Rojnamevaniya Kurdî çawa dest pê kir?

Roja 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye.

Di sala 1898an de Miqdat Mîthad Bedirxan cara yekemîn li Paytexta Misir Qahîreyê rojnameyeke Kurdî ya bi navê “Kurdistan” derxist.

Bedirxan, pêdivîya hebûna rojnameyeke bi kurdî wiha tîne ziman: ”Ez dizanim ku Kurd di derbarê dîroka xwe de xwedî zanîn û agahî nîn in. Ji ber vê sedemê ye ku ezê ji vir şûnde behsa dîroka mezinên kurdan bikim. ” Temenê Mîqdat Bedirxan heta hejmara pêncan têrê kir. Lê sedema ku rojname ji welatê bav û kalan, Kurdistanê ewçend dûr, li Misrê hatiye derxistin ew e ku, dewleta Osmanî ji şîyarbûna kurdan, ji bilindbûna azadîxwazên miletê kurd ditirsîya û loma nedihîşt rewşenbîrên kurd bi serbestî karê weşanê bikin. Piştî ku rojnamê li Mîsirê dest bi weşanê kir, dewleta Osmanî zext li Mîsirê jî kir da ku wê qedexe bike. Li ser zext û zordesitîya dewleta Osmanî, rojnameya Kurdistan ji neçarî gelek cîh veguhastin. Bedirxanan rojnameya “Kurdistan” derbasî Ewrûpayê kirin. Û piştî koça dawî ya Mîr Mîqdad, Ebdulrrahman Bedirxan birayê wî ev berpirsîyarîya dîrokî hilgirt ser milê xwe. Ji ber vê egerê ye ku, roja 22ê Nîsanê di nav kurdan de wekî roja rojnamegerîya kurdî tê pîrozkirin. Dîroka rojnamegerîya kurdî û dîroka têkoşîna azadiyê ya kurdan mîna hev in, wekî zarokên cêwî ne. Qedexe, çewisandin, sirgûn û înkar çawa ku mora xwe li dîroka kurd daye her wiha dîroka rojnamegerîya kurdî jî bi heman qederê re rû bi rû maye.

Di sala 1898an de rojnameya Kurdistan ji bo rasteqînîya kurd derbasî dîrokê bike dest bi weşanê kir, lê mixabin temenê wê yê kurt di mişextî û sirgûnê de derbas bû û ji bo negihîje destê gelê kurd çi pêwist bû hate kirin.

Derketina dîrokî ya ku li Qahîreyê dest pê kir her wiha li Cinêvê, Stenbol û li Londinê berdewam kir û di bin zext û çewisandinan de neçar ma ku di sala 1902an de dawî li weşana xwe bîne. Li ser xeteke lîberal demokrat ji mijarên polîtîk bêhtir li ser babetên dîrokî, wêyeyî û ziman sekinî ye. Lê belê xeta wê ya netewî têra derxistina fermana wê û ji holêrakirina wê kir. Ji bo ev rojname raweste hewildanên netewî û navnetewî hatine kirin. Piştî wê di sala 1908an de, li Stenbolê ji aliyê Sureyîya Bedirxan ve îcar kovarek e bi navê “Kurdistan” hate weşandin. Di sala 1919an de jî Muhemmed Mihir hilav li Stenbolê dîsa weşaneke bi navê “Kurdistan” derdixe. Roja 22yê Nîsanê ji ber ku cara yekemîn rojnameyek e bi kurdî hatiye weşandin, wekî roja rojnamegeriya kurdî tê pîrozkirin.

Her wiha em dikarin bibêjin ku îro berdewama dîrokê ye. Eger dîrok nebûya îro jî wê ji sedî sed nebûya. Ji ber vê sedemê ye ku rojnameya Kurdistan belgeyek e dîrokî ya mêjûya nivîskî ya gelê Kurd e û her wiha jî destpêkek e. Di dîrokê de tespît û çespandinek e.

Ev belge ji vejîna kurdîtyê û ji rojnamegerîya kurdî re bûye kanî û çavkanîyek. Ev belge di her dema ku xwestine dîroka me bi me bidin jibîrikirin de, deriketiye holê. Gelê ku hebûna wî ya neteweyî hatiye parçekirin û li her parçeyê jî bi wehşet, hovîtî û înkarê re rû bi rû maye, bi rêya vê rojnameyê gihiştiye hev. Ev belge li her parçeyê rewşenbîr û kedkarên rojinamegeriya kurdî li ser heman daxwaz û mirazî aniye cem hev û berdewamîya evîna dîrokî ya azadiyê mayînde hiştî ye. Eger ki îro rojnamegerîya kurdî gihiştiye vê ast û qonaxa bilind ku, mirov hîç nikare bi demên kevin re rûberî hev bike, ev ji keda Bedirxanîyan tê. Rojnamegerîya kurdî ji Bedirxanîyan re deyndar e. Îro li beşên Kurdistanê yên bindestê dijmin de; rojnamegerîya kurdî jî bi sirgûn, qedexe û cînayetan re rû bi rû ye. Bi vî awayî dixwazin evîna azadiyê ya gelê kurd derbasî nifşên nû nebe.

Ked û mîrateya ku Bedirxanîyan afirandiye û derxisitiye holê, îro bûye sedem ji derketina bi sedan rojname, radyo, tîvî, kovar û navigînên cur bi cur ên ragihandinê re. Bi kurtahî Bedirxanî bi ser ketin, kelepora wan dîroka çapemenîya kurd afirand û heta îro anî. Îro bersiva herî pîroz a vê ked û keleporê jî serkeftin e. Li her parçeyên Kurdistanê kedkarên çapemeniya kurd û rewşenbîr, di wê ast û hêza pêkanîn û serkeftinê de ne û ev pêvajo dest pê kiriye. Jêder: Wikipedia Kurdî

Leave a comment