Rejima Sûrî êdî leşkeran jî dikuje

Nûçexane – Rejima Sûriye leşkêrên ku fermanên kuştin û gulereşandina ser xwepêşanderan qebûl nakin dikuje. Hat ragihandin ku gelek ji wan kurd bi kêmî 15 leşker di van rojên dawî de hatine kuştin.

Li gor nûçeya malpera Sûriya Nû, piştî ku hin leşkerên artêşa Sûriyê qebûl nekirine, ku guleyan li xwepêşandêran bibarînin, ew leşker bi xwe bûne qurbana rûmeta xwe û bi destên hêzên ewlekariyê hatine kuştin.

Di encama van kiryaran de bêhtir ji 15 leşkeran hatine kuştin, ku di nav wan de kurd hene. Lê heta aniha navên du leşkerên kurd bi dest me ketine, ew jî Zeradeşt Hesen Totî (18 sal/Efrîn) û Remedan Mehmûd (20 sal/Kobanî) ne. Her wiha leşkerekî ereb bi navê Wail Mihemed Crês bajarê Tirbespiyê, yê ku piraniya xelkên wê kurd e, hatiye kuştin

Hêjayî gotinê ye ku, di gelek alavên ragihandinê de behsa şer û nakokiyan di navbera artêş û hêzên ewlekariyê de dibe.

Leave a comment