Wê Jiyana Leyla Zana Bikin Belgefîlm


Nûçexane – Derhênerê kurd Ozkan Kuçuk, jiyana siyasetmedara kurd Leyla Zana ku di nava jinên kurd de bûye sembol, dike belgefîlm. Çav li rê ye belgefîlm heta zivistanê biqede.

Kuçuk, di hevpeyvîna xwe ya bi peyamnerê AKnewsê Maşellah Dekak re kirîye de, bi bîr xist ku siyasetmedara kurd Leyla Zana deh salê xwe di girtîgehê re derbas kiriye û got:  “Leyla Zana keseke wisa ye ku hem jiyaneke dijwar derbas kiriye hem jî gelek tiştên serkeftî bi dest xistine. Derheqê siyaseta kur

d, siyaseta azadiyê û têkoşînê de kêm kes hene ku evqas tişt bijîn û evqas tişt bizanibin. Ev qas jî bandora xebatên wan li ser jiyana wan be. Çalakiyên ku tevli bûye, kar û xebatên ku meşandiye gelek tişt ji jiyana wê sitandine. Gelek êş û azar kişandiye lê dev ji kar û xebata xwe bernedaye.”

 zanafilm

Derhêner Ozkan Kuçuk

‘Zana sembola cîhanê ye’

Kuçuk, bal kişand ku Leyla Zana ne tenê di nava kurdan de, li cîhanê jî bûye semboleke moral û motîvasyona têkoşîn û berxwedanê. Küçük, destnîşan kir ku Leyla Zana xwe weke “zimanê gelê xwe” dibîne û ji ber vê yekê wan jî navê “Ez zimanê gelê xwe me” li belgefîlmê kirine.

Küçük, aşkera kir ku zimanê belgefîlmê ji sedî 90 bi kurdî ye û wiha berdewam kir: “Leyla Zana dê bi zimanê gelê xwe, yanî bi kurdî behsa xwe, behsa xebatên ku ji bo gelê xwe kiriye, bike. Dixwazim heta niha çi jiyaye, çi hatiye serê wê, çi wenda kiriye, çi qezenc kiriye, derxim holê. Di belgefîlmê de dê tenê Leyla Zana behsa xwe bike û li aliyekî ve jî em ê wêne û dîmenan bi kar bînin.”

‘Taybetiyên Zana pir in’

Kuçuk, gotinên Leyla Zana yên “Ez di têkoşîna kurdan de arşîv im” bi bîr xist û wiha axivî: “Em li aliyekî li Leyla Zana dinêrin lê ev pêvajo di heman demê de dîroka kurdan e jî. Ez jî dixwazim ew weke arşîvek di fîlmê de cih bigre. Lê taybetiyên Leyla Zana pir zêde ne. Ev yek mirov ditirsîne jî. Di nava fîlmekî de gelo ez ê bikaribim hemû taybetiyên Zana bidim? Vê pirsê ji xwe dikim. Ez van taybetiyan çiqas zêde bixim nava fîlm, ez ê xwe ewqas serkeftî bibînim.”

Kuçuk, derbarê dirêjahiya belgefîlm de jî got, ew difikirin belgefîlm bi qasî 75-80 deqe be.

Advertisements