Gallery

Karbonhîdrata kêm sedema nexweşiya dil e

This gallery contains 1 photo.

Nûçexane – Yên ku xwarina bi proteîna pir û karbonhîdrata kêm dixwin, rîska peydabûna nexweşî û sekna dilî li wan zêdetir e, li gorî lêkolînek swêdî-emerîkî. Lêkoleran 16 salan 43 000 jin şopandine li herêma Uppsalayê. Ev lêkolîna ku armanca … Continue reading

Rate this:

Gallery

Feyda sporê hem ji laş re hem jî ji xwendinê re heye

This gallery contains 2 photos.

Nûçexane – Lêkolîneke berfireh ku li başûrê Swêdê hatîye kirin nîşan dide ku spora rojane feydeyeke mezin hem dide dersan hem jî saxlemîya laş. Lêkoler û însîyatîfgir dixwazin ew bibe beşek ji sîstema perwerdê. –      Çalakîyên rojane yên fizîkî, antreman, spor û … Continue reading

Rate this:

Dezgeh û ronakbîr wê ji bo siheta Demirbaş bicivin

Nûçexane – Siheta şaredarê navçeya Dîyarbekir SUR ê Abdullah Demirbaş, nebaş e û nexweşiya wî lê girantir dibe. Ji bo tedawiyê divê derkeve derveyî welêt. Lê ji ber biryara qedexeya dadgehê, nikare derkeve derveyî welêt.

”Komîteya Piştgiriyê ji bo Siheta Abdullah Demirbaş” li Stockholmê bangek li kesên di dezgehên cewaz de kar dikin û kesên dikarin bibin alîkarê Demirbaş kir ku beşdarî civînê bibin.

Civîn 19/08-2011, saet 16.00 an li lokala Enstîtuya Kurdî li Stockholmê pêk tê. Di civînê de kesên beşdar bi dîtin û kirinên xwe dê bibin alîkar û hevkariyê bi komîteyê re bikin da ku hikumeta Turkiyê rê ji bo derketina Demirbaş ya derve veke.

Civîn ji raya giştî ku karîbin bibin alîkarê Demirbaş re vekirî ye.

EuroKurd News – http://supportabdullahdemirbas.blogspot.com/

Kurdwatch û CHAKê derheqê Abdûllah Demîrbaş raporek belav kir

Nûçexane – Kurdocide Watch û CHAKê li ser rewşa tenduristî û rênedana tedawîya şaredarê navçeya Sûrê ya Diyarbekirê Abdûllah Demîrbaş raporek amade kir. Di raporê de hewldanên heta niha yên ji bo li derveyî welat tedawîkirina nexweşîya Demîrtaş pêk hatine, ji raya giştî re hat ragihandin.

RAPORA TAYBETÎ YA KURDOCIDE WATCH-CHAK Ê BELAV BÛ

Abdullah Demirbaş ji bo pêkanîna şaredariyek pirzimanî kedek mezin da. Xebatên wisa li dewletên cewaz piştgiriya aborî û civakî distînin. Lê dewleta Turkiyê ew girt û xiste hepsê. Di zindanê de nexweşiya wî lê giran bû. Niha tedawiya wî li derveyî welêt pêwîst e. Lê ”Dadgeha Giran ya 4 an li Amed” ê derketina wî ya derve qedexe kiriye. Siheta Demirbaş zêde nebaş e.

Biryara qedexê, tedbîrek gelekî hişk e. Di biryarê de, ji awira armanca tedbîrê û bikaranîna navgînê, bêbalansî û bê edaletiyekî mezin heye. Biryar, mafê mirovan yên bingehîn û qanûnên Turkiyê li ber çavan nagire.

Dadgeha Amedê dîtina xwe nade guhertin. Vê kêliyê sê meqam dikarin îcazeya derketina Demirbaş bidin: Serowezîr, Serokomar û Wezîrê Edaletê.

Me li ser navê CHAK ê, di 14 Temuza 2011 de ji Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, Serokomar Abdullah Gul û Wezîrê Edaletê Sadullah Ergin xwest ku pirsgirêka Demirbaş bê çareser kirin. Divêji bo tedawiyê rê ji Demirbaş re bê vekirin.

Ev rapor li ser bingeha dîtin, raçavkirin û raporên me ji dema girtina Demirbaş hetanî serbest berdana wî, serdana CHAK ê ya Amedê di 15-19 Cotmeha 2010 û 3-10 temûza 2011 an û hevdîtina me bi Demirbaş, awuqatên wî, nûnerên mafê mirovan li herêmê, doktoran re û kûrbûna li ser raporên wî yên nexweşxanê, biryarên dadgehê, qanûnên Turkiyê û peymanên mafê mirovan hatiye amadekirin.

Nexweşiya AIDSê li Kurdistanê zêde dibe

Nûçexane – Berdevkê Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê Xalis Qadir, diyar kir, metirsiya zêdebûna nexweşiya “aids” li Kurdistanê heye û got, hinek tedbîr ji bo vê yekê hatine girtin.

Xalis Qadir got, niha li Herêma Kurdistanê, 15 nexweşên AIDSê hene û diyar kir, xetera wê heye ku nexweşiya AIDSê zêde bibe.

Qadir, derbarê sedema vê yekê de jî got, yek ji sedemên vê yekê, zêdebûna nexweşiyê li welatên cîran û hatin-çûyîna mirovên biyanî bo Kurdistanê ye.

Berdevkê wezareta tenduristiyê, anî ziman, hatina hejmarek zêd ji karkerên biyanî bo Kurdistanê, zêdebûna leşfiroşiyê, belavbûn û zêdebûna madeyên hişber, nezanî û bêagahiya xelkê ji vê nexweşiyê û xweparastina ji nexweşiya AIDSê, sedemên din ên belavbûna nexweşiyê ne.

Xalis Qadir, daxuyand, wezareta tenduristiyê, tedbîrên taybet bo pêşîgirtina li hember belavbûna nexweşiya AIDSê li Kurdistanê girtiye û got, hinek karkerên biyanî, nexweşiya AIDSê girtibûn, ji ber wê dîsa hatin vegerandin.

Qadir, da zanîn, welatiyên ku serdana derve dikin, heke ji zêdeitrî 90 roj man, divê dema vegeriyan bên pişkinînkirin.

Wezîrê Tenduristiyê Tahir Hewramî jî got, me daxwaz ji serokatiya civata wezîran, daxwaz kiriye, bo nexweşên AIDSê, mûçe bê dayîn û heke bê qebûlkirin, dê bo her nexweşekî, mehê 150 hezar dînar mûçe bê dayîn.

Li gorî nûçeya rojnameya Sebah a Iraqê, li Iraqê, 250 kes bi nexweşiya AIDSê ketine û li Herêma Kurdistanê jî, 70 nexweşiyên AIDSê hatiye dîtin. AKnews

CHAK: Rê li ber tedawiya Abdullah Demirbaş vekin

Nûçexane – Dezgeha mafê mirovan Kurdococide Watch-CHAK, ji bo piştgiriya şaredarê navçeya Diyarbekir SUR ê Abdullah Demirbaş, nameyek ji serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, serokomar Abdullah Gul, wezîrê edaletê Sadullah Ergin û parlementerên hemû partiyên li bakurê Kurdistanê re şand.

CHAKê di nameya xwe de xwest ku, ji bo karibe li derveyî welat bê tedawîkirin bibin alîkar ji kampayneya CHAKê ya ji bo şaredarê SURê Abdullah Demirbaş re.

Nameya CHAKê ku ji aliyê Kordînatorê Çand û Hunerê Kemal Gorgu û kordînator Gabar Çiyan ve hatiye îmzekirin wiha ye:

“Abdullah Demirbaş di 24-12-2009 an de hatibû binçavkirin. Dadgeha Nobedar ya Amedê biryara (2009/75) girtina wî dabû. Nexweşiya Demirbaş di hepsê de herku diçû girantir dibû. Pêşî ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê, paşê jî ji şandin Nexweşxaneya Universiteyê. Nexweşxaneya Zanîngeha Dicleyê ji ber sedema xeterên dijwar, di 25-03-2010 de biryara tedawiya wî li nexweşxanê da. Piştî fêmkirina xeterên nexweşiyê û pêwîstiya tedawiya wî li derveyî hepsê, Dadgeha 4 an ya Cezeyên Giran li Amedê di 14-05-2010 de, çûna derveyî welêt li Demirbaş qedexe kir û ew serbest berda.

Ji ber nexweşiya giran ya “Ven Trombuz” ê siheta Abdullah Demirbaş herku diçe xirap dibe. Tedawiya wî ya li welêt têr nake. Divê dermanê ”Pradaxa” biceribîne. Derman li derveyî welêt peyde dibe û pêwîst e berî ceribandinê, testên tibî yê genetîkî bêne pêkanîn û Demirbaş di dema ceribandina dermên de, di bin çavdêriya hekîman de be. Ev rastî bi rapora Zanîngeha İstanbulê Fakulteya bijijkî, Beşa bingehîn ya Adli Tıp ê hatiye eşkerekirin.”

CHAK ê ji wan xwest ku, biryara dadgehê bê rakirin û rê li ber çûna derve ji bo Abdullah Demirbaş bê vekirin.

Hilberîna dermanên AIDSê li zêdetirî 100 welatan belav dibe

Nûçexane – Di nûçeyeke Dengê Amerîka de hat ragihandin ku, kompanîyayên mezin ên ku hilberîna dermanê nexweşîya AIDSê dikin, wê bi kompanîyayên biçûktir yên li seranserê dinyayê van dermanan bi bûhayekî kêmtir bidin hilberandin. Di vê derbarê de gava ewil ji alîyê kompanîya Gilead Sciences ve hat avêtin û destûr da ku çar dermanên wan bên kopîkirin.

Di raporta li ser tenduristîyê ya Dengê Amerîka de, hat diyarkirin ku, bi vî awayî wê bûhayê dermanên AIDSê kêmtir bibe û bi taybetî li Afrîka û welatên din ên hejar bikaranîna wan dermanan berfirehtir bibe. Kompanîya Gilead Sciences, da zanîn ku, piştî danîna peymana bi Ajansa Dermanan ya Neteweyên Yekgirtî re, ew ê destûra kopîkirina 4 dermanên AIDSê ji bo kompanîyên zêdetirî 100 welatan bidin.

Piştî destûra kopîkirina dermanan ya kompanîya Gilead Sciences, tê hêvîkirin ku, dermanên AIDSê li seranserê dinyayê zûtir bigihîjin ber destê nexweşên li welatên hejar û mirinên ji ber AIDSê jî kêmtir bibin.

H.Kurdistan: Wê li her gundekî navendeke tenduristîyê bê vekirin

Nûçexane – Wezîrê tenduristî yê Hikûmeta Kurdistanê Dr. Tahir Abdula Hisên, bi Rayedar û Berpirsên warê tendirustî yên her sê Parêzgehên Kurdistanê re civîya. Di civînê de biryar hat girtin ku, hejmara navendên tenduristî bên zêdekirin.

Di civîna ku doh pêk hat de, meseleya baştir xizmetkirina welatîyan hate nîqaşkirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku, pêwiste Wezaret hevkarîya welatîyên kêmdahat û xizan bike. Di civînê de biryar hate girtin ku, hejmara navendên tendirustî yên milî ango hukmî werin zêdekirin û di nava her Gundekî de jî navendeke tendirustî werê damezirandin. Jêder: Kurdistan TV

Ji Herêma Kurdistan 38 Xwendekar Ji Bo Stajê Hatin Diyarbekirê

Nûçexane – 38 xwendkarên ji Beşê Perestariyê (Hemşîre) yê Zanîngeha Duhokê, li Zanîngeha Dîcleyê ya li Diyarbekirê dest bi staja perestariyê kir. Xwendkarên kurd wê 15 rojan li Fakûlteya Pizîjkiyê staja xwe bikin.

Xwendekarên Zanîngeha Duhokê Ji Bo Staja Hemşîretîyê Li Diyarbekirê Ne

38 xwendkarên Beşê Perestatiyê ya Zanîngeha Duhukê ya li Herêma Kurdistanê, di bin çavdêriya 4 mamostayan de, li Fakûlteya Pizîjkiyê (Tib) ya Zanîngeha Dîcleyê dest bi staja xwe kirin.

Xwendekarên kurd duhî beşdarî geşta nasandina Zanîngeha Dîcleyê bûn û di geştê de derbarê zanîngeha Dîcleyê de ji cîgirê rektorê zanîngehê Prof. Dr. Aslan Bilici zanyarî wergirtin.

Bilici bi xwendkaran re kurdî û tirkî axivî û got, “Me serdana xwe ya destpêkê ya bo Herêma Kurdistanê bo Zanîngeha  Duhokê pêk anî. Me bo karkirina digel Zanîngeha Duhokê îradeyeke xebata hevbeş nîşan daye. Di destpêka vê salê de berhemên van karan derketin holê. Ev proses bi pevguherandina mamostayan û pêkanîna civînên zanistî yên hevbeş dest pê kir û îro 38 xwendkarên Beşê Perestariyê li zanîngeha me dest bi staja xwe kirin.”

Yek ji mamostayên Beşê Perestariyê yê Zanîngeha Duhokê Sefiye Sebrî jî ji ber ku di dabînkirina hemû pêdiviyên wan yên bo niştecihbûn û rojane de alîkariya wan kirine spasî rektor û cîgirên rektorê Zanîngeha Dîcleyê kir û got, “Bi armanca bilindkirina asta xwendkarên xwe, me organîsazyoneke bi vî rengî pêk anî. Em dixwazin xwendkar li vir haletên cur bi cur bibînin û bi pratîkî kar bikin.” AKnews