Sazûmana Axatiyê.

4- Dibistana Zindî.

 

Ji xwe diyar e ku ev sê saziyên pêşî çi ne, hewce jî nake ez li serê zêde bipeyivim. Lê ev navê “Dibistana Zindî“ ku min bi xwe lê kiriye, dengbêj û çîrokbêjên Kurd in. Dilqê wan di vî warî de, nayê şirovekirn ku çiqas mezin e.

Dema em li pêvajoya dîrokê diniherin, em vê yekê dibînin: Çi neteweyê ku zimanê xwe neparaztiye û li gor toreya xwe nelipikiye, ew netewe ketiye gerineka mirina nijadî.

Spas ji bo we ku ev e demek min hûn dane guhdarkirin. Her şad û bextewer bin…

Zeynelabidîn Zinar

pencinar.z@gmail.com

http://www.pencinar.se

Ev gotar 28 Gulan 2011 li Weqfa Çandî û Lêkolînî ya Kurdî (Kurd-Kav) ya Stenbolê ji komek nivîskar û rewşenbîrên Kurd ên guhdarvan re hat pêşkeşkirin. 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s