Gallery

N.Barzanî: Emê avakirina Kurdistanê heta xewnan bikin rastî bidomînin

Nûçexane – Roja çarşemiyê 04.07.2012ê, Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pirojeyê ava Xirab-Dêm ku, yek ji pirojeyên stratejîk yên deverê ye, li wîleyeta Duhokê vekir. Di merasim avekirina pirojeyê ava Xirab-Dêm de ku, Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmetê, wezîrê … Continue reading

Rate this:

Gallery

Gerstêrka ‘Venus’ sibe di nav ‘Dinya û Roj’ê de derbas dibe

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Cîhana me di demjimêrên sibê de wê şahidiya bûyereke esmanî ku pir kêm çêdibe bike. Venûs wê sibe li gorî demjimêra Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê 01.10’an di navbera Cîhan û Rojê de derbas bibe. Ev bûyer 105 salan … Continue reading

Rate this:

Gallery

Di Mihrîcana Cizîra Botan de panela Roboskiyê

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – 6’emîn Mîhrîcana Rojên Çand û Hunerê a Cizîra Botan bi lidarxistina panel û lîstikên şanoyan didome. Di çarçoveya 6’emîn Mîhrîcana Rojên Çand û Huner a Cizîra Botan de panelekî bi navê “Roboskî û gorên komî” li Parka Şaredariyê … Continue reading

Rate this:

Bagera Îreneyê New York da ber xwe, ber Washingtonê ve diçe

Nûçexane – Bagera Îrene ku, li Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) bû sedema bobelatê hişt ku, New York û gelek eyaletên din noqî avê bibin. Tê ragihandin, şilîya zêde û firtoneya tropîk ya leza wê gihîştiye 140 kîlometreyan, li herêmên peravê bûye sedema ziyaneke mezin û berê xwe daye Washingtonê jî.

Navenda Bagerê ya Netewî, hişyarî da ku çav li rê ye av bi qasî metreyek û nîvê bilind bibe. Di encama bagerê de, tunela Hudsonê ya ku New York û New Jerseyê bi hevdu girêdide ji çûnûhatê re hatiye girtin. Dîsa nexweşxaneyên bajêr yên New Yorkê, gelek sazîyên li bajêr ku kolana Borseya New Yorkê jî di nav de ye hatine tehlîyekirin û ji çûnûhatê re hatine qedexekirin.

Li gor agahîyên ajansên navnetewî ji başûr û pê de, eyaletên Carolina Bakûr, Virginia, Maryland, Delaware, New Jersey û New Yorkê ku, ji ber bagera Îreneyê ketine ber pêlên avê alarma lezgînîyê hatîye ragihandin. Serokê Amerîka Barack Obama piştî bobelatê xwest ku, hemû sazîyên federal bikevin rewşa alarma lezgîn. Piştî hatina ber bajaran a pêlên avê, ji neçarî li gelek bajarên peravê hatin tehlîyekirin û her wiha fîloya Keştîyên Şer a Okyanûsa Atlasê ya Amerîkayê jî ji bo bager bandorê lê neke ber bi behrê ve bi rê ketiye.

Nîavenda Bagerê ya Amerîka, hêvî dike bagera Îreneyê bi qasî 25 – 50 santîman şilîyê bixwe re bîne. Bagera Îreneyê ku li giravên Bahama, Porto Rico û Komara Domînîkê bûye sedema ziyaneke mezin, di van 3 salên dawî de bagera herî bi xeter ya ku rûdaye ye. Kurdî: Nûçexane

Kêmkirina Voltaja Elektirîkê Wê Ziwahî û Birçîbûnê Bîne

Nûçexane – Bi taybetî li Mêrdînê û hin deverên din ên bakurê Kurdistanê ji ber kêmkirina voltaja elektirîkê, av ji bîran nayê kişandin û bi hezaran donim erdên çandî bi hişkahî û ziwabûnê re rû bi rû ye.

Gundîyên Mêrdîn û navçeyên wê dibêjin, kêmkirina voltaja elektirîkê helwesteke taybet a hikûmeta AK Partîyê ye û bi vê yekê jî dixwazin li herêmê bi hezaran donim erd û zêwîyên xelkê yên berdar ziwa bibe.

Cotkarên herêmê ku bi taybetî çandinîya garis dikin, radigihînin ku, kêmbûna voltajê helwesteke dijmirovî ye û heger bi vî awayî berdewam bike, wê ji ber ziwahî û kêmbûna berdarîya zêwîyan xelk neçar bimîne bikeve bin deynê faîzê û erdên xwe bifiroşe û birçî bimîne.

Li gor agahîyên gihîştine nûçexanê, gundiyên bajarê Mêrdînê ku erdên wan bi xetereya ziwabûnê re rû bi rû ye, bang li hikûmeta Tirkiye dikin, li şûna Somalîyê werin rewşa xelkê Mêrdînê ya ku her diçe xerabtir dibe bibînin. Mexdûrên voltaja elektirîkê, ji parlementerên AK Partîyê yên herêmê dixwazin bikevin nav hewldanekê û ji parlementerên BDPê jî hêvî dikin ku, xwedîtiyê ji bo wan bike. Nûçe-Analîz

Şirketa Kanadî wê ji Hewlêrê re bi zibil elektrîkê hilberîne

Nûçexane – Wezîrê Şaredarî û Tûrîzmê Semîr Ebdûllah, ligel nûnerê Kompaniya Spektrum a Brîtanî, ji bo paqijkirina bajarokê Pîrmam û beşa jêr a bajarê Hewlêrê peymanek mor kir. Ebdullah her wiha diyar kir ku, kompanyaya Bîo Teknîk a Kanadî jî ji zibilê ku ji bajêr bê berhevkirin, wê di demên pêş de elektrîkê hilberîne û bê pere bide bajêr.

Wezîrê Şaredarî û Tûrîzmê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro ligel nûnerê Kompaniya Spektrum a Brîtanî, bi amadebûna Konsolê Giştî yê Brîtanya yê Hewlêrê û parêzgerê Hewlêrê peymanek îmze kir.

Wezîrê Şaredarî û Tûrîzmê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Semîr Ebdullah piştî îmzakirina wê peymanê, di civîneke çapemeniyê de got: “Me piştî lêkolîna li ser karên vê kompaniyê, peymanek 3 salî îmze kir. Wê ew kompanî destpêkê dest bi paqijkirina bajarokê Pîrmam û beşa jêr a rojavayê Hewlêrê bike. Mehane jî li beramberî paqijkirina rojavayê Hewlêrê, emê 996 milyon dînarên İraqî bidin wan û li beramberî Pîrmam jî, emê 79 milyon dînaran bidin.”

Spektrum kompanyayeke Brîtanî ye û di warê paqijkirina welatê Brîtanya, Tirkiye û Polonya de kar dike. Biryare ji niha û pêde bajarokê Pîrmam û sinorê şaredariya 1, 2 û 6ê Hewlêr, navçeya Behrikê û qezaya Xebat heya digihe Zêya Mezin ku dikeve rojavayê Hewlêr, paqij bike. Wê beşa rojhilatê Hewlêr jî, ji aliyê şaredariyê ve bê paqijkirin.

Semîr Ebdullah derbarê morkirina peymana wê kompaniyê û hilweşandina peymana kompaniya Cenaîn de got: “Gelek pirsgirêkên me di warê paqijkirina Hewlêrê de ligel kompaniya Cenaîn hebûn. Lewra me peymana ligel wan hilweşand û me peymanek nû li gel kompaniya Spektrum mor kir.”

Biryare ew kompanî rojane hezar û 200 ton zibil kom bike û her wiha ji aliyê kompaniyek din ve elektrîk ji wî ziblî bê dirûstkirin.

Wê kompanîya Bîo Teknîk ji zibil elektrîkê hilberîne

Di vê derbarê de jî Semîr Ebdullah got: “Me peymanek din li gel Kompaniya Bio Teknîkî ya Kanadî îmze kiriye, wê ew kompanî amêra Ricecline deyne û wê enerjiya elektrîkê ji beşek ya zibil bê dirûstkirin. Dikare ji wî ziblî 15 mega walt elektrîk dirûst bike û bi awayek bê pere wê elektrîkê bide Hewlêrê.”

Wê kompaniya Spektrum hezar û 270 karkeran li beşa rojavayê Hewlêr dabîn bike, lê heya niha karkerên bajarokê Pîrmam nehatine veqetandin. Li gor wê peymanê jî divê sedî 70ê karkerên wê kompaniyê Kurd bin.

Konsolê Giştî yê Brîtanya yê Hewlêr Cris Bowers di wê civîna çapemeniyê de got: “Karê wê kompaniyê pir başe, ez hevwelatî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê agehdar dikim ku paqijkirina beşa ku di destê kompaniya me de ye, di destekî emîn de ye.” Barzan Ahmed/Rûdaw

Li Herêma Kurdistan 12 Bendav Tên Çêkirin

Nûçexane – Wezareta Çandinîyê ragihand ku, wê ji bo avdanî û geştîyarîyê li herêma Kurdistanê 12 bendavên mezin û biçûk werin çêkirin.

Rêvebirê gîştî yê jêderên avên Herêmê li Wezareta Kiştûkal/Çandiniyê, Endezyar Ekrem Ehmed, li ser armanca çêkirina bendavan ragihand ku, ji avên van bendavan ji bo çandinî û avdanî û her wiha geştûguzarê wê sûde were wergirtin. Ehmed, da zanîn ku, 20 bendavên din jî têne dîzaynkirin û heger bûdçe bê dayîn ew ê bikevin qonaxa çêkirinê. Jêder: Pukmedia

Çiyahilbazê Kurd hilkişiya ser kopika Ewerestê

Nûçexane – Çiyahilbazekî Kurd bi navê Hemîd Dêhqan, hilkişiya ser kopika qûntara çiyayê Ewerestê ku bi 8848 metreyan çiyayê herî bilind ê cîhanê ye.

Hemîd Dêhqan endazyarekî xelkê bajarê Sinê ye û bi awayekî bêmînak bêyî sûdegirtina ji oksîjenê xwe gihandiye qûntara çiyê. Dêhqan, ji bo bîranîna çiyahilbazê bi nav û deng yê Kurd, Mihemed Hewraz û zarokên li Kurdistanê bi nexweşiya penceşêrê re têdikoşin, ev hilkişîn pêk anî. 

Endazyar Hemîd Dêhqanê ku, 19ê Gulanê gihîştibû ser qûntara Çiyayê Ewerestê 31ê Gulanê, li Kurdistanê bi pêşwaziya germ a hemwelatiyan, werzişhêz û çiyahilbazan ve bi silametî vegeriya cih û warê xwe.

Hêjayî gotinê ye hemû pêdiviyên ji bo serkeftina vê hilkişînê ji aliyê navbirî ve bixwe hatibûn berhevkirin û tu alîkarî û hevkariya dam û dezgehên Hikûmetî wernegirtibû. Jêder: Kurdistanmedia