Nûçexane – Koma Hackeran a Anonymous (Gelemperîmayîn) ku li seranserê dinyayê li ser înternetê birêxistinbûyî ye, mîna ku soz dabû doh bi hinceta balkişandina ser sansura dewleta Tirk a li ser înternetê êrîşeke sîber pêk anî û pêwendiya gelek malperên fermî yên dewletê hat asteng kirin. Anonymousê ragihand ku, bi qasî di medyaya Tirk de tê gotin ew ê êrîşê nebin ser malpera Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) û tu armanceke wan a astengkirina hilbijartinan û jiyana hemwelatiyan tune ye.
Anonymousê bi daxuyaniyekê ragihand ku, wan êrîşa doh saet li 18:00an pêk anî, tenê ji bo balkişandina ser sansura înternetê ya li Tirkiyeyê pêk anî ye û tu armanceka wan a ku înternetê ji hemwelatiyan re asteng bike tune ye. Koma Anonymousê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku, ew komeke serbixwe ne û ne girêdayî tu dewlet, hizb, siyaset, netew û îdeolojiyekê ne û wiha berdewam kir: “Wekî ku, medyaya Tirk dibêje, Anonymous ne rêxistineke biyanî ya hackeran e. Nasname û neteweke Anonymousê nîn e. Anonymous bizaveke ku piştevaniya azadiya agahdarbûn û derbirinê dike ye. Bi tu rêxistin û dewletan re pêwendiya wê nîn e. Dora sala 2003yan bixweber ava û peresan bûye. Her kes dikare bibe Anonymous.”
Di daxuyaniya nivîskî de endamên Anonymousê jî wekî kesên ji hemû beş û karên civakê hatin nîşandan û wiha hat gotin: “Serokên Anonymousê nîn in. Peyamên fermî yên Anonymousê nîn in. Nûnerên fermî yên Anonymousê nîn in. Hevdîtinên wan ên fermî nîn in. Tu armanceke fermî ya Anonymousê tune ye. Anonymous ne artêşeke we ya şexsî ye. Alîkariya her kesî weke hev e. Anonymous parçeyek ji tevahiyê ye. Anonymous gelemperî ye.” Kurdî Nûçexane
Hin malperên êrîş hatiye kirin ev in:
www.tib.gov.tr
www.dmi.gov.tr
www.sgk.gov.tr