Gallery

Di encama qezaya ser rêya Kerkûkê de 21 kes mir

Nûçexane – Di bûyereke trafîkê ya li ser rêya Kerkûk-Dûbiz de, 21 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Birêveberê polîsê hevahengiyê li bajarokê Dûbizê Ebdila Elî ji AKnewsê re ragihand ku îro, li ser rêya navbera Kerkûk û Dûbizê li nêzîkî palavgeha Keywan, paseke veguhastina xelkê û otomobîlek li hev ketin û di encamê de 21 sernişînên pasê jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Elî aşkere kir ku hin benzîn di nav pasê de bû, lewra agir girtiyê û bi sedema agir jî, her 21 kes bi temamî şewitîn.

Elî xuya kir ku ji ber laşê her 21 kesan bi temamî şewitî ne û bûne wek kumerê, bi ti awayekî termên wan nayên naskirin û 3 kesên di nav otomobîla din de birîndar bûne.

Elî ronî kir ku li gorî zanyariyên destpêkê, sernişînên pasê welatiyên ereb in û xelkê parêzgeha Bexdayê be û bi armanca geştûguzarê berê xwe dane Herêma Kurdistanê.

Çavkaniyekê ji Fermangeha Dadî ya Kerkûkê ji AKnewsê re daxuyand ku ji ber termên wan bi temamî şewitîne, zehmete nasnameya wan were naskiirn, lê tê pêşbînîkirin di nav qurbaniyan de jibilî zilama, jin û zarok jî hebin. AKnews