Gallery

Ji Karayilan pêngaveke Kurdistanî: Emê bi başûr re bibin yek

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan ragehand ku ew bê alternatîf namînin û ger pêwîst bike emê bi başûrê Kurdistanê re bibin yek û serxwebûna xwe rabigihînin. Murad Karayilan di hevpeyvîna xwe de ji ajansa Firatê re … Continue reading

Rate this:

Gallery

Serokwezîr Barzanî: Şertê serkeftinê yekdengîya netewa Kurd e

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, di çarçoveya serdana xwe a bo wîlayeta Duhokê de, îro sêşemiyê 03.07.2012ê, bi amadebûna Temer Remezan waliyê Duhokê, digel meclisa wîlayeta Duhokê civiya. Serokê hikûmetê di civînê de behsa hilbijartinên meclisên wîlayetên … Continue reading

Rate this:

Gallery

Festîvala Şêrejina Kurd Qademxêr Li Dar Dikeve

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Bi minasebeta salvegera 80’mîn ya koçkirina Şêrejina Kurd Qademxêr li Sîlêmanî bi navê ‘Mîhrîcana Qademxêr’ festîvalek tê lidarxistin. Festîval ji aliyê Navenda Hevbeş ya Çanda Loran ve tê sazkirin û ev dibe festîvala diduyan ku ji bo danasîna … Continue reading

Rate this:

Gallery

Civîna Danasîna Weqfa Beşîkçî Tê Lidarxistin

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Civîna danasînê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî tê lidarxistin. Desteya Rêvebirîya weqfê ragihand ku, piştî damezirandina Weqfa Îsmaîl Beşîkçî di roja rojbûyîna Îsmaîl Beşîkçî de avabûna weqfê hatiye ragihandin û piştî vê jî civîna yekem a danasînê li Swêd … Continue reading

Rate this:

Gallery

Kurkçu: Haya Fermandarên Herêmî Ji Bombebaranê Nebû

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Komîsyona amadekar a girêdayî Komîsyona Mafê Mirovan a TBMM’ê lêkolîn û lêgerînên xwe yên der barê komkujiya Roboskiyê bi dawî kirin. Endamê Komîsyonê û Parlementerê BDP’ê ya Mêrsînê Ertugrul Kurkçu da zanîn ku agahiya rayedarên vir ji tu … Continue reading

Rate this:

Şanda BDPê Bi Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê Re Civiya

Nûçexane – Şanda BDP`ê seredana navenda yekîtiya perlementerên Kurdistanê kir û bi serok û endamên yekîtiyê re civiya. Piştre jî kongireyek rojnamevanî hate lidarxistin û her yek  ji serokê yekîtiya perlemanterên Kurdistanê Ni’met Ebdula û Mulkiye Bîrtane axivîn.

Bîrtane, armanca seredana şanda wan bo Herêma Kurdistan diyar kir û got:”Armanca seredana me bo handana aliyên siyasî yên Kurd ji bo lidarxistina kongireya niştimanî ya Kurdistanê ye, ku Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêş niha ragehandibû.

Her weha Bîrtane aşkira kir ku ewê vê pirsê bi aliyên siyasî yên Kurdistanî û kesayetiyên Kurd li Herêma Kurdistanê re gotûbêj bikin.

Tê zanîn ku, duh 1/2/2012`an, şandeke bilind ji Partiya Aştî û Demokrasî ya Kurd li Tirkiyê gihîşte Herêma Kurdistanê, şanda BDP`ê her yek ji endamê perlemana Tirkiyê Mulkiye Bîrtane, Murad Bozlaq û Ozdal Ucer, bi mebesta gotûbêjkirina rewşa siyasî li navçeyê, bi serokatiyên partiyên Kurdistanî li Herêm Kurdistanê dicivin. PUKmedia

Perikê Balefirê Li Hewayê Qut Bû

Nûçexane – Li Meksîkayê perikê balefira Cessna 172B ku 2 pîlot û 2 rêwî têde bûn, li hewayê qut bû û ket. Pîlotê balefirê piştî vê bûyerê heyecan nekir û bi selametî li ser rêyeke çûnûhatê danî. Rêwîyekî nav balefirê jî bi kameraya xwe kêlî bi kêlî ev bûyer wêne kir û kişand vîdyoyê.

Li gor agahdariyan bûyer hefteya borî li Meksîco City ê pêk hatiye û balefira Cessna 172B ya 4 kesî dema li hewayê bûye perekî wê qut bûye. Piştî vê rûdanê pîlotê balefirê panîk nekiriye û ji neçarî xwestiye li ser rêyeke çûnûhatê deyne. Pîlot bi hewldana xwe hiştîye ku bi balefir bi selametî deyne. Di encama vê bûyerê de tu kesê nav balefirê birîndar nebûye û rêwîyekî balefirê jî ev rûdan bi kameraya xwe dîmen kiriye. Piştî danîna balefirê pîlot û rêwîyan rizgarbûna xwe pîroz kir. Nûçeyên Cîhanê

Serokatîya Herêmê Helwestên PYDê Mehkûm Kir

Nûçexane – Serokatîya Herêma Kurdistanê (SHK) derbarê helwest û daxuyanîyên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ku piştî Kongreya Kurdên Sûrî yên Derveyî Welat li Hewlêrê pêk hatibû, daxuyaniyek ragihand.

SHKê helwesta PYDê ya derbarê kongreya Hewlêrê de mehkûm kir û da zanîn ku PYD bi agahiyên ji rastîyê dûr dixwaze bandorê li ser yekrêzî û yekhelwestîya kurdên Sûriyê bike.

Daxuyanîya Serokatîya Herêma Kurdistanê:

Ewê rûn û eşkereye ku Herêma Kurdistanê wekî erkekî netewayetî û bi navê pêşxistina yekrêziya gelê Kurd li Kurdistana Sûriye, hemû hêsankariyekî pêşkêş kir heta ku revenda Kurd ya wî beşa Kurdistanê bikarin li keş û hewayeke azad da rewşa xwe guftûgo bikin. Ji bo vê mebestê jî ji bilî revenda Kurdê Sûriye li derve, hemû hêz û aliyê siyasiyan jî hatibûn vexwendin û li nav wan de Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) jî hebû, li dawiyê da ew bi xwe paşve vekişiyan, ne xwe berî ku peşîman bibin behsa kongreyê li gel wan da hatibû kirin û diviya beşdar bibûyan, lê belê li encamêda hemû aliyên vexwendî ji bilî wan hatin, sedema amadenebûna wan vedigere li ser wan bi xwe, ji bo wê yekê radigihînîn ku axaftin û daxûyaniya PYD ku qaşo nehatine vexwendin, tu rastiyekî xwe tûne.

PYD ji bilî wê beyanê jî, li vê qonaxa hestiyara ku Kurdistana Sûriye têda derbas dibê, dixwaze wê axaftina nerast û bê bingeh bêxe nav civaka Kurdistanî ku qaşo kongreya Hewlêr belavbûn û dûberekî dixe nav rêzên Kurd ve, ev lêborîn ji qebaheta berê mezintire, ji ber ku raya giştiya Kurdistanê agahdare ku kongreya Hewlêr ji bo pêşxistina nav mal û yekrêzî û yek helwestiya Kurd bûye û ji bilî wê revenda Kurd û nivîskar û rewşenbîr û kesayetiyên serbixwe û nuxbeya Kurdên Sûriye bi giştî li bîst û pênc welatên cîhanê, hejmara herî zêdeyê wan hizb û aliyên siyasiyan jî têda amadebûn ku rola wan li meydana siyasî da heye, bila gelê Kurdistanê jî wê hukmê bide, tefreqe û du berekî li ku û li çiyê kongreya Hewlêrê de hatiye kirin‌, ew hemû welatparêzê birêzên beşdar bûn, çawa li kongreyek da amade dibin mebest jê anîna tefreqe bê!, kijan mentiq wê yekê qebûl dike ew hemû xelk û ew hemû hêzên siyasî çavên xwe li hengavek bigrin ku du berekî jê derkevê, yan take aliyek ku ew bi xwe nexwest amade bibê, bi kijan mentiq tenê xwe pê pejirandiye û zêdetirê wê jî belave tefreqeçiye!.

Li dawiyê de yek tişt dibêjîn, ew jî eweye ku axaftin û beyannameya (PYD) rêk li axaftin û daxûyaniyên Devlet Bahçeli diçin û du şêwazên hevşêwe û hevmebestin û li yek nêrîn û eqliyetê jêdera xwe girtiye ji bo dijayetîkirina Kurd, ew axaftin ewqas eşkere û bê pêçahî û pena peyama dijî bi Kurdin, her şîrovekirineke wan jî pêwîst nake.

Berdevkek bi navê

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

01/02/2012

Serok Barzanî Amadehîya Ragihandina Serxwebûna Kurdistanê Dike

Nûçexane – Hate ragihandin ku serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di vê Newrozê de amadekariya ragihandina dewleta kurdî dike.

Di derbarê vê yekê de Barzanî wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî jî agahdar kiriye.

Ajansa nûçeya ya Iraqê El Nexîl di nûçeyeke xwe de ragihand ku Barzanî ji Zêbarî re gotiye ku welatên Ewropa bi giştî piştgiriya avakirina dewleta kurdî dikin.

Her wiha Barzanî ji Zêbarî re gotiye ku helwesta Frensa û Brîtanya di vê derbarê de ne pir zelal e.

Amerîka jî gotiye ku hîn dem ji bo vê yekê ne amade ye, lê belê weke prensîb ne li dij e.

Barzanî her wiha destnîşan kiriye ku ew ji bo ragihandina dewleta Kurdî pêwendiyên xwe bi Neteweyên Yekgirtî û Konseya Ewlekariyê re berdewam dikin.

Helwesta Rusya û Çîn jî heta niha ne diyar in.

Barzanî ji Zêbarî re gotiye ku ew li ser kar dikin ku Tirkiyê jî razî bikin.

Ji bo ragihandina dewleta kurdî, Barzanî giraniyê dide ser çêkirina referandumê.

Serok Barzanî ji Zêbarî daxwaz kiriye ku sefîrên Kurd yên Iraqê rola xwe bilîzin.

Weke tê zanîn girîngritîn balyozxaneyên Iraqê di destê Kurdan de ne.

Hate zanîn ku Barzanî ji bo ragihandina dewleta kurdî serokê Iraqê Talabanî jî agahdar kiriye, Talabanî erênî nêzîkî vê biryara Barzanî bûye û razîbûna xwe diyar kiriye. Nûçeya Kurdî: Avestakurd

Gallery

Li Qahîreyê beşa zimanê Kurdî tê vekirin

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Li ser pêşniyara nûnerê Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistanê, xebat ji bo vekirina beşa zimanê Kurdî li Zanîngeha(Eyn- Elşems) li Qahirê tê vekirin, ji bo vê mebestê şandeke vê Zankoyê seredana Herêma Kurdistanê kirin. Vekirina beşa zimanê Kurdî li … Continue reading

Rate this:

Gallery

Îmad Ehmed: Divê Silêmanî di warê sporê de jî pêşengîyê bike

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Îmad Ehemed cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî (29.06.201) li bajarê Silêmaniyê aerdana ofîsa Komîteya Olompiya Kurdistanê kir û ji aliyê sero û rêvebirên wê komîteyê ve hat pêşwazî kirin. Cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê digel serok û … Continue reading

Rate this:

Gallery

Leyla Zana: Ji birînên vekirî xwîn diherike, daxwazên ne rastbîn bersivê nabînin

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Parlementera Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê ya Amedê Leyla Zana, derbarê hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re de civîneke rojnamevanî pêk anî.  Zana got, “Ji birînên me yên vekirî xwîn diherike. Ji ber vê … Continue reading

Rate this: